• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

DADSAZê kongreya xwe ya yekemîn li dar xist

Wan / AW

13 ÎLON 2025 - 17:23
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Wan – DADSAZê yekemîn kongreya xwe ya asayî li dar xist. Di kongreyê de hat destnîşankirin ku armanca wan avakirina zimanekî hiqûqî yê bi Kurdî ye.

Komeleya Vekolîn û Perwerdeya Hiqûqê (DADSAZ) ku li Wanê ji bo pêşvebirina lîteratûr û termên hiqûqê hatiye damezrandin, yekemîn kongreya xwe ya asayî li Eywana Tahîr Elçî ya Baroya Wanê li dar xist. Nûnerên sazî û dezgehên sivîl, rewşenbîr, nivîskar û komeleyan tev li kongreyê bûn.

‘Ziman kevirê bingehîn ê hiqûqê ye’

Di kongreyê de ewilî dîwan hat diyarkirin û dû re hiqûqnas Sabîr Ebdulahîzad mafê axaftinê hilgirt. Sabîr Ebdulahîzad, da zanîn ku ziman kevirê bingehîn ê hiqûqê ye û got: “Di vî warî de, hiqûqa Kurdî pir girîng e. Bi salan e gelê me bêstatuyeke hiqûqî maye, ji ber vê yekê hiqûqek nivîskî tune ye. Armanca me ew e ku em vê hiqûqê saz bikin. Divê em sîstema hiqûqî ya ku gelê Kurd di dîrokê de pê re jiyaye lêkolîn bikin û li ser vê bingehê normekê bi pêş ve bibin. Ger em vê yekê bi dest bixin, dema ku Kurd statûyê bi dest bixin, em ê xwe di her aliyê hiqûqê de bi tevahî amade bibînin. Dema ku mirov bi zimanê xwe, xwe diparêzin, tama û wateya vê yekê cûda ye. Ji bo vê yekê, pêdivî ye ku ziman were azadkirin. Ger ziman were azadkirin, zimanê hiqûqî jî dê were azadkirin û pêşxistin. Kurd bi salan e ji hêla ziman ve hatine asîmîlekirin. Ji bo vê yekê, divê em pêşî vê zordariya derûnî ji holê rakin û dûv re zimanê xwe di her warî de pêş bixin. Mirov çiqas bêtir zimanê xwe fêr bibe, ew qas dikare ji bo azadî û statuya zimanê xwe şer bike.”

‘Kurdî di her warî de têr û dewlemend e’

Pişt re, Hevserokê DADSAZê parêzer Sîpan Gokhan axivî û diyar kir ku hiqûqa bi zimanê dayikê li seranserê cîhanê û di mijarên hiqûqî de pir girîng e. Sîpan Gokhan, anî ziman ku ew weke parêzerên Kurd, dixwazin vê mîrateyê ji nifşên pêşerojê re bihêlin û wiha li axaftina xwe zêde kir: “Armanca DADSAZê standartkirina zimanê Kurdî û avakirina zimanekî hiqûqî yê Kurdî ye. Weke komeleyê, em her çarşemê nîqaşên hiqûqî li dar dixin. Di serdema pêş de, em armanc dikin ku normên hiqûqî yên welatan wergerînin Kurdî. Heta niha 6 hezar peyvên hiqûqî wergerandine Kurdî. Kurdî di her warî de têr û dewlemend e. Divê em ji zimanê xwe bawer bin; ew ji bo parastina her qada hiqûqê têr e. Tekane tiştê ku divê em bikin ew e ku ji bo vê yekê têbikoşin.”

Piştî axaftinan ji bo hevserokatiya komeleyê Zeynep Kûtlûk û Sîpan Gokhan hatin hilbijartin.

 

 

Etîket: DADSAZKongreSabîr EbdulahîzadSîpan GokhanWanZeynep Kûtlûk
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Li Wanê peyarê hem teng in hem jî wesayît li ser in

Li Wanê peyarê hem teng in hem jî wesayît li ser in

6 COTMEH 2026
Welatiyên Wanî: Perwerdehiya herî girîng exlaq e

Welatiyên Wanî: Perwerdehiya herî girîng exlaq e

25 ÎLON 2026
Dosyaya Rojîn Kabaîş: Di wesayîtekê de çend kes hatine tespîtkirin

Dosyaya Rojîn Kabaîş: Di wesayîtekê de çend kes hatine tespîtkirin

4 ÎLON 2026
Roja duyemîn a şîna li Wanê bi dawî bû

Roja duyemîn a şîna li Wanê bi dawî bû

25 TEBAX 2026
Li Wanê dê ji bo cangoriyan şîn bê danîn

Li Wanê dê ji bo cangoriyan şîn bê danîn

23 TEBAX 2026
Li Wanê Parka Mehmet Uzun hat vekirin: Ev park bila bibe wesîleya aştiyê

Li Wanê Parka Mehmet Uzun hat vekirin: Ev park bila bibe wesîleya aştiyê

12 TEBAX 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne