• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Şaxa ÎHDê ya Wanê kongreya xwe li dar xist: Bila sivîl jî tev li pêvajoyê bibin

Wan / AW

14 HEZÎRAN 2025 - 16:25
Kategorî: ROJANE
A A
Şaxa ÎHDê ya Wanê 13emîn kongreya xwe li dar xist. Di kongreyê de bal kişandin ser pêvajoya bi banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate destpêkirin û gotin ku divê sivîl jî tev li vê pêvajoyê bibin.

Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Wanê kongreya xwe ya 13emîn li eywana Azîz Yûral a Platforma Şaxan a KESKê li dar xist. ÎHDê ev kongre diyariyê Dayikên Aştiyê kir û li eywana ku kongre lê hat lidarxistin jî pankartên Dayikên Aştiyê daliqandin. Her wiha wêneyên kesên di binçavan de hatine windakirin jî hatin hilgirtin. Dayikên Aştiyê, endam û rêveberên partiyên siyasî, parlementer, nûnerên saziyên sivîl, saziyên jinan û gelek welatî tev li kongreyê bûn.

‘Bi banga Birêz Ocalan hawirdorek aştiyê hatiye afirandin’

Di kongreyê de ewilî dîwan hat hilbijartin û dû re jî bi deqeyek rêzgirtinê kongre dest pê kir. Serokê

Baroya Wanê Sînan Ozaraz axivî û wiha got: “Kurdistan, Tirkiye û Rojhilata Navîn bi salan di nava şer

de ne û ev yek hîn jî berdewam dike. Rejîma ku li Tirkiyeyê li ser înkara Kurdan ava bû hemû maf

binpê kir. Îro, di nav vê bêhiqûqiyê de, bi banga Birêz Ocalan hawîrdorek aştiyê hatiye afirandin ku

em dikarin bi biratî bijîn. Em hemû daxwaz dikin ku ev pêvajo bi pêş bikeve.”

‘Têkoşîna dayikan û zarokên wan ev pêvajo avakiriye’

Piştre hevserokê ÎHDê yê Şaxa Wanê Mehmet Salîh Coşkûn axivî û bal kişand ser şert û mercên

avabûna ÎHDê. Mehmet Salîh Coşkûn, diyar kir ku ÎHD, 39 sal berê li ber deriyê girtigehan avabûye û

got: “ÎHD, 39 sal e li dijî binpêkirina mafan ên di girtîgehên Kurdistan û Tirkiyeyê de têkoşînê

dimeşîne. Pêşngên me 1986an de ev al hildane û niha jî em vê alê digirin. Ji bo parastina nirxên xwe

em jî têkoşîna xwe dê bidomînin. Îro pêvajoyek nû li pêşiya me ye û armanca vê pêvajoyê jî

çareserkirina pirsgirêka Kurd e. Ev pêvajo ji bo girtiyan jî hêviyek mezin e. Dayikên Aştiyê jî di têkoşîna

ÎHDê de cihekî pir mezin û girîng digire. Ev pêvajoya li pêşiya me bi têkoşîna Dayikên Aştiyê û bi

têkoşîna zarokên wan ava bû û didome.”

‘Divê sivîl jî tev li pêvajoyê bibin’

Nûnerê Herêmî yê İHDê Tahir Saçaklı jî axivî û ev tişt anî ziman: “Piştî rejîma cuntayê ya sala 1980an, dema ku kes nikarîbû behsa mafên xwe bike, komele hat damezrandin. İHDê tevî van hemû zilm û komkujiyan jî ev têkoşîn domand. Di şerê 40 salî de êşên mezin hatin kişandin. Niha pêdiviya herî mezin a van axan aştî ye. Înkara 100 salî divê niha bi dawî bibe. Hikûmet êdî nikarin bi vê polîtîkaya şer temenê xwe dirêj bikin. Ev qonax bi dawî bûye. Em bawer dikin ku pêvajoya ku îro berdewam dike dê serkeftî be. Ne tenê rayedarên dewletê, divê sivîl jî beşdarî vê pêvajoya aştiyê bibin. Ji niha û pê ve, ji bo misogerkirin û domandina aştiyê karekî me yê pir mezintir heye û em ê ji bo bicihanîna vê mîsyonê têbikoşin.”

Hevserokên nû hatin hilbijartin

Piştî xwendina peyama Hevserokên ÎHDê, rapor hatin xwendin. Di hilbijartinên bi yek lîsteyê de,

Ayten Kiran û Mehmet Salîh Coşkun wekî hevserokên Şaxa ÎHDê ya Wanê hatin hilbijartin.

 

Etîket: ÎHDKongreWan
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Li Wanê peyarê hem teng in hem jî wesayît li ser in

Li Wanê peyarê hem teng in hem jî wesayît li ser in

6 COTMEH 2026

Edalet tune be aştî jî pêş nakeve

26 ÎLON 2026
Welatiyên Wanî: Perwerdehiya herî girîng exlaq e

Welatiyên Wanî: Perwerdehiya herî girîng exlaq e

25 ÎLON 2026
Li girtîgehên Anatoliya Navîn di salekê de 2 hezar û 338 binpêkirin qewimîne

Li girtîgehên Anatoliya Navîn di salekê de 2 hezar û 338 binpêkirin qewimîne

19 ÎLON 2026
‘Ji bo berdana Mehmet Saît Yildirim pêdivî bi qanûnên nû nîn e’

‘Ji bo berdana Mehmet Saît Yildirim pêdivî bi qanûnên nû nîn e’

6 ÎLON 2026
Eren Keskîn: Divê li gorî Peymana Cenevreyê rêz ji şîn û bîranînan re were girtin

Eren Keskîn: Divê li gorî Peymana Cenevreyê rêz ji şîn û bîranînan re were girtin

5 ÎLON 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne