• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
21 TEBAX 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

Dayikên Şemiyê: Divê dewlet windakirinê qebûl bike

Navenda Nûçeyan /AW

12 TÎRMEH 2025 - 15:31
Kategorî: ROJANE
A A
Dayikên Şemiyê lêgerîna xizmên xwe yên di bin çavan de hatin windakirin berdewam kirin. Dayik di hefteya Hezar û 59an de kom bûn û ji Erdogan xwestin ku Qada Galatasarayê vekin û dosya ji nû ve bên vekirin. Dayikan xwest dewlet windakirinê qebûl bike.

Dayikên Şemiyê dîsa li Qada Galatasarayê kom bûn û çarenûsa xizmên xwe yên di binçavan de windabûyî û hatine kuştin bipirsin. Xwestin sûcdar bên darizandin. Dayik di hefteya Hezar û 59an de kom bûn. Parêzvana mafên mirovan û Hevseroka ÎHDê Eren Keskin beşdarî çalakiyê bûn. Di çalakiyê de qurnefîl û wêneyên xizmên xwe yên di binçavan de windabûyî hilgirtin. Endama Komîsyona Windabûyîyan Besna Tosun, daxuyanî xwend.

Besna Tosun diyar kir ku bi sedan kes di binçavan de hatine windakirin, çarenûsa wan di tariyê de maye û sûcdar û berpirsiyar nehatine cezakirin. Besna Tosun anî ziman ku Tirkiye heta niha nekariye bibe dewletek demokratîk û got “Em hêvî dikin ku gava ku duh ji hêla PKK-ê ve hat avêtin bibe destpêkek ku rê li ber Tirkiyeyek demokratîk veke. Em dixwazin ku rewşa rawestandina şer mayînde be û hêviya aştiyê xurt bibe. Em dizanin ku Tirkiyeyek bi tevahî demokratîk mimkun e.”

Em dixwazin girîngiya daxuyaniyên Serokkomar Recep Tayyip Erdogan tekez bikin, ku berpirsiyariya dewletê ji bo windakirinên bi zorê qebûl dike. Lêbelê, berpirsiyariya dewletê di çarçoveya mafê tazmînatê de bi tenê bi qebûlkirina sûc ve sînordar nîne. Divê dewlet sûcdarên windakirinên bi zorê û yên ku çavên xwe ji van sûcan digirin darizîne û ceza bike. Wekî din, divê rêz li daxwazên xizmên windakiriyên di bin çavan de ji bo edalet û rastiyê bigire.

Besna Tosun bi van daxwazan bang li Serokkomar Tayyip Erdogan kir:

“*Tavilê Qada Galatasarayê divê bê sînorkirin ji Dayikên Şemiyê re bê vekirin.

*Tavilê divê Peymana Navneteweyî ya Parastina Hemû Kesan ji Windakirinên Bi Zorê îmze bikin.

*Windakirinên bi zoarê divê wekî sûcekî cuda bên destgiritn û dosyayên ku bi hinceta demboriyê hatine girtin divê demildest bên vekirin.”

Ramazan Kaya berî bi 33 salan hat revandin

Çalakî bi parvekirina çîroka Ramazan Kayaku berî 33 salan di binçavan de hat windakirin, berdewam kir. Besna Tosun windabûna wî wiha vegot: “Ramazan Kaya yê 28 salî li gundê Eryol ê Dîyarbekirê dijiya û debara xwe bi çandinî û xwedîkirina sewalan dikir. Di 7’ê Tîrmeha 1992’an de, dema ku bi traktora xwe ber bi Dîyarbekirê ve diçû, li nêzî Qereqola Jendermeyan a Mermerê ji aliyê çar cerdevanên çekdar ve hat revandin. Bûyer li ber çavên gundiyan di mînîbusekê de ku ber bi Licê ve diçû qewimî. Ramazan Kaya li hember cerdevanan li ber xwe da û ji rêwiyên minîbusê re got, ‘Min xilas bikin!’ Lê belê ji ber çekên ku nîşanî rêwiyan hatin kirin rêwiyan nikaribû wî xilas bikin.”

Besna Tosun got ku çiqas sal derbas bibin ew ê qet dev ji daxwaza edaletê ji bo Ramazan Kaya û hemû windahiyên xwe bernedin û got,” Divê dewlet di çarçoveya normên qanûnî yên gerdûnî de tevbigere.”

Çalakî bi danîna qurnefîlan li qadê bi dawî bû.

Etîket: Besna TosunDayikên AştiyêWinda
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Serdana piştgiriyê: Em ê li her kolanê berxwedanê bidomînin

Serdana piştgiriyê: Em ê li her kolanê berxwedanê bidomînin

20 TEBAX 2026
‘Em dixwazin Serokê me di nav me de be’

‘Em dixwazin Serokê me di nav me de be’

19 TEBAX 2026
Jiyana bi êş û têkoşînê hatiye honandin: Rewşan Doner

Jiyana bi êş û têkoşînê hatiye honandin: Rewşan Doner

13 TÎRMEH 2026
1111 hefte ne hejmar e, têkoşînek 1111 hefte ye

1111 hefte ne hejmar e, têkoşînek 1111 hefte ye

11 TÎRMEH 2026
Dayikên Aştiyê: Aştî bi avêtina gavan mayînde dibe

Dayikên Aştiyê: Aştî bi avêtina gavan mayînde dibe

8 TÎRMEH 2026

Botanî bi dîlana azadiyê ber bi Amedê ve ketin rê

28 HEZÎRAN 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Qanûna çarçoveyî di rojnameya fermî de hat ragihandin

    Qanûna çarçoveyî di rojnameya fermî de hat ragihandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Koma Berxwedan: Em ê bi huner û muzîka xwe rola xwe bilîzin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Qanûna Çarçoveyî hat weşandin: Ji niha û şûn ve dê çi bibe?

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Ji bo avakirina civakeke demokratîk em dixwazin vegerin welatê xwe’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ji hunera xwedawendan ber bi siberojê ve muzîka Kurdî – 5
    Hîvron: Hişê çêkirî naafirîne, kom dike, tevlihev dike

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Erdogan: Bila ser xêrê be

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Qanûna çarçoveyê deriyek vekir, divê êdî em wî deriyê bi temamî vekin’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Abdullah Zeydan: Girêdayî pêvajoyê dê polîtîkayên qeyim ji holê rabin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne