• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Bi girseyî serdana sersaxiya du gerîlayan hate kirin

Amed / AW

17 COTMEH 2025 - 16:34
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Bi pêşengiya MEBYA-DERê bi awayekî girseyî serdana sersaxiya du gerîlayan hate kirin. Di sersaxiyê de hate gotin ku têkoşîna gelê Kurd bi saya cangoriyên azadiyê hate van rojan.

Ji bo endamê YPSê Yusuf Gucel (Ferhad Amed) ê ku di 25ê Gulana 2017an de li Metînayê û ji bo endama YJA-Starê Hîcran Koçer (Besê) a ku di sala 1995an de di encama êrişên artêşa Tirk de jiyana xwe ji dest dabûn li navçeya Rezana Amedê şîn hatin danîn. Şîna Yusuf Gucel li Mala Şînê ya Omerliyê û şîna Hîcran Koçer jî li Mala Şînê ya Odabaşiyê hatin danîn.

Bi pêşengiya Komeleya Çand Yekîtî Piştevanî û Alîkariya Ya Malbatên Li Dergûşa Şaristaniyê Xizmên Xwe Winda kirine (MEBYA-DER) serdana şînan hate kirin. Hevserokê Giştî yê DBPê Keskîn Bayindir û parlamenterên DEM Partiyê jî di nav de girseyek qelebalix çûn serdana şînan kirin.

Girse ewilî serdana şîna Gucel kir û paşê jî serdana şîna Hîcran Koçer hate kirin. Di şînan de gelek caran dirûşmeyên wekî “Şehîd namirin” û “Bijî berxwedana gerîla” hatin berzkirin.

‘Hebûn û xwebûna Kurdan parastin’ 

Parlamentera DEM Partiyê ya Mûşê Sumeye Boz di şînê de axivî û doza cangoriyên azadiya Kurdistanê ji bo parastina rûmet û hebûna Kurdan e û got ku ew ê têkoşîna azadiyê bigihînin armanca wê.

‘Paradigma dê bibe ronesansa Rojhilata Navîn’

Hevserokê MEBYA-DERê Ramazan Dengîz jî wiha axivî: “Ya ku vê pêvajoyê daniye pêşiya me, têkoşîn û keda şehîdên Kurdistanê ye. Paradîgmaya ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ ya ku ji aliyê Rêber Apo ve hatiye destpêkirin dê bibe ronesansa Rojhilata Navîn.”

‘Em şîn û reş girê nadin, em serbilind in’

Hevserokê Giştî yê DBPê Keskîn Bayindir jî axivî û anî ziman ku ew ê heta dawiyê têkoşîna xwe ya azadiyê bidomînin û wiha got: “Vê têkoşîna ku ew leheng û qehremanên miletê Kurd dane meşandin, em ê weke malbat û gelê Kurd ji bîr nekin û li pey wan bidin meşandin. Em şîn û reş girê nadin. Em zanin li her bihostek axa Kurdistanê êş û jan heye. Lê em tiştekî din jî dizanin miletekî ku fedayî û qehremanên wî hebe dê bigihîje serkeftinê û jiyanê bi azadiyê tacîdar bike. Em îro li vir şînê girê nadin, em serbilind in. Heta azadiya Rêber Apo û ya gelê Kurd pêk were em ê vê têkoşînê berdewam bikin. Ev têkoşîn bi saya hevkariyê, têkoşîn û kedê hate van rojan.”

 

Etîket: HPGMEBYA-DERpkksersaxî
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Cenazeyê Mevlût Elver li Goristana Xaçortê hat veşartin

Cenazeyê Mevlût Elver li Goristana Xaçortê hat veşartin

1 COTMEH 2026
MEBYA-DERa Êlihê Riza Altûn û şehîdên meha îlonê bi bîr anî

MEBYA-DERa Êlihê Riza Altûn û şehîdên meha îlonê bi bîr anî

30 ÎLON 2026
HPG: Li hemberî kesên ku bi navê gerîla alîkariya madî kom dikin hişyar bin

HPG: Li hemberî kesên ku bi navê gerîla alîkariya madî kom dikin hişyar bin

17 ÎLON 2026
Ji Êlihê heta Qersê bernameyên bîranînê didomin

Peyama HPGê ya ji bo şehîdan: Şehîdên me di dil û mejiyê me de neqişîn

15 ÎLON 2026
Li Mûşê û Stenbol şehîd tên bi bîranîn

Li Mûşê û Stenbol şehîd tên bi bîranîn

10 ÎLON 2026
Li Wanê şehîdên azadiyê tên bibîranîn: Ew rûmeta me ne

Li Wanê şehîdên azadiyê tên bibîranîn: Ew rûmeta me ne

10 ÎLON 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne