• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Menîce Gulmez: Encax bi yekitiyê hêza Kurdan dikare xurttir bibe

Onder Akbulut - Fexredîn Kiliç / AW

14 GULAN 2025 - 08:17
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Amed – Berdevka PÎAyê Menîce Rumeysa Gulmez ku wek delege tev li civîna Înîsiyatîfa Yekitiya Demokratîk bû, diyar kir ku Kurd li hember çar dewletan têdikoşin û got: “Ji ber vê jî gere yekitiya wan xurt bibe.”

Nûnerên partiyên siyasî yên Kurdistanî, saziyên sivîl ên civakî, rûspî, oldar û bawermend, kesayet, parlamenter jî di nav de 301 delegeyên “Însiyatîfa Yekitiya Demokratîk” li Amedê di 10-11ê Gulanê de civîna xwe pêk anî. Piştre deklerasyona civînê bi daxuyaniya çapemeniyê ji raya giştî re parvekirin. Berdevka Partiya Însan û Azadiyê (PÎA) Menîce Rumeysa Gulmez ku wek delege tev li civîna Înîsiyatîfa Yekitiya Demokratîk bû, derheqê yekitiya Kurdan û kongreya PKKê de ji Ajansa Welat re axivî.

‘Ev însiyatîf di pêvajoyeke girîng de hat avakirin’

Menîce Gulmezê da zanîn ku ji bo însiyatîfê ava bikin, gelek danûstandin kirine, bi siyasetmedar, hunermend û rûspiyan re hevdîtin kirine û fikrên wan girtine û got: “Van xebatan 9 mehan berdewam kir. Di vê pêvajoyê de ku PKKê biryara çekberdanê girt, demeke nû destpêkiriyê ev însiyatîf dê cihekî girîng bigre. Êdî Dewleta Tirk an jî dewletên neyarên Kurdan nikarin bibêjin Kurd terorîst in, Kurd mirovan dikujin, êdî PKK jî tuneye. Heke ew jî samîmî bin dê êdî bibînin Kurd bi siyaseteke sivîl, bi însiyatîfên sivîl mafê xwe diparêzin. Ev însiyatîf jî di vê pêvajoyê de hate avakirin, pêvajoyeke girîng e.”

‘Yekîtî tune be hêz jî tune ye’

Menîce Gulmezê diyar kir ku êdî Kurd dizanin heke yekitiya wan tunebe hêza wan jî dê tunebe. Encax bi yekitiya Kurdan hêza Kurdan dikare xurtir bibe û wiha pê de çû: “Kurd li hember çar dewletan têkoşînê dimeşînin ji ber vê jî divê yekitiya wan xurt be. Niha li Rojava gelê Kurd yekitiya xwe avakir, êdî dora Bakur e. Her çar parçeyên Kurdistanê ku di nav xwe de yekitiyâ xwe avabike ev ê bibe sedemê yekitiya temamî Kurdan. Kesên ku tevî xebatên yekitiya Kurdan nebin tê wê wateyê ku samimiyeta wan ya têkoşîn û yekitiya Kurdan tuneye. Pêwist e her kes di vê pêvajoyê de samimî tevbigere û tevî xebatan bibe. Hewceya em mafê Kurd û Kurdistanê bidine pêşiya hemû tiştî, ji bo Kurdan û Kurdistanê yekitiyekî avabikin. Wek însiyatîf jî em ê li gel hemû Kurdan biaxivin û hewelbidin wan bikin nav însiyatîfê.”

‘Heke dewlet samîmî be gere gavan bavêje’

Menîce Rumeysa Gulmezê bilêv kir ku bi salan e dewlet PKKê dixe bahane û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Bi salan e Dewleta Tirk digot PKK e teror e, halbukî gere bidîtana ku PKK toximê vê zilm û neheqiya ku li Kurdan hatiyê kirin e. Ev zilm û heqaret nebûya pêwist nedibû ku PKK jî derkeve holê. Birêz Abdullah Ocalan di encama nîqaşan, hevdîtinan de biryar da û PKKê jî kongreya xwe komkir û dawî li xebatên xwe anî. Piştî banga Birêz Abdullah Ocalan dewlet jî heke samîmî be gere ew jî hin gavan bavêje. Dewleta Tirk heke di mijara siyasetmedarên Kurd yên ku bi salan in girtîne, di mijar çand, ziman û hunera Kurdî de gavan bavêje ez dibêjim banga Birêz Abdullah Ocaln jî dê bigihêje armanca xwe. Wek gelê Kurd bîr û baweriyên me çi dibin bila bibin, dozên me, partiyên me çi dibin bila bibin, lê em mecbûrin di Kudayaetiyê de yekitiya xwe avabikin. Ji bo Kurdayetiyê destê xwe daynin bin berê. Li gel hev têkoşîneke demokratîk bikin. Em li gel hev bin em ê xurt bibin. Heta niha tu dewletekî nekaribûye Kurdan xelas bike. Kurd bibin yek tu carî jî xelas nabin.”

Etîket: Înisiyatifa Yekîtiya DemokratîkKurdistanMenice RumeysaPÎA
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Xebatên vekirina deriyê sînor ê Nisêbîn û Qamişloyê dest pê kir

Xebatên vekirina deriyê sînor ê Nisêbîn û Qamişloyê dest pê kir

24 ÎLON 2026
Rejîma Îranê lez da biryarên darvekirinê

Rejîma Îranê lez da biryarên darvekirinê

31 TEBAX 2026
Li Şemrex û Dêrikê serdana bîranînan

Li Şemrex û Dêrikê serdana bîranînan

31 TEBAX 2026
Ji Kongra Star berteka li dijî Îranê: Darvekirin nikare dengê gelan bibire

Ji Kongra Star berteka li dijî Îranê: Darvekirin nikare dengê gelan bibire

31 TEBAX 2026
Sebahat Tuncel: Bi destxistina maf û azadî girêdayî têkoşîna rêxistinî ye

Sebahat Tuncel: Bi destxistina maf û azadî girêdayî têkoşîna rêxistinî ye

31 TEBAX 2026
‘Qanûna çarçoveyê deriyek vekir, divê êdî em wî deriyê bi temamî vekin’

‘Qanûna çarçoveyê deriyek vekir, divê êdî em wî deriyê bi temamî vekin’

15 TEBAX 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne