1emîn Mîhrîcana Çand û Hunerê ya ji aliyê Şaredariya Geverê tê lidarxistin bi coş û kelecanek mezin dest pê kir.
Şaredariya Geverê cara yekem Mîhrîcana Çand û Hunerê ya ku wê 2 rojan berdewam bike li dar xist. Mîhrîcan bi beşdariya parlamenterên DEM Partiyê yên Colemêrgê, hevşaredarên Geverê, Dayîkên Aştiyê û hezar welatiyan li quntarê çiyayên Cîloyan a li gundê Memkanê destpê kir. Welatî ji serê sibê ve ber bi gundê Memkanê bi rê ketin û qada mîhrîcanê tîjî kirin.
‘Gever ji bo aştiyê jî amade ye’
Hevşaredarê Geverê Şoreş Dirî ewilî axivî û bal kişand ser pêvajoya “Civaka Aştî û Demokratîk” a ji aliyê Rêberê Gele Kurd Abdullah Ocalan hatiye destpêkirin û got: “Gelê Geverê rojên herî nexweş de çawa bi heybet li ber xwe dabe, dê ji bo pêvajoya aştî û xwişk-biratiyê jî dê destê xwe dirêjî hemû Kurdistanê û Tirkiye bike. Em bawerin ku salên pêşiya me de em ê mîhrîcanê li gel hemû hevalên me yên zindanê û yên li Ewropa yê li vir pîroz bikin.”
Piştî axaftinan, mîhrîcan bi konserên Berjîn Kaplan û Serdar Canan berdewam kir. Welatiyan li ber stranan govend gerandin. Roja yekem a mîhrîcanê bi coş bi dawî bû.


















