• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
21 TEBAX 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    ‘Werin em bi hev re xwedî li şehîdên xwe derkevin’

    ‘Werin em bi hev re xwedî li şehîdên xwe derkevin’

    ‘Nexweşxaneyên heyî ji gelek aliyan ve bi pirsgirêkên bingehîn re rûbirû ne’

    ‘Nexweşxaneyên heyî ji gelek aliyan ve bi pirsgirêkên bingehîn re rûbirû ne’

    Platforma Şiyar Be ji Xaçortê gazî kir: Divê dînamîkên bajêr li dijî hişbirê rabin

    Gûlşen Demîr: Parastina cewherî, parastina nasnamêyê ye

    ‘Gelê Kurd her gotiye; muxatab Ocalan e’

    ‘Gelê Kurd her gotiye; muxatab Ocalan e’

    Li Amedê 49 cangorî bi sirûd û dirûşman tên bibîranîn

    Li Amedê 49 cangorî bi sirûd û dirûşman tên bibîranîn

    ROJEVA 20ê TEBAXA 2026an

    ROJEVA 21ê TEBAXA 2026an

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

DEM Partî li Serhedê dest bi mîhrîcanan dike

Navenda Nûçeyan /AW

18 HEZÎRAN 2025 - 13:51
Kategorî: ÇAND Û HUNER, MANŞET
A A
Şaredariyên DEM Partiyê li bajarên Serhedê dest bi mîhrîcanên havînê dikin.

Şaredariyên DEM Partiyê dê li herêma Serhedê li gelek bajaran mîhrîcanan pêk bînin. Mîhrîcanên ku bên lidarxistin, dê di 27’ê Hezîranê de dest pê bikin. Li navçeya Erdîşê ya Wanê dê Şahiya Biharê ya Zîlanê bê lidarxistin. Şahî dê di 27, 28 û 29’ê Hezîranê de li Sahîl Yolûyê bê lidarxistin. Dê hemû çalakî bêpere bin. Di roja yekemîn a şahiyê de hunermend Mûrad Demîr û Xecê; di roja duyemîn de Koma Sorjiyan û Xêro Abbas; di roja sêyemîn de Rojda Şenses û Kadîr Çad dê derkevin ser dikê. Dê di şahiyê de gelek çalakiyên çand û hunerê bên lidarxistin.

57emîn mîhrîcanê li Tetwanê pêk tînin

Li Tetwan a Bedlîsê dê îsal 57’mîn Mîhrîcana Çand û Hunerê bê lidarxistin. Şîara mîhrîcanê wek “Em rêya aştiyê bi hunerê dihûnin” hate diyarkirin. Dê mîhrîcan di 27’ê Hezîranê de bê lidarxistin û di 12’ê Tîrmehê de bi dawî bibe. Dê çalakiyên konsert, şano, pêşangeh, gotûbêj, ahenga dengbêjan û çalakiyên jinan û ji bo zarokan bên lidarxistin. Hunermendên ku dê konsert bidin: Sûavî, Rojda, Beser Şahîn, Mîkaîl Aslan, Sorjiyan, Hemîd Karadenîz, Pinar Aydinlar, Babetna, Seyîtxan Sevînç, Kadîr Çat, Arhat, Kasim Taşdogan, Kollektîfa rîtmên Azad, KasedJin, Xecê û Bajar.

Di mîhrîcanê de çalakiyên ji bo aştiya civakî jî tê payîn ku bên lidarxistin.

Li Gimgimê Mîhrîcana Jin û Xwezayê

Li navçeya Gimgimê ya Mûşê dê di 29-30’ê Hezîranê de bi şîara “Jina azad, bi xweza û çandê ve ber bi civaka demokratîk” Mîhrîcana Jin, Xweza û Çandê bê lidarxistin. Di mîhrîcanê de dê gelek çalakiyên bi sernavên xweza, çand, jîneolojî û ekolojîyê bên lidarxistin.

Dê konên çand, jîneolojî, ekolojî, ciwan û yê zarokan bên vekirin. Dê navên jinên ku di dîrokên cihê de jiyana xwe ji dest dane bên lêkirin. Dê pirtûkên jinên girtî bên danasîn û berhemên herêmî yên ku ji aliyê jinan ve hatiye amadekirin bê pêşandan.

Di roja yekemîn a mîhrîcanê de dê jin ji bo Ekîn Wanê ku di 10’ê Tîrmeha 2015’an di pevçûnekê de jiyana xwe ji dest dabû û laşê wê hatibû teşhîrkirin û ji bo jînên hatine qetilkirin, li dar bixin. Dê xebatên agahdarkirinê der barê ekolojî û qirkirina jinan bên kirin. Dê di saetên êvarê de fîlmên li ser jinan bên nîşandan û lîstikên gelêrî bên lîstin.

Di roja duyemîn a mîhrîcanê, di dane sibê de dê meşa jinan a xwezayê pêk bê. Piştî sporê, dê kargeha jîneolojiyê bê lidarxistin. Dê alakiyên wek tûrnûva voleyvolê û performansa koma govendê ya jinan pêk bên. Di danê êvarê de dê hunermend Beşer Şahîn û Xecê konsert li dar bixin.

Etîket: mihrîcanSerhat
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Mîhrîcana Geverê bi dirûşmeya ‘Bijî Serok Apo’ bi dawî bû

Mîhrîcana Geverê bi dirûşmeya ‘Bijî Serok Apo’ bi dawî bû

17 TEBAX 2026
1emîn Mîhrîcana Geverê bi coşeke mezin destpê kir

1emîn Mîhrîcana Geverê bi coşeke mezin destpê kir

17 TEBAX 2026
58emîn Mîhrîcana Tetwanê bi meşê destpê kir

58emîn Mîhrîcana Tetwanê bi meşê destpê kir

31 TÎRMEH 2026
Bernameya Mihrîcana Çand û Hunerê ya Tetwanê diyar bû

Bernameya Mihrîcana Çand û Hunerê ya Tetwanê diyar bû

25 TÎRMEH 2026
Mîhrîcan qediya lê qirêjiya wan hêj neqediya ye

Mîhrîcan qediya lê qirêjiya wan hêj neqediya ye

22 TÎRMEH 2026
Mihrîcana Keda Jinan: Armanc pêşxistina hestên komunal e

Mihrîcana Keda Jinan: Armanc pêşxistina hestên komunal e

15 HEZÎRAN 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Amedê 49 cangorî bi sirûd û dirûşman tên bibîranîn

    Li Amedê 49 cangorî bi sirûd û dirûşman tên bibîranîn

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Qanûna çarçoveyî di rojnameya fermî de hat ragihandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Koma Berxwedan: Em ê bi huner û muzîka xwe rola xwe bilîzin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Qanûna Çarçoveyî hat weşandin: Ji niha û şûn ve dê çi bibe?

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Ji bo avakirina civakeke demokratîk em dixwazin vegerin welatê xwe’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ji hunera xwedawendan ber bi siberojê ve muzîka Kurdî – 5
    Hîvron: Hişê çêkirî naafirîne, kom dike, tevlihev dike

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Erdogan: Bila ser xêrê be

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Qanûna çarçoveyê deriyek vekir, divê êdî em wî deriyê bi temamî vekin’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne