• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Tirkiye dixwaze Minbicê dagir bike

Navenda Nûçeyan / AW

10 KANÛN 2024 - 10:50
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Hevseroka TEV-DEMê Remziye Mihemed anî ziman ku li Minbicê şerekî pir giran heye û wiha got: “Bi çekên giran êrîşî Minbicê dikin. Tirkiye dixwaze Minbicê dagir bike.“

Li Sûriyeyê pêvajoyeke nû dest pê dike. Piştî hilweşîna Rejîma Esad li Sûriyeyê kaos û şer giran dibe. Ji ber êrîşên komên çete zêdeyî 100 hezar koçberên Şehbaye disa koç kirin. Li dijî Minbicê êrîşên giran û şerekî giran heye. Bi taybetî peymanên navneteweyî HTŞ ket nava tevgerê û dest bi dagirkirina Helebê kir. HTŞê di 26-27ê Mijdarê de dest bi êrîşên li ser gund û taxên Helebê kir û di nava 3-4 rojan de Heleb dagir kir. Piştî wê Hema û Hems dagir kir û di 8ê Kanûnê de jî ket Şamê û hikûmeta Şamê ket. Roja ku Şam ket, Serokê Dewleta Sûriyê Beşar Esad Şam terk kir û berê xwe da Rûsyayê. Di vê pêvajoya ku HTŞ ket nava tevgerê û Heleb dagir kir, li aliyê din komên çekdar ên wekî OSO, Sultan Murat û Ceyş El Vatanî li dijî herêmên Rêveberiyên Xweser ên wekî Minbic, Şehba û Til Rifatê dest bi êrîşan kirin. Ji ber êrîşên zêde koçberên Şehba û Til Rifatê ku berê di sala 2018an de ji Efrînê koçber bûbûn dîsa koçber bûn. Nêzî 100 hezar koçberên Şehbayê hatin li Tebqa, Reqqa û herêmên din ên Rêveberiyên Xweser bi cih bûn. Niha li Minbicê şerekî pir giran heye.

Hevseroka Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) Remziye Mihemed der barê geşedanên dawî de nirxandin kir û anî ziman ku li Sûriyeyê kaosek heye.

Hevseroka TEV-DEMê Remziye Mihemed ewil ewil bal şikand ser rewşa Sûrî û wiha got: “Li Sûrî û bi taybet li Bakur û Rojhilatê Sûrî pêvajoyek nû heye. Bi hilweşandina rejîma Baasê re guhertina dîrokî pêş ket. Ev guherîn li gelê Sûrî û tevahiya gelê me pîroz be. Niha rewş gelek aloz e. Gelek bûyer pêş dikevin. Li Til Rifhatê beriya ku rejîm hilweşe, gelê me li Şehba û Til Rifhatê bi zorê ji cihê xwe hat koçberkirin. Bi giştî gelê me yê Şehba û Til Rifhatê koçber bûye. Gelekan ji wan berê xwe dane Efrînê. Hinekan berê xwe dan Şêxmeqsûdê. Hejmarek mezin jî koçî Tebqa û Reqayê kirin. Bi alîkariya saziya Rêveberiya Xweser û civaka sivîl niha bi cih dibin. Gelê me koçberên me yên Şehba û Til Rifhatê hembêz dikin. Xwedîderketinek mezin heye. Hevgirtinek mezin heye. Ev têkoşîna gel nîşan dide.”

Li Eyn Îsa komkujî pêk anîn

Hevseroka TEV-DEMê Remziye Mihemed anî ziman ku bi taybet 12-13 roj in li ser Minbicê êrîşek giran heye û wiha axivî: “Di van êrîşan de armanca dewleta dagirker û dewleta Tirkiyeyê ew e ku Minbicê têxe bin destê xwe. Li dijî wê gelê me yê li Minbicê û hêza parastinê wekî HSDê di 2-3 rojên dawî de derketiye asta jor. Di 2-3 rojên dawî de rastî êrîşên giran tên. Bi çekên giran êrîşî Minbicê dikin. Her çiqas bi çekên giran êrîş bikin û êrîş giran be jî li dijî vê yekê şervanên gelê Minbicê li dijî wan li ber xwe didin. Li dijî êrîşan berxwedanek mezin heye. Gelek êrîşên Dewleta Tirk vala derxistin. Heta niha jî êrîş didome. Lê li dijî van berxwedana şervanan heye Di 9ê Kanûnê de li Eyn Îsa êrîşî malbatekê kirin. 13 kes şehît kirin. Ji wan 6 zarok bûn. Dîsa li ser gundewarên Zerganê êrîş hene. Di van êrîşan de maşîneyek rastî êrîşan hat. Kesên birîndar hene. Di van êrîşên gundên Zerganê zehmetiyên mezin derdixin. Dîsa li ser gundên Kobanê hene. Wekî ku tevahiya Sûriye hilweşiya bin, gelek komên çeteyan derketine holê. Her komek dixwaze parçeyekî ji Sûriyê bike. Her komek bi armanca ku parçeyek axa Sûrî ji bo xwe dagir bikin êrîş dikin.”

Divê em parastina cewherî pêş bixin

Hevseroka TEV-DEMê Remziye Mihemed, da zanîn ku tevî êrîşên heyî jî bombebarankirina li ser herêmê çêdibe dîsa kelecanek heye. Tevahiya Sûriye kelecanekê dijî. Bi taybetî herêma Bakur û Rojhilatê Sûrî, ji bo parastina xwecihî û ji bo şerê gelê Şoreşgerî, şoreş pêş dikeve. Ji bo em karibin nirxên şoreşa xwe biparêzin û em karibin destkeftiyên şoreşa xwe biparêzin û projeya xwe ya Neteweya Demokratîk bi ser bixin, divê em hîn zêdetir parastina cewherî pêş bixin û parastina xwe xurt bikin. Divê em yekîtiya pêkhateya gelan xurt bikin. Pêwiste em saziyên civaka demokratîk li şoreşa xwe û neteweya demokratîk xwedî derkevin. Çawa me destpêka şoreşê bi civaka demokratîk dest pê kir; em ê serkeftina şoreşê jî bi civaka demokratîk û hevgirtina gelan û şerê şoreşgerî û parastina nirxên şoreşê bi ser bikevin. Em ê bi yekîtiya gelan, parastina nirxên şoreşgerî li ser esasê azadiya gelan, jiyana hevpar, li ser esasê hevgirtina gelan ku têde de edalet, parastina çanda gelan û demografiya gelan tê parastin, biparêzin.”

 

Etîket: HelebHTSMinbicRemziye MihemedŞamSehbaTEV-DEMTirkiye
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

E. Pejder Altan: Piştperdeya bûyerên di Sûriyeyê de Tirkiye heye

E. Pejder Altan: Piştperdeya bûyerên di Sûriyeyê de Tirkiye heye

15 ÎLON 2026
Doç. Dr. Yilmaz: Polîtîkaya Amerîkayê ya derbarê Kurdan de tune ye

Doç. Dr. Yilmaz: Polîtîkaya Amerîkayê ya derbarê Kurdan de tune ye

8 ÎLON 2026
Yekemîn civîna Peymana Mekeyê li Stenbolê pêk tê

Yekemîn civîna Peymana Mekeyê li Stenbolê pêk tê

31 TEBAX 2026
Îsraîl û Yewnanîstanê peymana bi 3 milyar dolarî ya parastinê îmze kir

Îsraîl û Yewnanîstanê peymana bi 3 milyar dolarî ya parastinê îmze kir

31 TEBAX 2026
Li Tirkiyeyê rêjeya betaliya fireh ji sedî 30î derbas bû

Li Tirkiyeyê rêjeya betaliya fireh ji sedî 30î derbas bû

31 TEBAX 2026
Îlham Ehmed: Têkoşîna herî mezin parastina ziman û mafên destûrî ye

Îlham Ehmed: Têkoşîna herî mezin parastina ziman û mafên destûrî ye

31 TEBAX 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne