• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Nivîskar Tamîr: Divê statuya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan were nasîn

    Nivîskar Tamîr: Divê statuya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan were nasîn

    Li dijî Şaredariya Esenyurtê operasyon: 17 binçavkirin

    Li dijî Şaredariya Esenyurtê operasyon: 17 binçavkirin

    ROJEVA 18ê TEBAXA 2026an

    ROJEVA 7ê COTMEHA 2026an

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Nivîskar Tamîr: Divê statuya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan were nasîn

    Nivîskar Tamîr: Divê statuya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan were nasîn

    Li dijî Şaredariya Esenyurtê operasyon: 17 binçavkirin

    Li dijî Şaredariya Esenyurtê operasyon: 17 binçavkirin

    ROJEVA 18ê TEBAXA 2026an

    ROJEVA 7ê COTMEHA 2026an

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

TJAyê starta rêzeçalakiyên 25ê Mijdarê da

Wan / AW

9 MIJDAR 2025 - 17:48
Kategorî: JIN, ROJANE
A A
TJAyê, bi daxuyaniyekê starta rêzeçalakiyên xwe yên têkildarî 25ê Mijdarê Roja Têkoşîna Li Dijî Şideta Li Ser Jinan da. TJAyê da zanîn ku ew dê ji bo jiyaneke bê tundî têkoşîna xwe mezintir bikin.

Tevgera Jinên Azad (TJA), li Qeraxa MollaKasimê ya Behra Wanê ku laşê Rojîn Kabaîş lê hatibû dîtin, bi daxuyaniyekê starta rêzeçalakiyên xwe yên 25ê Mijdarê Roja Têkoşîna Li Dijî Şideta Li Ser Jinan da. Di daxuyaniyê de pankarta “bi civaka demokratîk, ber bi jiyana azad a bê tûndî ve” hat vekirin û dirûşmeyên “jin jiyan azadî” û “Rojîn Kabaîş sedema serhildana me ye” hatin berzkirin. Hevşaredara Bajarê Mezin a Wanê Neslîhan Şedal, hevseroka DBPê ya Wanê Gonul Ûzûnay, hevseroka DEM Partiyê ya Wanê Gulşen Kûrt, endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê, aktivîstên TJAyê û gelek jin tev li daxuaniyê bûn.

‘Her sal li Tirkiyeyê sed hezaran jin tên kuştin’

Aktivîsta TJAyê Evîndar Akbûlût metna daxuyaniyê xwend û da zanîn ku heta ku jin hebe dê berxwedan jî hebe. Evîndar Akbûlûtê anî ziman ku tundiya li ser jinê ne tenê kiryara kesekî, lê belê ev encama pergala mêrserwer e û wiha berdewam kir: “Ev îdeolojiya ku mêrserwer û kapîtalîst hatiye avakirin, her roj bi rengeke nû dijî û jinan qetil dike. Di malan, kolanan de, di nava bajar û gundan de, di siyaseta dewlet û dîroka civakî de jin her gav tê qirkirin û bêdengkirin. Ev tundî û qirkirin ne tenê li ser jinan e, li ser zarokan, xwezayê û hemû jiyanê ye. Her sal li Tirkiyeyê sed hezar jin bi destê mêran tên kuştin, lê belê pergala edaletê hêj jî bêdeng e. Li bajarê Wanê jî her roj em di nav rewşeke pir xetere de dimînin. Jinên ku dixwazin bi xewnên, nasname û azadiya xwe bijîn, têne kuştin.”

‘Tundiya li ser jinê pirsgirêka pergala mêrserweriyê ye’

Bi domdarî Evîndar Akbûlût bal kişand ser rewşa Rojîn Kabaîş û da zanîn ku li Wanê weke Rojîn Kabaiş bi hezaran jin hene ku bi navê desthilatdariya malbatê hatine kuştin, lê dosyayên wan qet nayên vekirin. Evîndar Akbûlût diyar kir ku dewlet û zagonên wê tundiya mêran diparêze û got: “Tundiya li ser jinê ne pirsgirêka malbatê ye, ev pirsgirêka pergala mêrserweriyê ye. Di nava vê pergalê de ku her tişt li ser hêrs, mêrperest û kontrola mêr hatiye avakirin, jin bi her cûre bêrûmetiyê re rû bi rû dimîne. Lê em jin bi rûmeta berxwedanê, bi hêviya azadiyê di hemû qadên jiyanê de dixebitin û li ber xwe didin ku vê pergalê biguherînin. Berxwedana jinê ne tenê di nava şer de ye, jin di her qada jiyanê de xebatan dimeşîne û têkoşîna xwe mezintir dike.”

‘Em ê tundiya li ser jinan bi dawî bikin’

Evîndar Akbûlût destnîşan kir ku ew weke TJAyê dibêjin ku aştî jiyaneke azad û bê tundî ye. Evîndar Akbûlût da zanîn ku ev şer ne tenê qirkirina mirovan e, bi qirkirina xwezayê jî tê meşandin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Şerê herî mezin kuştina dar, çem hwd. e. Ji ber vê yekê em ji şer re dibêjin ‘na’. Em dizanin ku ji şer û tundiya mêserwerî tenê bi hevparî û têkoşîna jinan dikare bê guhertin. Aştî ne fermana dewletan e, aştî bi destên jinan tê avakirin. Li Wanê em bi ruhê Rojîn û hemû jinên hatine qetilkirin dibêjin ku em dê jiyan wan bi rengê berxwedanê bidomînin. Em ê bi yek deng û rengî tundiya li ser jinan bi dawî bikin. Em ê bi kom, hevparî û bi hêvî civaka demokratîk ava bikin û em ê bi ruhê şoreşa ‘jin jiyan azadî’ bibêjin ku ber bi azadiya jinê, ber bi jiyana bê tundî.”

Daxuyanî bi çepik û dirûşmeyan bi dawî bû.

Etîket: 25ê Mijdar25ê Mijdarê Roja Navneteweyî ya Têkoşîna li Dijî Şideta li Ser JinanrêzeçalakîTJAWan
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Li Wanê peyarê hem teng in hem jî wesayît li ser in

Li Wanê peyarê hem teng in hem jî wesayît li ser in

6 COTMEH 2026
Welatiyên Wanî: Perwerdehiya herî girîng exlaq e

Welatiyên Wanî: Perwerdehiya herî girîng exlaq e

25 ÎLON 2026
‘Jîna di dirûşma Jin, Jiyan, Azadî û têkoşîna hevpar a jinan de dijî’

‘Jîna di dirûşma Jin, Jiyan, Azadî û têkoşîna hevpar a jinan de dijî’

19 ÎLON 2026
Ji TJAyê daxuyaniya Kobanê: Jiyana hevpar hedef tê girtin

Ji TJAyê daxuyaniya Kobanê: Jiyana hevpar hedef tê girtin

13 ÎLON 2026
Dosyaya Rojîn Kabaîş: Di wesayîtekê de çend kes hatine tespîtkirin

Dosyaya Rojîn Kabaîş: Di wesayîtekê de çend kes hatine tespîtkirin

4 ÎLON 2026
TJA: Bila delîlên di dosyaysa Rojîn Kabaîş de bên lêkolînkirin

TJA: Bila delîlên di dosyaysa Rojîn Kabaîş de bên lêkolînkirin

26 TEBAX 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne