• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
21 TEBAX 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

Tuncer Bakirhan: Ciwan dikarin welatekî demokratîk ava bikin

Amed / AW

30 NÎSAN 2025 - 15:45
Kategorî: MANŞET, POLÎTÎKA
A A
Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan ku di panela ciwanan a li Amedê de axivî û qala rol û misyona ciwanan kir û wiha got: “Heke ciwan xwedî li vê pêvajoyê derkevin, em dikarin civakek û welatekî demokratîk ava bikin.”

Piştevaniya Xwendekarên Azad ên Dîcleyê di çarçoveya “Banga Aştî û Civaka Demokratîk” a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de li avahiya Şanoya Bajêr a Amedê bi dirûşma “Tev li bibe, nîqaş bike, biguherîne” panelek li dar xist. Hevserokê Giştî yê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tuncer Bakirhan, endam û rêveberên DEM Partiyê û gelek xwendekar tev li panelê bûn.

Tuncer Bakirhan diyar kir ku partiya wan partiyeke ciwanan e û got ku partiyên ciwan têde hebin tevî êrişan jî li ser pêya dimînin û xwe didomînin. Tuncer Bakirhan destnîşan kir ku hemû pergalên ku ciwan di nav de nebin bi têkçûnê re rûbirû dimînin û qala girîngiya rol û misyona ciwanan kir.

‘Hêdî hêdî pergalên yekperest bi dawî dibin’

Tuncer Bakirhan da zanîn ku li cîhanê gelek krîzên aborî hene û bi lêv kir ku hêzên hegemon ku dibin xwediyê rêyên bazirganiyê şer û pevçûnan derdixînin. Tuncer Bakirhan anî ziman ku tevî krîz û aloziyên heyî jî hêviya wan xurt e û wiha got: “Em jî hewl didin li cem kesên ku hêviyê didin bisekinin. Li kêleka me pergalên nû tên avakirin. Hêdî hêdî pergalên yekperest bi dawî dibin. Welatên ku bi awayekî wekhev nêzî civaka xwe bin, têk naçin. Banga birêz Abdullah Ocalan jî li ser vê yekê ye. Birêz Ocalan ev yek dît.”

‘Berpirsyartiya me gelekî mezin e’

Tuncer Bakirhan destnîşan kir ku banga 27ê Sibatê destpêka pêvajoyeke nû ye û wiha got: “Banga 27ê Sibatê dîroka gelê kurd û tirk a hezaran salan jî li ber çavan digire. Birêz Ocalan îşaret dike ku weke Dîwarê Berlînê, dîwarê di nava gelan de hilweşiya. Li vir peywîr û berpirsyartiyeke mezin dikeve li ser milê me. Heke ciwan bi xwendinên xwe xwedî li vê pêvajoyê derkevin em dikarin civakek û welatekî demokratîk ava bikin ku gelê kurd û elewî tune neyên hesibandin. Berpirsyartiya me gelek mezin e. Li Tirkiyeyê ciwan weke xetere hatin dîtin. Bila ciwan polîtîk nebin gelek polîtîkayên qirêj li ser ciwanan hatin meşandin. Kemal Kûrkût, Şerzan Kûrt û gelek ciwanên din bûn qurbanê van polîtîkayan. Di vê pêvajoyê de divê ewilî ciwan berpirsyartiyê bigirin. Bêyî ku guh bidin gotinên derdorê divê ji bo siyaseta Tirkiyeyê biguherînin bikevin nava liv û tevgerê. Tirsa herî mezin a pergalan azadîbûn û demokratîk bûn e. 600-700 hezar xwendekar neçar man dest ji zanîngehên xwe berdin. Ji xwe tu wateya dîplomeyan jî nemaye. Ji bo avakirina bingeke demokratîk a li Tirkiyeyê divê em têbikoşin. Banga aştî û civaka demokratîk ne tene ji bo kurdan ji bo 85 milyon mirovan azadiyê dixwaze. Pêşiyê li ciwanan vedike. Em bawer dikin ku em ê serbikevin.”

Etîket: Abdullah OcalanciwanDEM PartîTuncer Bakirhan
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Ciwanên welatparêz ên Amedê li Sûr û Peyasê 15ê Tebaxê bi coş pîroz kirin

Ciwanên welatparêz ên Amedê li Sûr û Peyasê 15ê Tebaxê bi coş pîroz kirin

15 TEBAX 2026
Otomatik taslak

Tuncer Bakirhan: Ocalan teahhud kiribe şer û pevçûn dernakeve

15 TEBAX 2026
Welatiyên Stenbolî: Daxwaza gelê Kurd azadiya Serok Abdullah Ocalan e

Welatiyên Stenbolî: Daxwaza gelê Kurd azadiya Serok Abdullah Ocalan e

15 TEBAX 2026
Ciwanên Amedê: Tu hêz nikare azadiya gelê Kurd ji destê wî bigire

Ciwanên Amedê: Tu hêz nikare azadiya gelê Kurd ji destê wî bigire

14 TEBAX 2026
Kongreya DEM Partiyê di 6ê Îlonê de ye

DEM Partî: Di kongreya 6ê Îlonê de dê starta ji nû ve avakirinê bê dayîn

13 TEBAX 2026
Kongreya DEM Partiyê di 6ê Îlonê de ye

Kongreya DEM Partiyê di 6ê Îlonê de ye

13 TEBAX 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Qanûna çarçoveyî di rojnameya fermî de hat ragihandin

    Qanûna çarçoveyî di rojnameya fermî de hat ragihandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Koma Berxwedan: Em ê bi huner û muzîka xwe rola xwe bilîzin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Qanûna Çarçoveyî hat weşandin: Ji niha û şûn ve dê çi bibe?

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Ji bo avakirina civakeke demokratîk em dixwazin vegerin welatê xwe’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ji hunera xwedawendan ber bi siberojê ve muzîka Kurdî – 5
    Hîvron: Hişê çêkirî naafirîne, kom dike, tevlihev dike

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Erdogan: Bila ser xêrê be

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Qanûna çarçoveyê deriyek vekir, divê êdî em wî deriyê bi temamî vekin’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Abdullah Zeydan: Girêdayî pêvajoyê dê polîtîkayên qeyim ji holê rabin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne