• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Wezîrê Tirkiyeyê çav berdaye petrola Kurdistanê

Mehmet Alî Ertaş /AW

3 MIJDAR 2025 - 08:05
Kategorî: MANŞET
A A
Amed – Wezîrê Çavkaniya Enerjî û Tabîî Alparslan Bayraktar, di salên dawî de li çiyayê Gabar, Cûdî, Xerzan, Amed, Semsûr û Êlihê kolandina bîran zêde kiriye û çav berdaye petrola Kurdistanê.
Wezîr plan dike ku tenê li Amedê 24 bîrên petrolê û li bakurê Kurdistanê jî 153 bîrên petrolê veke û hemû çavkaniyên enerjiya Kurdistanê pêşkêşî şîrketên xwe bike.

Li gorî lêkolîn û xebatên ku 106 sal berê ya Sultanê 2yemîn Abdulhamîd li ser çavkaniyên petrolê kiribû, diyar kiribû ku çavkaniyên petrolê li bajarên Mêrdîn, Amed, sêrt û Colemêrgê heye. Çavkanî diyar dikin ku ji sedî 70 petrola Tirkiyeyê ji Kurdistanê ye. Wezirê Çavkaniya Enerjî û Tabîî Alparslan Bayraktar jî, di 29ê Cotmehê de diyar kir ku dê li 4 qadên Amedê 24 bîrên petrolê bikole. Li Amedê jî rojê 698 varîl petrol ji bîra Karacan tê derxistin. Wezaret plan dike ku li Amed, Şirnex û bajarên din 153 bîrên din ên petrolê veke.

Di nava welatên cîhanê de herî zêde petrol li Venezuellayê heye. Di rêza duyemîn de Erebîstana Siûdî, di rêza sêyemîn de Îran, di rêza çaremîn de Iraq û di rêza pêncemîn de jî Azerbeycan heye.

Di 5ê îlona sala 1960an de  li Bexdayê OPEC (The Organization of the Petrolum Exporting Countries1) hat avakirin. Di nava OPECê de welatên Cezayir, Kongo, Ekvator Ginesi, Gabon, Îran, Irak, Kuveyt, Libya, Nijerya, Suudi Arabistan, Emîriyên Ereb ên Yekbûyî û Venezüella cihê xwe girtin. Li gorî çavkaniyên cîhanê ji sedî 79,5 petrol di sînorê welatên OPECê de ye. Di nava welatên OPECê de ji sedî 67,2 ji welatên Rojhilata Navîn (Iraq, Îran, Erebîstanê derdikeve. Li Tirkiyeyê jî herî zêde petrol ji Bakurê Kurdistanê li Iraqê li Başurê Kurdistanê, li Îranê ji Rojhilatê Kurdistanê petrol derdikeve. Ev jî nîşan dide ku petrola Rojhilata Navîn herî zêde ji Kurdistanê derdikeve.

Petrola Tirkiyeyê ji Bakurê Kurdistanê ye

Li gorî daneyên Midûrê Giştî yê Petrolê di sala 2011an de li Tirkiyeyê 170ê bîrên petrolê hatin kolandin. Herî zêde li bîra Karacan a li Amedê hatiye kolandin petrol tê derxistin. Rojê 698 varîl petrol tê derxistin. Li gorî daneyên midûriyetê ji sedî 70ê petrola Tirkiyeyê ji bakurê Kurdistanê ye.

Li gorî lêkolîn û raporên Şirîkatiya Anonîm a Petrolên Tirkiyeyê (TPAO) li çiyayê Curî û Gabarê yên Şirnexê 1 milyar varil petrol heye. Li ser tespît û lêkolînan heta nîsana 2023an bi dehan bîrên petrolê li çiyayê Gabar û Cudî yên Şirnexê hatin kolandin.

Wezareta Çavkaniyên Enerjiyê yê Tirkiyeyê, ji bo petrola Çiyayê Gabarê, heta nîsana 2024an 33 bîrên petrolê kolan. Li gorî agahiyên Wezîrê Enerjiyê Alparslan Baykartak heta nîsana 2024an, li Çiyayê Gabarê rojê herî kêm 40 hezar varîl petrol ji zikê erdê tê derxistin. Serokkomar û Serokê AKPê Tayip Erdogan jî di 2ê Gulana 2023an de gotibû armanc dikin ku li Çiyayê Gabarê rojê 100 hezar varîl petrolê derxin.

Rojên borî Wezîrê Çavkaniyên Enerjiyê Alparslan Bayraktar daxuyaniyek da û diyar kir ku şîrketeke Amarîkî li Amedê 6,1 milyar varîl petrola tahtan dîtiye. Tê diyarkirin ku ev petrol tenê ji sedî 10ê wê dê karibe têra sotemeniya Tirkiyeyê ya 3 salan bike.

Dê li Kurdistanê 153 bîrên petrolê vekin

Wezîr Alparslan Bayraktar, di adara 2025an de aşkere kiribû ku di serî de li Çiyayê Gabar û bi giştî dê li Wan, Amed û sînorên Sûriyeyê 153 bîrên petrolê vekin. Wezîr diyar kiribû ku tenê li çiyayê Gabarê ji 95 bîrên petrolê rojê 78 hezar varîl petrolê derdixin.

Wezîr di 7ê cotmehê de jî daxunaniyek dabû û diyar kiribû ku rojê 110 hezar varîl petrol derdixe. Armanc dike ku di 2025an de rojê 172 varîl petrol derxînin. Wezîr di 28ê cotmehê de jî diyar kiribû ku li çiyayê Gabarê rojê 80 hezar varîl petrol derdixin.

Ji sedî 61ê petrolêji Gabarê derdixin

Li gorî  daneyên Navenda Lêkolîna Polîtîka û Stratejiyên Enerjiya Tirkiyeyê ya Adara 2025an li Tirkiyeyê rojê 132 hezar varîl petrol dihat hilberandin. Li gorî daxuyaniya wezîr jî tenê li Gabarê rojê 80 hezar varîl petrol tê hilberandin. Ev jî nîşan dide ku Petrola Tirkiyeyê ji sedî 61 petrol ji Gabarê tê derxistin.

Etîket: AlparslanBayraktarCûdîGabarKurdistanpetrolWezîr
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Xebatên vekirina deriyê sînor ê Nisêbîn û Qamişloyê dest pê kir

Xebatên vekirina deriyê sînor ê Nisêbîn û Qamişloyê dest pê kir

24 ÎLON 2026
Rejîma Îranê lez da biryarên darvekirinê

Rejîma Îranê lez da biryarên darvekirinê

31 TEBAX 2026
Li Şemrex û Dêrikê serdana bîranînan

Li Şemrex û Dêrikê serdana bîranînan

31 TEBAX 2026
Ji Kongra Star berteka li dijî Îranê: Darvekirin nikare dengê gelan bibire

Ji Kongra Star berteka li dijî Îranê: Darvekirin nikare dengê gelan bibire

31 TEBAX 2026
Sebahat Tuncel: Bi destxistina maf û azadî girêdayî têkoşîna rêxistinî ye

Sebahat Tuncel: Bi destxistina maf û azadî girêdayî têkoşîna rêxistinî ye

31 TEBAX 2026
Amerîka û Îranê êrişî hev dikin: Petrol biha dibe

Amerîka û Îranê êrişî hev dikin: Petrol biha dibe

13 TÎRMEH 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne