Bernameya 58emîn Mihrîcana Çand û Hunerê ya Tetwanê ku dê 10 rojan bidome, diyar bû. Di mihrîcanê de ji konseran heta panelan, ji pêşangeh û şano heta fûara pirtûkan gelek çalakiyên dewlemend cih digirin.
Bernameya 58emîn Mihrîcana Çand û Hunerê ya Tetwanê ya ku dê di navbera 31ê Tîrmehê û 9ê Tebaxa 2026an de bi dirûşma ‘Li Tetwanê çand heye, huner heye, em hene’ bê lidarxistin, diyar bû. Di mihrîcanê de ji konseran heta panelan, ji pêşangeh û şano heta fûara pirtûkan gelek çalakiyên dewlemend cih digirin. Her wiha meşên xwezayî û şovên Stand Upê jî di mihrîcanê de hene.
Mihrîcan di 31ê Tîrmehê roja înê saet di 18:30an de bi meşa mîhrîcanê û performansa Koma Erbaneyê dest pê dike. Şeva yekem saet di 20:00an de li Qada Çalakiyê ya Peravê bi beşdariya hunermend Şahê Bedo, Neslîhan Edîş û Serhedo konsereke mezin tê lidarxistin.
Di çarçoveya mihrîcanê de çalakiyên girîng ên dîtbarî û şanoyî jî hene:
* Di 1ê Tebaxê de li ber Yaşam AVMyê Pêşangeha Komuna Wêne ya Aryenê tê vekirin û heta dawiya mîhrîcanê vekirî bimîne.
* Lîstika ‘Her Gundek Lîstikek’ a Şanoya BKM Arsen Paladov di 1ê Tebaxê de li Taxa Esentepe û di 2yê Tebaxê de jî li Taxa Karşiyaka saet 14:30an de derdikeve pêşberî şanohezan.
* Pêşengeha Pirtûkan di 5ê Tebaxê saet di 11:30an de li ber Yaşam AVMyê deriyên xwe vedike. Gelek weşanxaneyên naskirî yên weke; Lîs, Nûbihar, Zarg, Sîtav, Luvi, Liberta, Dara, Payîz, Aram, J&J, Ar, Aryen, Belkî, Morî, Do û Erda tev li pêşengehê dibin.
Di mîhrîcanê de ji bo mijarên wêje, ziman û civakê panelên taybet hatine amadekirin:
* Di 3yê Tebaxê de panela bi mijara ‘Tundiya Çandî ya Nexuya’ û ‘Rêbazên Nû û Avakirina Çandî’ tê lidarxistin.
* Di 5ê Tebaxê de saet 14:30an de li Konservatuara Şaredariya Tetwanê panela ‘Li ser Tiryak-Madde yên Hişbirê’ tê lidarxistin.
* Di navbera 6-9ê Tebaxê de saet di navbera 16:00 û 17:00an de panelên li ser ‘Wêje û Ziman’, ‘Şêwaz, Vegotin û Çanda Kurdî’, ‘Dîrok, Ziman û Wêjeya Kurdî’ û ‘Têkiliya Xwîner-Nivîskar û Têgeha Desthilatdariyê’ bi beşdariya gelek nivîskar û lêkolîneran dê bi rêve biçin.
Dîwana Dengbêjan û Şevên Konseran
Mîhrîcan di heman demê de xwedî bernameyeke muzîkê ya pirreng e. Di 4ê Tebaxê de li Parka Baxçeyê Mîlet Dîwana Dengbêjan (Xalîde, Evîn Sindî, Mehemedê Serhedî) tê danîn. Her êvar saet di 20:00an de li Qada Çalakiyê ya Peravê konserên muzîkê çêdibin:
31ê Tîrmehê: Şahê Bedo, Neslîhan Edîş û Serhedo
1ê Tebaxê: Rûken Yilmaz, Mehmet Atli, Koma Agirê Jiyan
2yê Tebaxê: Peyal, Delîl Dîlanar
4ê Tebaxê: Koma Rengîn, Cevdet Bagca, Koma Agirê Zerdeşt
5ê Tebaxê: Eylul Nazlier, Murat Demîr, Siya Şevê
6ê Tebaxê: Servet Kocakaya, Ayfer Duzdaş, Bajar
7ê Tebaxê: Koma Govendê ya Jinan a Arjînê, Mizgîn Turan, Tara Mamedova
8ê Tebaxê: Serdar Canan, Kamkars
9ê Tebaxê: Koma Amed, Îlkay Akkaya
Di heman demê de di 7ê Tebaxê de geşta bo Kraterên Nemrûdê û di 8ê Tebaxê de şova Stand Upê ya ‘Dawiya Dawî’ ya Şanoya Bajarê Amedê di bernameyê de cih digirin. Mîhrîcan di 9ê Tebaxê de bi konsera Koma Amed û Îlkay Akkaya bi dawî dibe.

















