• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
21 TEBAX 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

Erka polîsan ewlehî ye an kuştin û dizî ye?

Omer Demîr / AW

4 KANÛN 2025 - 09:04
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Amed – Di salên dawî de gelek polîs bûyeren wek dizî û kuştinê dikin. Herî dawî polîsê bi navê Cumhur Yilmaz ê li Amedê erkdar bû li Ordûyê diziya zêrînger kir û paşê li Amedê hate binçavkirin. Her çiqas polîs wekî “berpirsiyarê ewlehiyê” tên pênasekirin jî di salên dawî de gelek polîs tev li bûyerên diziyê dibin.

Polîsê bi navê Cumhur Yilmaz ê li Amedê erka polîsê tîmên taybet dikir, li navçeya Fatsayê ya Orduyê di 25ê Mijdarê de diziya dikana zêrînger kir û 170 bazin dizî. Polîs Cumhur Yilmaz paşê reviyabû Amedê, li Amedê hat binçavkirin. Polîsên ku bi piranî li navçe û bajarên Bakurê Kurdistanê erkdar in, dikevin nava gelek karûbarên qirêj û sûcên giran dikin.

Li şûna ewlehiyê biparêzin xera dikin

Polîs di ferhengan de wekî “kesên ewlehiyê mîsoger dikin, berpirsiyarê ewlehiya gel in” tên pênasekirin. Lê di geşedan û pêşketinan de tê dîtin ku ne wisa ye. Navê polîsan di nûçeyên “dizî, kuştin û îşkenceyan” de derbas dibe. Tê dîtin ku polîs ji parastina ewlehiyê zêdetir tev li bûyerên li dijî aramî û ewlehiyê dibin.

Polîs maddeyên hişbire difiroşin

Polîsên li Bakurê Kurdistanê erkdar in navê wan di gelek sucên kuştin û îşkencê de derbas dibe. Lê yên herî balkêş firotina madeyên hişbirê, qacaxvaniya tiryakê û fihuşê ne. Di tora tiryak, hişbir û fihûşê de navê polîsan jî derbas dibe. Bi dehan polîs tev li sûcên firotinê tiryak û tecawizê bûne lê lêpirsînek baş pêk nehatiye û polîs ceza nexwarine. Herî dawî polîs Cumhur Yilmaz li navçeya Fatsayê ya Ordûyê dikana zêrînger şêland.

Polîs Cumhur Yilmaz

Bi hezaran polîs di aliyê derûniyê de tedawî dibin

Di gelek bûyeran de tê dîtin ku polîsên sûcan dikin nayên cezakirin. Gelek ji wan wekî “psîkopatan” tevdigerin. Her ku diçe nexweşiya derûnî di nava polîsan de zêde dibe. Di gelek nûçeyan de gotinên “polîs malbata xwe kuşt, polîs hempîşe xwe kuşt, polîs xwe kuşt, polîs dizî kir” derbas dibin. Di sala 2025an de gelek polîsan xwe kuşt. Gelek polîs jî berî ku xwe bikujê malbata xwe jî kuşt.

Polîsê bi navê M.G. li navçeya Kepezê ya Antalyayê hevsera xwe û du zarokên xwe kuştin. Polîs M.G. paşê hatibû binçavkirin.

Polîsê bi navê M.K li Wanê li ser navê hevsera xwe erebeyekî kirê kiribû, li navçeya Hewêlê ya Sêrtê di noktaya polîsan de hatibû sekinandin û di nava erebeyê de 16 kîlo tiryak hatibû girtin.

Di 16ê Hezîranê de li navçeya Fatîha Stenbolê polîsê bi navê Semîh G. hevalê xwe yê malê kuştibû û paşê termê Huseyîn G. parçe parçe kiribû. Semîh G. paşê xwe jî kuştibû.

Etîket: kuştinPolîs
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Li Wêranşarê meşa jinan: Em ê mafê jiyanê û azadiyê biparêzin

Li Wêranşarê meşa jinan: Em ê mafê jiyanê û azadiyê biparêzin

17 TEBAX 2026
Karkerên madenê cara 3yemîn hatin binçavkirin

Karkerên madenê cara 3yemîn hatin binçavkirin

13 TEBAX 2026
Zêdetirî 80 karker careke din hatin binçavkirin

Zêdetirî 80 karker careke din hatin binçavkirin

11 TEBAX 2026
Di lêpirsîna Gulistan Doku de 4 polîs hatin girtin

Di lêpirsîna Gulistan Doku de 4 polîs hatin girtin

30 TÎRMEH 2026
Di 24 saetan de li Sûriyeyê 11 kes hatin kuştin

Di 24 saetan de li Sûriyeyê 11 kes hatin kuştin

29 TÎRMEH 2026
Hevpeymaniya Hêzên Rojhilat: Êriş nikare têkoşîna me ya azadiyê qels bike

Hevpeymaniya Hêzên Rojhilat kuştina malbata Tewekulî şermezar kir

28 TÎRMEH 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Qanûna çarçoveyî di rojnameya fermî de hat ragihandin

    Qanûna çarçoveyî di rojnameya fermî de hat ragihandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Koma Berxwedan: Em ê bi huner û muzîka xwe rola xwe bilîzin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Qanûna Çarçoveyî hat weşandin: Ji niha û şûn ve dê çi bibe?

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Ji bo avakirina civakeke demokratîk em dixwazin vegerin welatê xwe’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ji hunera xwedawendan ber bi siberojê ve muzîka Kurdî – 5
    Hîvron: Hişê çêkirî naafirîne, kom dike, tevlihev dike

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Erdogan: Bila ser xêrê be

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Qanûna çarçoveyê deriyek vekir, divê êdî em wî deriyê bi temamî vekin’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Abdullah Zeydan: Girêdayî pêvajoyê dê polîtîkayên qeyim ji holê rabin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne