• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

MKGê li Wanê şaxa xwe vekir

Wan / AW

18 ÎLON 2025 - 19:03
Kategorî: JIN, ROJANE
A A
Seroka Giştî ya MKGê Roza Metîna ku di merasîma vekirina Şaxa MKGê ya Wanê de axivî, bal kişand ser girîngiya rojnamegerên jin û got: “Zext û êrîş berdewam dikin, lê rojnamegerên jin hem bi kamerayên xwe û hem jî bi pênûsa xwe li qadan amade ne.”

Komeleya Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê (MKG) bi merasîmekê şaxa xwe ya Wanê vekir. Wêneyên rojnamevanên jin ên çapemeniya azad ku di êrîşan de jiyana xwe ji dest dane û pankartên “Çapemeniya azad nayê bêdengkirin” di avahiya komeleyê de hatin daliqandin.Hevşaredara Bajarê Mezin a Wanê Neslihan Şedal, Hevberdevka Însiyatîfa Yekitiya Demokratîk Gulcan Kaçmaz Sağyiğit, Tevgera Jinên Azad (TJA), Meclîsa Jinan ên Wanê yên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (Partiya DEM) û Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), rêveberên jin ên Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Wanê, endamên Komeleya Rojnamegerên Dîcle Firatê (DDG), xebatkarên jin ên ku ji hêla qeyûmê Wanê ve ji kar hatine avêtin û rojnamevanên jin ên li bajêr tev li merasîmê bûn.

‘Rojnamegerên jin êdî xwedî MKGê ne’

Di merasîmê de ewilî rojnameger Oznur Deger axivî û diyar kir ku vekirina şaxek MKG ya li Wanê pêwîstiyeke pir girîng bû. Oznur Deger, di berdewamiyê de êrîşên li ser bi bîr xist û got: “Rojnameger ji serdemên herî tarî yên dîrokê ve bûne hedefa hikûmet û dewletê û îro, di pêvajoya nû ya ku ji hêla Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ve hatiye destpêkirin de, em careke din dibînin ku jin dibin hedef. Em dizanin ku civak bêyî çapemeniya azad azad nabe. Em dizanin ku jin, rengê civakê ye û divê xwe birêxistin bikin. Ji Gurbetelliyê bigire heya Nagihan û Cîhan, em têkoşîna xwe ya ji bo rastiyê birêxistin dikin. Niha, rojnamegerên jin xwedî MKGê ne ku ew dikarin tê de xwe birêxistin bikin.”

‘Em hêza xwe ji Nagihan, Gurbetellî û Gulistanê digirin’

Seroka Giştî ya MKGê Roza Metîna jî bal kişand ser têkoşîna rojnamegerên jin û wiha got: “Em bi mîrateya têkoşîna bi salan hatine vê rojê û ev mîrat hêzê dide me. Zext û êrîş berdewam dikin, lê rojnamevanên jin hem bi kamerayên xwe û hem jî bi pênûsa xwe li qadan amade ne. Duh li Mersînê êrîşî hevkarên me kirin. Em careke din êrîşê şermezar dikin. Tevî hemû êrîşan, rojnamevanên jin ên ku biryardariya xwe ya xebatê didomînin hêviyê didin vê pêvajoyê. Em hêza xwe ji Nagihan, Gurbetellî û Gulistanê digirin. Em careke din li vir şehîdên çapemeniya azad bi bîr tînin. Ez bi vê munasebetê dubare dikim ku em ê pênûsên wan bernedin.”

‘Hebûna MKGê ya li Wanê dê bandoreke mezin bike’

Li ser navê TJAyê jî Gulşen Kûrt axivî û da zanîn ku ew rojnamegerên jin pîroz dikin ku têkoşîna Gulistan, Nagihan û Cîhan Bîlgîn mezin kirine. Gulşen Kûrt, axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Di demekê wiha de ku jin rastî tundî û qetlîamê tên, bûyîna dengê jinan karekî mezin ê dilsoziyê ye. Em dizanin ku bê azadiya jinan aştî nayê civakîkirin û jiyaneke demokratîk jî nayê avakirin. Vekirina şaxa MKGê ya li Wanê dê ji bo rêxistinkirina rojnamegerên jin ku stûna ragihandina vê rastiyê ne, bandoreke mezin bike.”

Rojnameger Oznur Deger weke seroka şaxa Wanê hat hilbijartin.

Etîket: MGKşaxvekirinWan
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Li Wanê peyarê hem teng in hem jî wesayît li ser in

Li Wanê peyarê hem teng in hem jî wesayît li ser in

6 COTMEH 2026
Azadiya Welat bi manşeta ‘MGK li benda çiye? Hêvî gel bi xwe ye’ derket

Azadiya Welat bi manşeta ‘MGK li benda çiye? Hêvî gel bi xwe ye’ derket

5 COTMEH 2026
Numan Kurtulmuş: Pêdivî bi destûreke bingehîn a demokratîk heye

Numan Kurtulmuş: Pêdivî bi destûreke bingehîn a demokratîk heye

1 COTMEH 2026
Welatiyên Wanî: Perwerdehiya herî girîng exlaq e

Welatiyên Wanî: Perwerdehiya herî girîng exlaq e

25 ÎLON 2026
Xebatên vekirina deriyê sînor ê Nisêbîn û Qamişloyê dest pê kir

Xebatên vekirina deriyê sînor ê Nisêbîn û Qamişloyê dest pê kir

24 ÎLON 2026
Dosyaya Rojîn Kabaîş: Di wesayîtekê de çend kes hatine tespîtkirin

Dosyaya Rojîn Kabaîş: Di wesayîtekê de çend kes hatine tespîtkirin

4 ÎLON 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne