• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Êrîşên li ser Rojava DAIŞê zîndî dike

Navenda Nûçeyan / AW

21 KANÛN 2024 - 10:56
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Bi hilweşîna rejîma Sûriyeyê re, di êrişên DAIŞê yên li dijî sivîl û leşkeran ên li çolistana Sûriyeyê zêde bûn. Di êrîşên DAIŞê de 70 kes hatin kuştin.

Fermandarê giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî di çend daxuyaniyên xwe yên dawîn de ragihandibû ku zanyariyên wan hene ku çeteyên DAIŞê plan dikin ku êrişî navendên ku DAIŞî û malbatên wan lê girtî ne, bikin. Mazlum Ebdî ji rojnameya The World a Brîtanyayê re axivî û got: “Têkildarî planên DAIŞê yên ji bo êrişên li ser navendên ku endamên DAIŞê û malbatên lê ne, agahiyên îstîxbaratî di destê me de hene.” Mazlum Ebdî piştrast kir ku êrişên dewleta Tirk û çeteyên wê bandorê li ser belavbûna HSDê dikin.

DAIŞê li çolistana Sûrî 70 kes kuştin

Piştî rûxandina rejîma Sûriyeyê di 8ê Kanûnê de, çeteyên DAIŞê li çolistana Sûriyeyê 6 êriş li dijî sivîl û leşkerên rejîma Sûriyeyê ya berê pêk anîn û di encamê de 70 leşker û sivîl kuştin. Di 17ê Kanûnê de şaneyên çeteyên DAIŞê êrişî bendeke kontrolê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a li Reqayê kirin û 2 endamên wê kuştin, 2 endam û hin sivîl jî birîdar bûn. Li bejahiya başûrê rojhilatê kantona Tebqayê jî êrişî hêzên Ewlekariya Hundirîn û nuqteyên HSDê yên li nêzî Medanê kirin.

Di 16ê Kanûnê de, artêşa Amerîkayê ragihandibû ku hêzên wan ji bo ku DAIŞ nekaribe êrişan bike û li naverasta Sûriyeyê belav bibe, operasyon pêk anîne û 12 DAIŞî kuştine.
Rayedarên Iraqî jî diyar kirin ku agahiyên wan hene dê çeteyên DAIŞê hewl bidin êrişî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bikin, bi taybet navendên girtina çeteyan ên li herêmên Rêveberiya Xweser.
Êrîşên Tirkiyeyê hêzê dide DAIŞê

Berpirsên navneteweyî ji ber êrişên DAIŞê dilgiran in, dibêjin ku DAIŞ dê hewl bide sûdê ji valahiya ewlehiyê û tevliheviya li Sûriyeyê wergire û bi hêzeke zêdetir vegere ku ev yek jî ji bo herêmê û cîhanê gefeke mezin e.
DAIŞ sûdê ji êrişên dagirkeriya Tirk û çeteyên wê yên li ser Minbicê û derdora Kobanê, her wiha mijûlbûna Hêzên Sûriyeya Demokratîk, digire û hewl dide vegere qada Sûriyeyê û êrişî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dike.
Wezîrê karên derve yê Iraqê Fuad Husên hişyarî da ku çeteyên DAIŞ’ê li Sûriyeyê dest bi xwekomkirinê kiriye, piştî ku çekên ku artêşa rejîma berê ya Sûriyeyê li pey xwe hiştibûn, desteser kirin.
Wezîrê iraqî di dema axaftina bi telefonê ya li gel wezîrê brîtanî yê ji bo Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîkayê Hamish Falconer de, ew hişyarî da: “DAIŞ refên xwe ji nû ve birêxistin dike, ji ber ku di encama hilweşîna artêşa Sûriyeyê de dest danîne ser gelek çekan. Vê yekê hişt kontrola xwe li herêmê berfireh bike.”

Etîket: DAIŞMazlum EbdîSûrîTirkiye
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

4 COTMEH 2026
Pentagon: Di hikumeta Şamê de komên terorîst hene

Pentagon: Me dawî li ‘Operasyona Biryardariya Xwezayî’ ya li Iraqê anî

30 ÎLON 2026
Ji Mazlum Ebdî peyama ji bo perwerdeya bi zimanê Kurdî

Ji Mazlum Ebdî peyama ji bo perwerdeya bi zimanê Kurdî

29 ÎLON 2026
Bi xatirxwestinê tev li bû û soza dayika xwe pêk anî

Bi xatirxwestinê tev li bû û soza dayika xwe pêk anî

18 ÎLON 2026
Mazlûm Ebdî bi malbatên şehîdên girtîgeha Kobanê re hevdîtin kir

Mazlûm Ebdî bi malbatên şehîdên girtîgeha Kobanê re hevdîtin kir

16 ÎLON 2026
E. Pejder Altan: Piştperdeya bûyerên di Sûriyeyê de Tirkiye heye

E. Pejder Altan: Piştperdeya bûyerên di Sûriyeyê de Tirkiye heye

15 ÎLON 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne