• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

‘Divê makezagon biguhere û Kurd di wê makezagonê de bên naskirin’

Fexredîn Kiliç / AW

24 TÎRMEH 2025 - 08:05
Kategorî: JIN, MANŞET
A A
Amed – Aktîvîsta TJAyê Salîha Ayata ku têkildarî pêvajoya heyî axivî û derbarê gavneavêtina dewletê de wiha got: “Divê makezagon biguhere û Kurd di wê makezagonê de bên naskirin.”

 

 

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 9ê Tîrmehê de di çarçoveya “Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk” de bangeke nû ya dîrokî kir. Li ser vê yekê Koma “Aştî û Civaka Demokratîk” a ji 30 endamên PKKê pêk dihat di 11ê Tîrmehê de li Şikefta Caseneyê ya li bajarê Silêmaniyê merasîma şewitandina çekan li dar xist. Aktîvîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) Salîha Ayata têkildarî banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, merasîma şewitandina çekan a PKKê, gav neavêtina dewletê û rol û mîsyona jinan a di vê pêvajoyê de ji ajansa me re axivî.

‘Divê jin vî barê giran bigirin ser milêxwe’

Salîha Ayata diyar kir ku pêvajoyeke girîng dest pê kiriye û wiha got: “Îro li Rojhilata Navîn dîzayneke nû çêdibe lê Tevgera Azadiyê û Rêberê Gelê Kurd demekî dirêj e têkildarî vê yekê tespîtên girîng kirin. Pêşdîtinên Rêberê Gelê Kurd û tevgera azadiyê di vî warî de pir xurt bûn. Îro em encamên van pêşdîtinan dijîn. Bi pêşdîtinên Rêberê Gelê Kurd gelek gavên cuda û dîrokî tên avêtin. Ev yek vediguhere tişteke pir baş û destê kurdan saxlem bike. Sed sal in Kurd nikarin zimanê xwe biaxivin, çanda xwe hunera xwe bi dilê xwe biafirînin. Şerê kurdan ê herî mezin ew bû ku zemîneke siyasî çêbibe ku Kurd bikaribin mafên xwe biparêzin û li gorî vê jiyaneke wekhev û bi hev re ava bikin. Heke îro jiyaneke wekhev ava bibe divê bi destê jinê ava bibe. Divê jin vî barê giran bigirin ser milê xwe. Tevgera Jinên Kurd di vê pêvajoyê de barekî giran girtiyê ser mile xwe. Ev jî nîşan dide ku divê jin rol û mîsyoneke girîng bilîzin.”

‘Bi şewitandina çekan tê gotin ku em ji bo aştiyê amade ne’

Salîha Ayata bal kişand pêşengtiya jinan a di merasîma şewitandina çekan de û wiha domand: “Divê di her qada jiyanê de rengê jinê û destê jinê hebe. Ku bikaribe weke temsîlî edaletê jî pêk bîne. Ji ber wê jî ji min re pir ecêb nehat ku 15 jin 15 mêr tev li merasîmê bûn û pêşengtiya wê jinekê kiribe. Ji ber ku jin dixwaze şer bide rawestandin û jiyaneke wekhev ava bike. Îro em behsa avakirina jiyaneke nû dikin. Bi şewitandina çekan tê gotin ku em ji bo aştiyê amade ne. Agir dişewitîne diqedîne. Ji axê ji xweliyê afirandinek derdikeve holê.”

‘Rêbaza agir ji bo Kurdan bûye xelasiyek’

Salîha Ayata di berdewama axaftina xwe de ev tişt gotin: “Agir di nava Kurdan de tişteke wisa ye ku tu caran dawîbûn nîne. Destpêke jî çi dibe bila bibe ew tişt form diguherîne dibe tiştekî din. Dikare ji wê tişteke din biafirîne. Kurdan felsefeyeke ji mirinê mezintir ava kirin. Gelek berdelên giran dan. Bi felsefeya ji mirinê mezintir jiyaneke wekhev ava kirin. Ji ber vê ji Kawayê Hesinkar, ji Mazlûm Dogan bigire rêbaza agir ji bo Kurdan bûye xelasiyek. Ne qedandinek.”

‘Divê ji aliyê qanûnî ve mafên Kurdan bên naskirin’

Salîha Ayata derbarê gavneavêtina dewletê de jî wiha got: “Divê makezagon biguhere. Divê Kurd di wê makezagonê de bên naskirin. Kurd herin Meclisê siyaset bikin, polîtîkayê bi pêş bixin. Polîtîkayeke li gorî civaka exlaqî demokratîk, jiyana jinparêz, jiyaneke ekolojîk. Kurd nabêjin ez civakeke homojen a Kurd û sunî ava bikim. Kurd dibêjin ez mafên xwe dixwazim. Girêdayî vê mafên hemû gelan dixwazim. Ji ber vê divê di Meclisê de bin xwedî biryar bin di komîsyonê de jî xwedî gotin bin. Ji aliyê qanûnî ve mafên wan bên parastin. Divê ji bo vê jî gav werin avêtin. Bêyî gav avêtinê mirov nikare pêşiya xwe bibine. Ji bo ku bikarî ziman, çand û hunera xwe biparêzî gav lazim in. Gavên hiqûqî gelekî girîng in. Makezagon biguhere rewşa girtiyan, rewşa heyî ya li welat dê biguhere. Hewceye makezagon biguhere û ev biryar li Meclisê bên dayîn.”

Etîket: Banga Abdullah OcalanKoma Aştî û Civaka DemokratîkSalîha Ayataşewitandina çekanTJA
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

‘Jîna di dirûşma Jin, Jiyan, Azadî û têkoşîna hevpar a jinan de dijî’

‘Jîna di dirûşma Jin, Jiyan, Azadî û têkoşîna hevpar a jinan de dijî’

19 ÎLON 2026
Ji TJAyê daxuyaniya Kobanê: Jiyana hevpar hedef tê girtin

Ji TJAyê daxuyaniya Kobanê: Jiyana hevpar hedef tê girtin

13 ÎLON 2026
TJA: Bila delîlên di dosyaysa Rojîn Kabaîş de bên lêkolînkirin

TJA: Bila delîlên di dosyaysa Rojîn Kabaîş de bên lêkolînkirin

26 TEBAX 2026
Li Amedê şîna cangoriyan di roja sêyemîn de didome

TJA: Di jiyana şehîdên me de vîna azadî û serkeftina gelê me şênber bûye

23 TEBAX 2026
‘Em jin ne temaşevanên aştiyê ne; em avakarên aştiyê ne’

‘Em jin ne temaşevanên aştiyê ne; em avakarên aştiyê ne’

22 TEBAX 2026
TJA: Ji kar avêtina Îkra Avci ne li gorî ruhê pêvajoyê ye

TJA: Ji kar avêtina Îkra Avci ne li gorî ruhê pêvajoyê ye

20 TEBAX 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne