• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
03 TÎRMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Bayindir: Azadî tenê bi xwestek û niyeta baş nabe, têkoşîn pêwîst e

    Bayindir: Azadî tenê bi xwestek û niyeta baş nabe, têkoşîn pêwîst e

    Li Başûr YNKê û Nifşê Nû tifaqek ava kir

    Li Başûr YNKê û Nifşê Nû tifaqek ava kir

    Rojnamegerên Kurd: Astengkirina malperan darbeya li dijî çareseriyê ye

    Rojnamegerên Kurd: Astengkirina malperan darbeya li dijî çareseriyê ye

    Hesabê Ajansa Berûyê yê Xê hate astengkirin

    Hesabê Ajansa Berûyê yê Xê hate astengkirin

    Komkujiya Sêwasê: Me ji bîr nekir, em ê nedin jibîrkirin

    Komkujiya Sêwasê: Me ji bîr nekir, em ê nedin jibîrkirin

    Komedyen Denîz Goktaş hate binçavkirin

    Komedyen Denîz Goktaş hate binçavkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Bayindir: Azadî tenê bi xwestek û niyeta baş nabe, têkoşîn pêwîst e

    Bayindir: Azadî tenê bi xwestek û niyeta baş nabe, têkoşîn pêwîst e

    Li Başûr YNKê û Nifşê Nû tifaqek ava kir

    Li Başûr YNKê û Nifşê Nû tifaqek ava kir

    Rojnamegerên Kurd: Astengkirina malperan darbeya li dijî çareseriyê ye

    Rojnamegerên Kurd: Astengkirina malperan darbeya li dijî çareseriyê ye

    Hesabê Ajansa Berûyê yê Xê hate astengkirin

    Hesabê Ajansa Berûyê yê Xê hate astengkirin

    Komkujiya Sêwasê: Me ji bîr nekir, em ê nedin jibîrkirin

    Komkujiya Sêwasê: Me ji bîr nekir, em ê nedin jibîrkirin

    Komedyen Denîz Goktaş hate binçavkirin

    Komedyen Denîz Goktaş hate binçavkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Tayîp Temel: Em li bendê ne ku Îlham Ehmed jî beşdarî konferansê bibe

Mahmût Altintaş / AW

29 MIJDAR 2025 - 08:05
Kategorî: MANŞET, POLÎTÎKA
A A

Enqere – Cîgirê Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê Tayîp Temel ku ji Çapemeniyê Berpirsiyar e derheqê Konferansa “Aştî û Civaka Demokratîk a Navneteweyî” diyar kir ku ji gelek welatên cîhanê kesayetên navdar dê beşdarî konferansê bibin û got ku ew li ser dixebitin ku Îlham Ehmed jî beşdarî konferansê bibe.

Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) dê di 6-7ê Kanûnê de li Stenbolê Konferansa “Aştî û Civaka Demokratîk a Navneteweyî” li dar bixe. Li bendê ye ku ji Kurdistan, Tirkiye û gelek welatên cîhanê kesayetên navdar beşdarî konferansê bibin. Di konferansê de dê pêvajoya “Aştî û Civaka Demokratîk” a ku ji aliyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ve hatiye destpêkirin bê nîqaşkirin. Ji Baskê heta Afrîkayê, ji Kazakistanê û heta Belçîkayê gelek kes dê bên beşdarî konferansê bibin. Her wiha rêxistina Sînn Feîn a Îrlandayê jî dê beşdarî konferansê bibe.

Cîgirê Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê Tayîp Temel ê ji Çapemenî û Propagandayê Berpirsyar e derbarê konferansê de ji Ajansa Welat re axivî.

Gelek kesayetên navdar beşdar dibin

Tayîp Temel bi lêv kir ku armanca destpêkirina pêvajoya “Aştî û Civaka Demokratîk” ew e ku Kurd û netewên cuda neyên înkarkirin û wiha got: “Pêvajoya dîrokî ji 27ê Sibatê heta roja îro didome. Herî dawî Komîsyona Meclîsê jî çû bi Birêz Abdulah Ocalan re hevdîtin pêk anî. Ev pêvajo ji me re dibêje; ‘Em di demeke nû de ne, ji bo gelê Kurdistanê gelek taybetmendiyên wê hene’. Ji 27ê Sibatê vir ve gelek feylesofên navneteweyî, nivîskar û rewşenbîrên Xelata Nobelê wergirtine hema bêjê derdora 120 kesên navdar piştgiriya xwe ji bo banga birêz Ocalan diyar kirin. Gelek ji wan jî got heke pêvajo bi serkeftî encam bibe divê birêz Ocalan weke namzetê Xelata Nobelê bê nîşandan. Ev jî tê wê wateyê ku ev pêvajo ji bo gelê Kurd xisûsiyetên taybet di nav xwe de dihewîne. Ji ber ku li cîhanê piştgiriyeke mezin heye. Kesên weke Slavoj Zizek, Neom Peach û gelek marksîstên Rojhilata Navîn û qada navneteweyî piştgiriya xwe ji bo fikir û ramanên birêz Ocalan nîşan dan. Em bi vê konferansa 6-7ê Kanûnê dixwazin hinek mijarên di vê pêvajoyê de bi awayekî aşkere bê nîqaşkirin.”

Mabest û nevaroka konferansê

Tayîp Temel derbarê nevarok û mebesta konferansê de jî agahî dan û wiha pê de çû: “Hiqûqnasên navdar ên cîhanê vê pêvajoyê di perspektîfeke çawa de dibînin, feylesofên ku gelek ji wan sosyalîst in çawa fikra pêvajoya Komunên Demokratîk a Birêz Abdullah Ocalan dinirxînin. Dîsa hiqûqnasên navdar ên weke Mohammed Rauf û yên din ji bo mafê heviyê, ji bo azadî û serbestiya birêz Ocalan çi dibêjin. Mafê hêviyê mafekî gerdûnî ye. Ji bo wê jî em dixwazin van mijaran hemûyan bi vê konferansê, bi piştgiriya gelek çavdêran, ne tenê li beşdarên axêver guhdarî bikin, her wiha bila ev mijar werin nîqaşkirin.”

Peyama Abdullah Ocalan dê bê xwendin

Tayîp Temel diyar kir ku amadekariyên konferansê berdewam dikin û banga ji bo beşdariya kesayetên navdar jî didome. Tayîp Temel anî ziman ku çerçoveya konferansê êdî diyar e û wiha axivî: “Ji Belçîkayê hiqûqnasekî navdar Georges Dallemagne tê. Noam Peach jî li ser aştî û sekinandina şer û li ser hiqûq û azadiyê fikir û ramanên wî yên berfireh hene, ew jî tê beşdar dibe. Gelek hiqûqnasên navdar tên. Loura Boldrini jî dê were. Hiqûqnasekî marksîst John Holiwy ku xwedî berhemên girîng in jî tê. Ji herêma Baskê Îgor Zulakia tê. Weke tê zanîn li Baskê pêvajoya aştiyê gelek caran bi astengiyan re rû bir û ma, ji bo serpêhatiya Baskê pir girîng e, ew jî dê ji bo vê mijarê were. Peyama Birêz Abdullah Ocalan jî wê ji aliyê Veysî Aktaş ve bê xwendin. Mebesta me ya konferansê ew ku me û beşdarên konferansê bîne cem hev. Ev konferans dê bi nevarok û beşdarên xwe bandor li ser pêvajoya ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ ku li Kurdistanê û Tirkiyeyê hatiye destpêkirin bike. Encamnameyek jî dê ji bo konferansê bê nivîsandin. Ev encamname jî wê xebatên qada navneteweyî û çerçoveya xebatên dîplomatîk diyar bike.”

 

Li bendê ye ku Îlham Ehmed jî beşdarî konferansê bibe

Tayîp Temel da zanîn ku ew di nava hewldan û xebatê de ne ji bo ku Hevseroka Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Îlham Ehmed jî bê beşdarî konferansê bibe û axaftina xwe wiha domand: “Heke şert û mercên wê pêk werin dê Îlham Ehmed li ser navê Rêveberiya Xweser a li Rojavayê Kurdistanê tev li konferansê bibe. Lê heke ku astengiyên hiqûqî ji holê bên rakirin. Lê heke nekaribe were li vir beşdar bibe jî dê peymakî bişîne an jî bi telekonferansê beşdar bibe. Gelek kes û kesayetên navdar ku em niha navê wan aşkere nakin jî dê bi rêya telekonferansê beşdar bibin.”

‘Ev konferans dê ji bo qada navneteweyî jî derfetan ava bike’

Tayîp Temel destnîşan kir ku piştî konferansê jî xebatên wan dê bidomin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Xebateke enternesyonal hatiye destpêkirin. Bingeha vê xebatê ew e ku em fikir û rêmanên Rêber Ocalan li hemû cîhanê belavbikin, ji nû ve pênasekirina marksîzmê û şîroveya sosyalîzmê li hemû cîhanê ka çawa rastî eleqeyeke mezin tê nîşan bidin. Sosyalîzm bi têkçûyîna sosyalîzma real re ket nava krîzê. Krîzeke navxweyî. Kapîtalîzmê jî êrişeke mezin li ser hemû civakên dinyayê meşand. Berxwedan û sekna sosyalîstan li dijî vê yekê, hewceyî pesindayînê ye lê teoriya sosyalîstan ji aliyê Birêz Ocalan ve ji nû ve tê şîrovekirin. Teoriya çînî, teoriya dewlet û netew dewletan jî ji nû ve dinirxîne. Ev konferans wê derfetê ji bo qada navneteweyî ji fikir û remanên Birêz Ocalan agahdar bibe û derxe holê. Jixwe eleqeyek mezin jî heye. Ez bawerim di demên pêş de li qada navneteweyî wê xebateke mezin a entarnasyonal bê lidarxistin. Em ê ji qada navneteweyî bang li Tirkiyeyê dikin û vê fikir û ramanan Birêz Ocalan agahdar bibin û zemîna pêşeroja enternasyonal xurt bibe. Xebatên dîplomatîk û navneteweyî bi encamnameya vê konferansê dê xurttir bibe. Banga me ew e kesayetên ku me vexwendine an venexwendine, yên ku van kesayetên navdar nas dikin, fikir û ramanên wan meraq dikin di 6-7ê Kanûnê de li konferansê bin. Em dixwazin kesên konferansê bişopînin û beşdar bibin sûdê ji van nirxandinan werbigirin.”

 

 

 

Etîket: Îlham EhmedKonferansa Navneteweyî ya Aştî û Civaka DemokratîkTayîp Temel
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Îlham Ehmed û Mazlûm Ebdî ji Ewropayê vegeriyan

Îlham Ehmed û Mazlûm Ebdî ji Ewropayê vegeriyan

24 HEZÎRAN 2026
Îlham Ehmed û Mazlûm Ebdî û bi Jean-Noel Barrot re civiyan

Îlham Ehmed û Mazlûm Ebdî û bi Jean-Noel Barrot re civiyan

19 HEZÎRAN 2026
Îlham Ehmed serdana Şêxmeqsûdê kir

Îlham Ehmed serdana Şêxmeqsûdê kir

1 HEZÎRAN 2026
Îlham Ehmed koçberên vegerîn Efrînê ziyaret kirin

Îlham Ehmed koçberên vegerîn Efrînê ziyaret kirin

29 GULAN 2026
Îlham Ehmed piştî 9 salan Efrînî guhdar kirin

Îlham Ehmed piştî 9 salan Efrînî guhdar kirin

29 GULAN 2026
Mazlûm Ebdî û Îlham Ehmed bi şandeya koçberên Serêkaniyê re civiyan

Mazlûm Ebdî û Îlham Ehmed bi şandeya koçberên Serêkaniyê re civiyan

6 GULAN 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Malpera ajansa me û Azadiya Welat hatin astengkirin

    Malpera ajansa me û Azadiya Welat hatin astengkirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Malpera me wê li ser ajansawelat1.com weşana xwe bidomîne

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Rojnamegerên Kurd: Astengkirina malperan darbeya li dijî çareseriyê ye

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Sezaî Temellî: Ji bo qanûna çarçoveyê mutabakatek heye

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ROJEVA 2yê TÎRMEHA 2026an

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • KCK: Ne Rêber Apo ne jî Tevgera me emrîwaqiyê qebûl nake

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Demîrtaş dê bi malbata Kabaîş re hevdîtinê bike

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Hesabê Ajansa Berûyê yê Xê hate astengkirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Komkujiya Sêwasê: Me ji bîr nekir, em ê nedin jibîrkirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Komkujiya Sêwazê ji ber redkarî û yekparêziyê hat pêkanîn’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • TÎRMEH 2026 (38)
  • HEZÎRAN 2026 (821)
  • GULAN 2026 (787)
  • NÎSAN 2026 (1047)
  • ADAR 2026 (1153)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne