• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Dayikên Aştiyê: Bi êrişên li ser gerîla aştî pêk nayê

Mahmût Altintaş / AW

17 HEZÎRAN 2025 - 08:12
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Şirnex – Dayikên Aştiyê yên Botanê bal kişandin ser êrişên Tirkiyeyê li ser Başûrê Kurdistanê û gotin ku ji bo aştî pêk were divê dewlet êrişên xwe rawestîne û heta êriş hebin aştî pêk nayê.

Tevî xwefesixkirina PKKê jî êrişên li dijî deverên Başûrê Kurdistanê li ser gerîlayan berdewam dike. Navenda Ragihandin û Çapemeniyê (NRÇ) a HPGê di 5ê Hazîranê de ragihand ku piştî biryara xwefesixkirina PKKê jî êrişên Tirkiyeyê bi awayekî giran li ser herême berdewam dike û di encama êrişan de 2 gerîlayên PKKê jiyana xwe ji dest dan e. HPGê di heman demê de bang li raya giştî kir ku ji bo pêvajoya çareseriyê biçe serî li dijî êrişan rabe.

Endamên Meclisa Dayikên Aştiyê yên Botanê ku zarokên wan di şer de jiyana xwe dest dane, nerazîbûn nîşanî êrişên Tirkiyeyê dan û destînşan kirin ku ji bo pêvajoya çaresriyê encam bigire divê Tirkiyeyê ewilî êrişên xwe li ser herêmê rawestîne.

‘Kengê êriş bisekinin wê demê em ê qala aştiyê bikin’

Ji Dayikên Aştiyê Ayşe Hezer bi lêv kir ku ji bo baweriya wan ji pêvajoya çareseriyê bê divê dewlet jî gavên şênber biavêje û wiha got: “Em weke Dayikên Aştiyê dixwazin pêvajoya ku dest pê kiriye bi aştiyeke bi rûmet û mayînde encam bigire. Divê êrişên Tirkiyeyê rawestin û em bi awayekî wekhev bi hev re bijîn. Heke êriş nesekinin aştî pêk nayê. Heke dewlet êrişên xwe bidomîne şer wê kurtir bibe bi êrişan aştî pêk nayê. Hê jî bi çekên kîmyewî êrişan berdewam dikin. Ev yek zerareke mezin dide pêvajoya aştiyê. Weke dayik em dixwazin hemû girtiyên siyasî bên berdan û êriş rawestin. Weke Dayikên Aştiyê heta ev êriş hebin, em qala aştiyê nakin. Kengî êriş sekinîn û girtiyên siyasî hatin berdan wê demê em ê qala aştiyê bikin.”

‘Ji bo aştî pêk were divê dewlet jî êrişên xwe rawestîn e’

Halîm Baykara jî anî ziman ku weke dayikên aştiyê ew li dijî şer û kuştinê ne û wiha axivî: “Divê dewlet jî li gorî peyama birêz Abdullah Ocalan tevbigere û gavan biavêje. Ji bo ev pêvajo biçe serî divê di destpêke de girtiyên me yên siyasî bên berdan û êriş werin rawestandin. Em êdî naxwazin kuştin çêbibe. Heke êriş û kuştin hebin aştî çênabe. Aştî bi gava yek alî nabe divê dewlet jî gav biavêje. Lê dewlet tu gav neavêtine. Heta ev êriş hebin em nabêjin aştî heye. Ji bo aştî pêk were divê dewlet jî êrişên xwe rawestîn e û gavan biavêje.”

‘Em ji bo aştiyê li dijî êrişan bisekinin’

Kimet Acar jî bi lêv kir ku aştî bi gav avêtina yek alî pêk nayê û ev yek anîn ziman: “Em ji bo pêvajoyê gelek kêfxweş in. Lê Aştî bi yek alî çênabe. Divê dewlet jî gavan biavêje. Dewletê hê jî êrişên xwe ranewestandin e, divê dewlet jî êrişên xwe rawestîn e. Divê girtiyên nexweş û birêz Abdullah Ocalan jî bên berdan ku aştî pêk were. Banga me ji hemû kesî re heye ku ji bo aştiyê li dijî êrişan bisekinin. Gel jî rabe li ser pêyan û li dijî êrişan bisekinin. Heta êriş hebin baweriya gel bş aştiyê nayê. Heta şer nesekine aştî wê çawa pêk were. Firsendeke baş heye ji bo me hemûyan, divê dewlet jî vê firsendê baş bikar bîne.”

Etîket: aştîDayikên Aştiyêêrîşpkk
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Welatiyên Wanî: Perwerdehiya herî girîng exlaq e

Welatiyên Wanî: Perwerdehiya herî girîng exlaq e

25 ÎLON 2026
Îran êrişî Hewlêrê kir

Îran êrişî Hewlêrê kir

24 ÎLON 2026
Li Baybûrtê li dijî alîgirên Amedsporê êrişa nijadperest

Li Baybûrtê li dijî alîgirên Amedsporê êrişa nijadperest

3 ÎLON 2026
‘Em bi şehîdên xwe serfiraz in, bila aştiyeke mayînde pêk were’

‘Em bi şehîdên xwe serfiraz in, bila aştiyeke mayînde pêk were’

26 TEBAX 2026

Dayikên Aştiyê û ciwan bi meşê serdana şîna şehîdan kirin

25 TEBAX 2026
Li Zongûldakê nijadperestan êrişî malbatên Kurd kirin

Têkildarî êrîşa li ser karkerên Kurd lêkolîn hate destpêkirin

23 TEBAX 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne