• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
21 TEBAX 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

‘Şertê pêşîn ê aştiyê azadiya Abdullah Ocalan e’

Navenda Nûçeyan / AW

3 ÎLON 2025 - 21:30
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Nobeta bi armanca azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li ber Ofîsa Neteweyên Yekbûyî (NY) ya Cenevre yê Swîsreyê hatiye destpêkirin di hefteya 241an de berdewam dike.

Nobeta ku ji 25ê Çileya 2021an vir ve her Çarşemê li Qada Nationsê tê lidarxistin, tecrîda mutleq a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û di heman demê de êrîşên dagirkeriyê yên li ser Kurdistanê tîne rojevê.

Nobeta vê hefteyê di salvegera şehadeta Têkoşîn Amed (Zelal Kartal), Gulnaz Ege (Nûran Er), Welat Amed (Azad Başal) û Delîl (Vedat Yilmaz) de bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir.

Ji bo aştiyê gavek şênber nehatiye avêtin

Hevserokê Navenda Civaka Kurd a Cenevreyê Osman Tekîn daxuyaniya heftane da û banga 27ê Sibatê ya “Aştî û Civaka Demokratîk” a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi bîr xist û wiha anî ziman: “Ji wê demê heta niha dewleta Tirk ji bilî gotinan, gavek jî ji bo aştiyê neavêtiye. Berevajî vê, tecrîda mutleq a li ser Rêber Apo berdewam dike, êrîşên dagirkerî û êrîşên yên li ser Kurdistanê zêde bûne.”

Osman Tekîn anî ziman ku tecrîda giran a li Îmraliyê, hiqûqa navneteweyî û rêzgezên mafên mirovan binpê dike û bang li saziyên wekî Konseya Ewropayê, CPT û NYê kir û wiha domand: “Saziyên navneteweyî, bi bêdengiya xwe bûne hevkarê tecrîdê. Ger ew bi rastî alîgirên mafên mirovan û aştiyê ne, divê dawî li vê bêdengiyê bînin û erkên xwe yên ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo bi cîh bînin. Gelê Kurd xwedî tecrûbeya ku hem aştiyê û hem jî şer pêşwazî bike. Gelê me li dora paradîgmaya Rêber Apo bi awayekî rêxistinkirî ji aştiyê re amade ye. Ev gel wê berxwedana li dijî êrîşên dagirkerî û tinekirinê  bidomîne.”

Divê statuya Rojava bê nasîn

Osman Tekîn bal kişand ser êrîşên hewayî yên Tirkiyeyê ên di mehên dawî de li Rojava zêde bûne û anî ziman ku ev êrîş ne tenê li dijî gelê Kurd e, di heman demê de li dijî îradeya jiyana azad a hemû gelên Rojhilata Navîn e û got: “Bi êrîşên li ser Rojava re  hewl didin pergala demokratîk a rizgariya jinan têk bibin. Bêdengiya hêzên navneteweyî nayê qebûlkirin. Divê statuya Rojava were naskirin û rêz li îradeya demokratîk a gel were girtin.”

Şertê pêşîn ê aştiyê: Azadiya Abdullah Ocalan e

Osman Tekin axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Şertê pêşîn ê aştiyê misogerkirina şert û mercên xebata azad a Rêber Apo, naskirina statuya Rojava û demildest rawestandina êrîşên dagirkeriyê yên li ser Kurdistanê ye. Gelê Kurd amade ye ku ji bo aştî, azadî û berxwedanê bedel bidin.”

Piştî daxuyaniyê, çalakiya nobetê heta saet 17:00ê êvarê berdewam kir.

Etîket: AzadiCenevrenobetOcalan
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Nobeta li Gimgimê ya li dijî JESê hatiye destpêkirin bênavber didome

Nobeta li Gimgimê ya li dijî JESê hatiye destpêkirin bênavber didome

20 TEBAX 2026
Li Wanê Parka Mehmet Uzun hat vekirin: Ev park bila bibe wesîleya aştiyê

Li Wanê Parka Mehmet Uzun hat vekirin: Ev park bila bibe wesîleya aştiyê

12 TEBAX 2026
Li Bismilê li dijî hişbirê meşek hate lidarxistin

Li Bismilê li dijî hişbirê meşek hate lidarxistin

11 TEBAX 2026
Nobeta li dijî fihûş û tiryakê ya Sêrtê bi meş û daxuyaniyê bi dawî bû

Nobeta li dijî fihûş û tiryakê ya Sêrtê bi meş û daxuyaniyê bi dawî bû

30 TÎRMEH 2026
BOTAN-DERê nobeta li dijî hişbirê dewr girt

BOTAN-DERê nobeta li dijî hişbirê dewr girt

30 TÎRMEH 2026
Çalakiya li dijî fihûş û tiryakê bi meş û nobetê berdewam kir

Çalakiya li dijî fihûş û tiryakê bi meş û nobetê berdewam kir

28 TÎRMEH 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Qanûna çarçoveyî di rojnameya fermî de hat ragihandin

    Qanûna çarçoveyî di rojnameya fermî de hat ragihandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Koma Berxwedan: Em ê bi huner û muzîka xwe rola xwe bilîzin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Qanûna Çarçoveyî hat weşandin: Ji niha û şûn ve dê çi bibe?

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Ji bo avakirina civakeke demokratîk em dixwazin vegerin welatê xwe’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ji hunera xwedawendan ber bi siberojê ve muzîka Kurdî – 5
    Hîvron: Hişê çêkirî naafirîne, kom dike, tevlihev dike

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Erdogan: Bila ser xêrê be

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Qanûna çarçoveyê deriyek vekir, divê êdî em wî deriyê bi temamî vekin’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Abdullah Zeydan: Girêdayî pêvajoyê dê polîtîkayên qeyim ji holê rabin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne