• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Salvegera Ajansa Welat bi coş hat pîrozkirin

Amed / AW

27 MIJDAR 2025 - 21:04
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Yekemîn salvegera avakirina ajansa me li ÇandAmedê bi şahiyekî hat pîrozkirin. Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak di pîrozbahiyê de axivî û got: “Ev vejîn, ev rojbûn bûye rojbûna Ajansa Welat, rojbûna welatê me û rojbûna gelê Kurdistanê.”

Ajansa Welat 27ê Mijdarê di sal a 2024an de bi dirûşma “Deng û Rengê Welat” dest bi weşanê kir. Ji bo salvegera Ajansa Welat li Navenda ÇandAmedê ya navçeya Bajarê Nû ya Amedê di saet 18.30an de şahiya pîrozbahiyê hat darxistin. Partiyên siyasi, nûnerên saziyên sivîl, hevşaredarên Amedê û gelek endamên Çapemeniya Azad tevlî şahiyê bûn. Şahî bi rêzgirtinê destpê kir û bi temaşekirina sînevîzyonê berdewam kir. Piştî sînevîzyonê xwediyê îmtîyazê yê ajansê Fexreddîn Kiliç û Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak axivîn.

‘Em bi saya Tevgera Azadiyê hatin vê astê’

Xwediyê îmtiyazê yê Ajansa Welat Fexreddîn Kiliç, di destpêka axaftina xwe de ji bo rojnameger Huseyin Aykol ê ku li nexweşxaneyê tedawî dibîne şîfa xwest û wiha got: “Ajansa me ya Welat beriya salekî bi dirûşmeya “Deng û Rengê Welat” hat damezrandin.  Armanca me ya damezrandina Ajansa Welat ji bo em ji polîtîkayên bijaftinê yên li ser zimanê me re bibin bersiv. Em ragihandina Çapemeniya Azad êdî xwerû Kurdî weşanê dike û em bi vê yekê pir kêfxweşin. Bi rastî Ajansa Welat di heman demê de bi rojekî dîrokî hat avakirin. Bi rastî em ji bo vê yekê kêfxweşin. Heger em heta wan roja hatibin û me Ajansa Welat avakiribe bi saya tekoşîna Tevgera Azadiyê ye, saya gelê kurd e.”

‘Em wek Ajansa Welat em ê bêtir cîh bidin zimanê xwe’

Fexreddîn Kiliç xebatkarên Çapemeniya Azad yên ku jiyana xwe ji dest dane bi bîr anî û bal kişand ser pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk û rol û rista çapemeniya Azad. Kiliç axaftina xwe wiha domand: “Belê Ajansa me di rêya heqîqetê de, di şopa şehîdên çapemeniyê de kar û xebatên xwe didomîne. Divê em şehîdên xwe yê çapemeniyê jî bi bîr bînin.  Ji Apê Mûsa heta Gurbetellî Ersozan, ji Ersîn Yildiz heta Nesrîn Tekeyan, ji Kadrî Bagdu heta Nagihan Akarselan, ji Nazim û Cîhan heta Azîz û Egîd Roj em hemû şehîdên çapemeniyê careke din li vir bi bîr tînin. Belê Ajansa Welat bi rastî ji bi tevlîbûna di karwana Çapemeniya Azad de rol û riste ku girîng hilgirt ser milê xwe, divê em jî vê rol û rista xwe baş bi cîh bîninî Divê em xwedî li zimanê xwe bi taybetî, çanda xwe, hunera xwe derkevin û bi taybetî jî ji bo ragihandineke xwerû bi kurdî bikin divê em bêtir xwedî li Ajansa Welat derkevin. Divê ev pêvajoya ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dayî destpêkirin berdewam dike, heya astekî hatiye û vê derê rol û rista Çapemeniya Azad jî girîng e. Em wek Ajansa Welat em ê bêtir cîh bidin zimanê xwe, çanda xwe, hunera xwe. Divê em li her qadê xwedî li zimanê xwe derkevin.”

‘Roja vejînê û roja Ajansa Welat pîroz be’

Piştî axaftina Fexredîn Kiliç, Hevşaredara Bajarê Mezin Serra Bucak jî axivî. Hevşaredar Serra Bucak salvegera Ajansa Welat pîroz kir û wiha got: “Çapemeniya Azad ez bawerim derdora 40 sale li pey rastiyê digere, şopa heqîqetê wek alekî ji destan ji derbasî destan dike. Ev al derbasî destê nifşên nû dibe. Çapemeniya Azad wek dibistaneke 40 sal e rê vedike û doza azadiya gelê Kurd hertim tîne ziman. Rêya Ajansa Welat vekirî be, rêya me her tim vekirî be. Bi rastî Ajansa Welat dengê me ye, rengê me ye, rengê welatê Kurdistanê ye. Îro jî bi rastî dîrokekî gelekî girîng e, rojbûna gelê kurd e, vejîna gelê kurd e. Ev rasthatineke gelekî xweşe ku ev vejîn, ev rojbûn bûye rojbûna Ajansa Welat, rojbûna welatê me û rojbûna gelê Kurdistanê.”

Piştî axaftina Koma Govendê ya Komeleya Çand û Hunerê ya Dîcleyê derketin ser dikê û herî dawiyê de hunermend Arhat bi stranên xwe ve mêvan coşand.

    

Etîket: Ajansa Welatpîrozsalvegervejîn
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Ji komploya navdewletî ber bi çareseriya demokratîk ve

Ji komploya navdewletî ber bi çareseriya demokratîk ve

5 COTMEH 2026
Înîsiyatîfa Yekîtiyê: Ji bo aştiyeke mayînde gavên berbiçav biavêjin

‘Jin çirûska azadî û demokrasiyê ne

16 ÎLON 2026
Hesabê Instagramê ya ajansa me hat astengkirin

Hesabê Instagramê ya ajansa me hat astengkirin

16 ÎLON 2026
Bavê Jîna Emînî: Hezaran ewlad tev li malbata me bûn

Bavê Jîna Emînî: Hezaran ewlad tev li malbata me bûn

14 ÎLON 2026
Ji Xê sosretiya wergerê: Grok bi hişmendiya çandî û hesasiyeta civakî nizane

Ji Xê sosretiya wergerê: Grok bi hişmendiya çandî û hesasiyeta civakî nizane

24 TEBAX 2026
Ji qeyrana sedsalî ber bi firsenda dîrokî ve: Peymana Lozanê û pêvajoya aştiyê

Ji qeyrana sedsalî ber bi firsenda dîrokî ve: Peymana Lozanê û pêvajoya aştiyê

24 TÎRMEH 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne