• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

‘Ji bo ziman divê xala 42emîn a destûrê bê guherandin’

Omer Demîr / AW

14 GULAN 2025 - 08:36
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Amed – Hevberdevkê Komîsyona Ziman a Şaxa OHDê ya Amedê Serhat Hezer têkildarî 15ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî diyar kir ku divê xala 42an a Destûra Bingehîn bê guherandin.

Di 15ê Gulana 1932yan de li paytexta Sûriyê Şamê ji aliyê Mîr Celadet Elî Bedirxan ve yekem car Kovara Hawarê tê çapkirin. Derketina kovarê ji bo weşangerî û zimanê Kurdî dibe destpêkek nû. Ev roj her sal ji aliyê saziyên zimanê Kurdî û partî û dezgehên Kurd ve li seranserî Kurdistanê weke Roja Cejna Zimanê Kurdî tê pîrozkirin. Hevberdevkê Komîsyona Ziman a Hiqûqnasên Ji bo Azadiyê (OHD) a Şaxa Amedê têkildarî 15ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî ji Ajansa Welat re axivî.

‘Qanûn li pêşiya zimanê Kurdî asteng in’

Serhat Hezer da zanîn ku di pêşiya zimanê Kurdî de astengiya herî mezin qanûn in û wiha got: “Di qanûna bingehîn a Tirkiyeyê de di xala sêyemîn de tê gotin zimanê Tirkiyeyê tenê Tirkî ye. Ev jî li pêşiya zimanê Kurdî astengî ye. Berê di qanûnan de zimanê dewletê ne dihat pênasekirin. Lê niha di qanûna de tê gotin zimanê Tirkiyeyê tenê Tirkî ye. Piştî vê li ser zimanê Kurdî û zimanên din di astengî dest pê kirin û ziman hatin qedexekirin.”

‘Divê ewilî qanûna 42emîn were guhertin’

Serhat Hezer destnîşan kir ku ji bo zimanê Kurdî bibe zimanê fermî divê qanûn bên guherandin û wiha pêde çû: “Ji ber ku di qanûnan de zimanê perwerdehiyê tenê Tirkî hatiye pênasekirin, zimanê Kurdî û zimanên din nakin zimanê perwerdehiyê. Divê di serî de qanûna 42emîn were guherandin. Ev qanûn werin guherandin pêşiya zimanan dê were vekirin. Em wekî gelê Kurd û sazî ji bo zimanê Kurdî li pêş bikeve divê termînolojiya Kurdî em ava bikin. Her sazî ne cuda cuda divê tevahî sazî bibin yek û têbikoşin. Hêz bibe yek wê ev xebata termînolojiyê jî ziman li pêş bixe.”

‘Aştî bondorek baş li ser ziman dike’

Serhat Hezer diyar kir ku aştî her dem bandorek baş li ser zimanan dike û wiha domand: “Aştî hebe sazî û dezgehên ziman baştir dikarin kar û xebatên xwe yên Kurdî bimeşînin. Gel zêdetir dikare fikrên xwe bi zimanê zikmakî bînê ziman.”

‘Em her dem ji bo ziman amade ne’

Serhat Hezer bi bîr xist ku ji bo zimanê Kurdî bibe zimanê fermî bar dikeve ser milê hemû saziyan û got: “Çi were ser milê me em ê bikin. Di aliyê qanûna bingehîn de OHD dikare qanûnan amade bike. Saziyên din jî di aliyê karên xwe de bixebitin. Zimanzan jî dikarin termînolojiya Kurdî ava bikin. Zimanê Kurdî bi hevkariya tevahiya saziyan dikare were lipêşxistin.”

Etîket: 15ê Gulanê Roja Cejna Zimanê KurdîKurdîOHDZimane Kurdi
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Otomatik taslak

TUHAD-FED: Dest ji astengkirina berdana girtiyan berdin

5 COTMEH 2026
Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

1 COTMEH 2026
Kongra Star banga perwerdeya bi zimanê Kurdî kir

Kongra Star banga perwerdeya bi zimanê Kurdî kir

29 ÎLON 2026
‘Divê em bi zimanê xwe karên xwe bimeşînin’

‘Divê em bi zimanê xwe karên xwe bimeşînin’

25 ÎLON 2026
Şara: Dê ji bo statuya leşkerên Tirkiyeyê qanûn were amadekirin

Şara: Dê ji bo statuya leşkerên Tirkiyeyê qanûn were amadekirin

23 ÎLON 2026
Her sal ji nav axaftina rojane 338 peyv winda dibin!

Her sal ji nav axaftina rojane 338 peyv winda dibin!

22 ÎLON 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne