• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
21 TEBAX 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

‘Me ji bo Kobanê sînoran rakir’

Omer Demîr / AW

1 MIJDAR 2025 - 10:10
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Amed – Burhan Yildirimê ku di dema şerê Kobanê de berdevkê Mala Gel bû diyar kir ku gel bi jiyanek komunal xwedî li berxwedana Kobanê derket û got: “Me sînoran rakirin.”

DAIŞê di 14ê Îlona 2014an de êrişî Kobanê kir. Piştî êrişa DAIŞê şerê giran dest pê kir. Li seranserî cîhanê gel rabû ser pêya û xwedî li Kobanê derket. Gelê Kobanê ji ber şer û êrişên giran neçar ma ku derbasî bajarên bakurê Kurdistanê bibin. Bi hezaran kes li Amedê bicih bûn. Gelê Amedê, saziyên civakî û partiyên siyasî alîkarî kom kirin û li xelkê Kobanê belav kirin. Yek jî wan saziyan jî Malên Gel bûn. Berdevkê Mala Gel a Taxa Medya ya navçeya Peyasa Amedê Burhan Yildirim têkildarî xwedîderketina li Kobanê axivî.

‘Me ji bo Kobanê sê mehan nobet girt’

Burhan Yildirim diyar kir ku dema şerê Kobanê dest pê kir ew berdevkê Mala Gel ya Taxa Medya ya Peyasê bû û wiha axivî: “Dema şerê Kobanê dest pê kir em çûn li ser sînor û me dest bi çalakiya nobedê kir. 3 mehan em li wir man. Ji Stenbolê heta tevahî bajarên Kurdistanê gel herikîbûn sînorê Kobanê. Dema me bihîst ku bajarê Kobanê ketiye tengasiyê û piştgirî hewce ye, em çûn ser sînor û me têlên sînor rakir. Paşê bi hezaran kes derbasî Kobanê bû. Leşkeran êrişî me kir lê dîsa jî me sînor derbas kir. Em çûn Mala Gel ya Kobanê, me alîkarî gelê li wir kir. Paşê em vegeriyan lê gelek kes li wir man. Tev li berxwedana Kobanê bûn.”

‘Tiştê li wir pêk hat divê ji bo pêşeroja me bibe mînak’

Burhan Yildirim da zanîn ku dema gelê Kobanê hat Rihayê, gel çi ji destê wan hat kirin û her tiştên xwe parve kirin û got: “Wê demê zêde amadekariya me tune bû. Bi alîkariya gel, sazî û partiyê me alîkariyan belav kir. Me 3 gundan amade kiribû gelê me yê hat, me wan li wir bicih kir. Nêzî 3 mehan em li wir man û me alîkarî belav kir. Bi alîkariya gelê welatparêz me aşxane ava kir û me xwarin belav kir. Tiştê li wir pêk hat divê ji bo pêşeroja me bibe mînak. Wekî birêz Abdullah Ocalan got divê em xwe bi rêxistin bikin û ji her tiştî re amade bin.”

‘Gel bi ruhê seferberiyê xwedî derket’

Burhan Yildirim destnîşan kir ku wan ji bo kesên hatin taxê komîsyonek ava kiribû û ev komîsyon ji bo xelkê Kobanê dixebitî û wiha got: “Xelkê me yê taxê her tiştî dişandin û me kom dikir. Xwarin, alavê jiyanê hatin berhevkirin. Gelê me ji bo Kobanê bi ruhek û jiyanek komunal tevgeriya û xwedî derket.”

‘Bi saya berxwedanê Kobanê rizgar bû’

Burhan Yildirim bi bîr xist ku piştî wan bihîst rewşa Kobanê nebaş e ew ji bo Kobanê daketin qadan û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Çalakiyên me li seranserî Amedê 4 rojan bênavber berdewam kirin. Serhildanekî gelek mezin pêk hat. Bi saya berxwedana gelê Kurd û dostên wan Kobanê rizgar bû. Gelek ciwan xwîna xwe rijandin. Divê em wan ji bîr nekin. Piştî Kobanê azad bû ew kesên li vir jî vegeriyan Kobanê. Me bi komî wan dişand Kobanê. Îro jî ji bo jiyanekî komunal û demokratîk berxwedana me didome.”

Etîket: 1ê Mijdarê Roja Kobanê ya CîhanêKobanê
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

‘Dê mafên xwendekaran û kadroyên perwerdeyê bên mîsogerkirin’

‘Dê mafên xwendekaran û kadroyên perwerdeyê bên mîsogerkirin’

23 TÎRMEH 2026
Şoreşa Rojava li Kobanê hate pîrozkirin

Şoreşa Rojava li Kobanê hate pîrozkirin

19 TÎRMEH 2026
Şandeyeke Amerîkî serdana Kobanê kir

Şandeyeke Amerîkî serdana Kobanê kir

14 TÎRMEH 2026
Kampanyaya ‘Kobanê Nasname Ye’: Navê wê Kobanê ye, ne ‘Eyn el Ereb’ e

Kampanyaya ‘Kobanê Nasname Ye’: Navê wê Kobanê ye, ne ‘Eyn el Ereb’ e

13 TÎRMEH 2026
Li Kobanê konsera ji bo piştgiriya YPJê

Li Kobanê konsera ji bo piştgiriya YPJê

11 HEZÎRAN 2026
600 koçberên din gihîştin Efrînê

600 koçberên din gihîştin Efrînê

19 GULAN 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Qanûna çarçoveyî di rojnameya fermî de hat ragihandin

    Qanûna çarçoveyî di rojnameya fermî de hat ragihandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Koma Berxwedan: Em ê bi huner û muzîka xwe rola xwe bilîzin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Qanûna Çarçoveyî hat weşandin: Ji niha û şûn ve dê çi bibe?

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Ji bo avakirina civakeke demokratîk em dixwazin vegerin welatê xwe’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ji hunera xwedawendan ber bi siberojê ve muzîka Kurdî – 5
    Hîvron: Hişê çêkirî naafirîne, kom dike, tevlihev dike

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Erdogan: Bila ser xêrê be

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Qanûna çarçoveyê deriyek vekir, divê êdî em wî deriyê bi temamî vekin’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Abdullah Zeydan: Girêdayî pêvajoyê dê polîtîkayên qeyim ji holê rabin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne