• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Li Kadîfekaleya Îzmîrê agire Newrozê hat vêxistin

Navenda Nûçeyan / AW

13 ADAR 2025 - 16:41
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Bi pêşengtiya jinên TJA û DEM Partiyî starta Newroza Îzmîrê hate dayin. Agirê Newrozê li Kadîfekaleyê hate vêxistin ku Rahşan Demîrel li wir bedena xwe şewitandibû.

Bi pêşengiya Tevgera Jinên Azad (TJA) û Meclisa Jinan a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) a Îzmîrê, bi dirûşma “Em li dijî qirkirina jinê serî hildidin, ber bi azadiyê ve dimeşin” daxuyaniyeke çapemeniyê hat dayîn û li Îzmîrê starta pîrozbahiyên Newrozê hate dayîn. Daxuyaniya ku dihat xwestin li Kadîfekaleyê bê dayîn, ji ber astengiya polîsan li ber kelehê hat dayîn. Di daxuyaniyê de pankarta “Newroza Azadiyê pîroz be” hat hilgirtin. Girseyê bê navber dirûşmên “Ji şer re na, aştî a niha”, “Newroz pîroz be” û “Şehîd namirin” berz kir.

Parlamentera DEM Partiyê ya Îzmîrê Bûrcûgul Çûbûk, Parlamentera DEM Partiyê ya Mûşê Sumeyye Boz û gelek jin û welatî beşdarî daxuyaniyê bûn. Agirê Newrozê ji hêla Sumeyye Boz û Dayika Aştiyê Behiye Yalçin ve hate vêxistin. Piştre jî girseyê li ber def û zirneyê govend gerand.

‘Kadîfekale ji bo têkoşîna me ya azadiyê semboleke dîrokî ye’

Hevseroka DEM Partiyê ya Îzmîrê Fulya Erdogan, silavên xwe pêşkêşî jinên ku agirê Newrozê geş dikin, kir û got: “Agirê Newrozê ku me îro li Kadîfekaleyê vêxist, ji hêla jinên berxwedêr Zekiyeyan, Rahşanan û Bêrîvanan heta roja îro anîn; serhildana jinên ku li dora têkoşîna azadiyê azad bûne ye. Silav ji jinên ku bi ruhê 8’ê Adarê li dora vî agirê berxwedanê kom bûne re. Kadîfekale ji bo têkoşîna me ya berxwedan û azadiyê semboleke dîrokî ye. Cejna gelan û jinên ku li dijî zilma zaliman li ber xwe didin e. Bi ruhê berxwedanê yê agirê Newrozê we hemûyan silav dikim û dibêjim Newroz pîroz be.”

Parlamentera DEM Partiyê ya Îzmîrê Burcugul Çubuk jî diyar kir ku wan li kelehê li cihekî girîng bi ruhê Rahşanê re hevdîtin pêk anîne û ev tişt anî ziman: “Ruhê ku me pê re hevdîtin kir, ruhê bawerî û îradeyê ye. Ruhê kesên ku jiyana ku tê xwestin jin tê de bin bi ser dikeve û helbet ruhê ku em pê re rû bi rû ne, têkoşîna aştiyê ya ku jin pêdiviya wê pê heye. Yên ku tu carî dest ji vê têkoşînê bernedin, wê li seranserê vê erdnîgariyê vê aştiya bi rûmet, edalet û wekheviyê misoger bikin. Newroz pîroz be.”

‘Wê ev Newroz bi watedartir be’

Parlamentera DEM Partiyê ya Mûşê Sumeyye Boz jî wiha got: “Îro, rojeke girîng e. Lewma em li vir agirê azadiyê û agirê aştiyê vêdixin. Armanca me ya hatina vir ne tenê pîrozkirina Newrozê ye. Em ji bo pîrozkirina pêşketina têkoşîna ku bi sedsalan tê meşandin hatin. Ev der qada têkoşînê ye. Bangek mezin ji aliyê birêz Abdullah Ocalan ve li hemû gelan, Rojhilata Navîn, Tirkiye û Kurdistanê hate kirin. Di vê Newrozê de em ê aştî û civaka demokratîk hembêz bikin. Wê ev Newroz bi coş, mezintir û bi watedartir be. Ji Rojhilata Navîn heta Rojava wê agirê azadî û aştiyê, civaka demokratîk û civaka wekhev li her derê bê vêxistin. Ev agir wê li hemû cîhanê bigere û aştiyê bi destê Kurdan bîne.”

Di heman demê de ji bo pîrozbahiya Newrozê ya ku dê di 22’yê Adarê de li Qada Gundogduyê were lidarxistin, banga hate kirin. Bername, bi gerandina govendê bi dawî bû.

Etîket: Agirê NewrozêDEM PartîİzmirKadîfekaleTJA
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Numan Kurtulmuş: Pêdivî bi destûreke bingehîn a demokratîk heye

Numan Kurtulmuş: Pêdivî bi destûreke bingehîn a demokratîk heye

1 COTMEH 2026
Vaye tabloya Zazakî di xizmeta DEM Partî, DBP û şaredariyên Amedê de

Vaye tabloya Zazakî di xizmeta DEM Partî, DBP û şaredariyên Amedê de

29 ÎLON 2026
Li taxên Kurdan ên Îzmîrê berbelaviya hişbirê: Dewlet dixwaze ciwanên Kurd xwe ji bîr bikin

Li taxên Kurdan ên Îzmîrê berbelaviya hişbirê: Dewlet dixwaze ciwanên Kurd xwe ji bîr bikin

22 ÎLON 2026
Rêveberiya Navendî ya DEM Partiyê piştî kongreyê civiya

Rêveberiya Navendî ya DEM Partiyê piştî kongreyê civiya

21 ÎLON 2026
‘Jîna di dirûşma Jin, Jiyan, Azadî û têkoşîna hevpar a jinan de dijî’

‘Jîna di dirûşma Jin, Jiyan, Azadî û têkoşîna hevpar a jinan de dijî’

19 ÎLON 2026
Abdullah Ocalan: Divê provakasyona li Rojava demildest bê rawestandin

Abdullah Ocalan: Divê provakasyona li Rojava demildest bê rawestandin

16 ÎLON 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne