• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Nivîskar Tamîr: Divê statuya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan were nasîn

    Nivîskar Tamîr: Divê statuya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan were nasîn

    Li dijî Şaredariya Esenyurtê operasyon: 17 binçavkirin

    Li dijî Şaredariya Esenyurtê operasyon: 17 binçavkirin

    ROJEVA 18ê TEBAXA 2026an

    ROJEVA 7ê COTMEHA 2026an

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Nivîskar Tamîr: Divê statuya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan were nasîn

    Nivîskar Tamîr: Divê statuya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan were nasîn

    Li dijî Şaredariya Esenyurtê operasyon: 17 binçavkirin

    Li dijî Şaredariya Esenyurtê operasyon: 17 binçavkirin

    ROJEVA 18ê TEBAXA 2026an

    ROJEVA 7ê COTMEHA 2026an

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Ji Newroza Licê bang kirin: Em azadiya serokê xwe dixwazin

Fexredîn Kiliç – Onder Akbûlût / AW

13 ADAR 2025 - 08:01
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Amed – Starta Newroza îsal li navçeya Licê hate dayîn. Welatiyên tev li Newrozê bûn wiha gotin: “Em dixwazin serokê me bê berdanê di nava me de be.

Starta Newroza ku îsal bi dirûşma “Rêbertiya Azad, Civaka Demokratîk” tê pîrozkirin duh li navçeya Licê ya Amedê hate dayîn. Welatiyên ku tev li Newroza Licê bûn têkildarî Newrozê û banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan “Aştî û Civaka Demokratîk” de axivîn.

Welatiyê bi navê Farûk Karaman (50) diyar kir ku keyfxweş in ku tev li Newrozê bûne û wiha got: “Em dilxweş in. Em bi vê pêvajoya hatiye destpêkirin pir bi dilxweş in. Kuştin bi dawî bibin dê pir baş be. Em li pey Rêberê Gelê Kurd in. Serokê me bêje çi em di riya wî de ne.”

 

Farûk Karaman

‘Em dixwazin serokê me di nava me de be’

Dayika bi navê Halîme Elçî (60) jî diyar kir ku dê Newroza îsal bi coştir derbas bibe û wiha axivî: “Newroz pîroz be. Berxwedan jiyan e. Îşelah em ê serbikevin. Em dayik aştiyê dixwazin. Naxwazin êdî tu dayik bigirîn. Em yekitiyê dixwazin. Bila em bibin yek û aştî pêk were. Em dixwazin serokê me bê berdanê di nava me de be. Bê berdan ew ê aştî jî û yekitî jî pêk were.”

 

Halîme Elçî

‘Divê ev Newroz bibe Newroza piştgirî û piştevaniyê ya birêz Abdullah Ocalan’

Welatiyê bi navê Nedîm Esmer (66) diyar kir ku Newroza Licê Newrozeke dîrokî ye û wiha got: “Daxwaza me ew e ku îsal her kes beşdarî Newrozê bibe. Ji bo ku aştî, xweşî çêbibe kes neyê kuştin divê herkes tev li Newrozê bibe û Newroz destpêka aştiyê ye.”

Nedîm Esmer di berdewama axaftina xwe de ev tişt gotin: “Divê ev Newroz e ji bo birêz Abdullah Ocalan bibe Newroza piştgirî û piştevaniyê. Divê em pişta wî xurt bikin ku aştiyekê bîne vî welatî. Divê ji 7 salî heta 70 salî ji bo birêz Ocalan tev li Newrozê bibin.”

Nedîm Esmer

‘Bila Serokê me berdin’

Dayika bi navê Zahîde Kazak jî xwest ku aştî pêk were û wiha got: “Em aştiyê dixwazin. Bila Serokê me berdin.”

Zahîde Kazak

Divê şert û mercên Abdullah Ocalan bên guherîn

Yûsûf Peker (67) da zanîn ku geşedanên li Sûriyeyê girêdayî banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan in. Yûsûf Peker, anî ziman ku ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi muxataban re bikeve têkiliyê divê di şert û mercên wî de guherîn bên kirin.

Yûsûf Peker

‘Serokê me her tim rêya rast daniye pêşiya gelê xwe’

Welatiya bi navê Fatma Gulen (39) jî wiha got: “Newroz cejna gelê kurd e, sembola Kurdistanê ye. Sembola Mazlûm Doganan e. Newroz rêya azadiyê ye. Newrozê li her çar parçeyê Kurdistanê pîroz dikim. Me ji bo Newrozê pir bedel dane. Heya ku Kurdistan azad bibe, em tu carî vê rêyê bernadin.”

Fatma Gulen bal kişand ser peyama Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û wiha domand: “Serokê me her tim rêya rast daniya pêşiya gelê xwe. Em jî rêya wî daniye pêşiya me dişopînin. Hêvî dikin ku Kurdistaneke azad serbixe. Em dixwazin Serok û girtiyên me yên li hefs û zindanan azad bibin.”

Fatma Gulen

‘Em li pey Serokê xwe ne’

Dayika Yesûre Tûfan (56) jî wiha axivî: “Em li pey Serokê xwe ne. Serokê me bêje çi weke wî ye. Em dixwazin aştiyek pêk were. Em dixwazin ku dewlet jî gavekê biavêje ku dilê dayikan neêşe. Em dixwazin Serokê xwe di nava xwe de bibînin.”

Yesûre Tûfan

‘Em banga Serokatî pir girîng dibînin’

Welatiyê bi navê Hecî Bayram Dogan (62) jî xwest ku di 21ê Adarê de aştiyeke mayînde pêk were û wiha got: “Her mirovek dixwaze aştiyek pêk were. Em bi hêvîne ku Newroza îsal wê bibe wesîleya aştî û wekheviyê. Em banga Serokatî jî pir girîng dibinin. Îşelah dewlet jî gavê biavêje. Weke cara din nebe.”

Hecî Bayram Dogan

 

 

Etîket: Abdulah OcalanaxaftinBanga Aştiyê û Civaka Demokratîknewroza licêwelatî
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Welatiyên Wanî: Perwerdehiya herî girîng exlaq e

Welatiyên Wanî: Perwerdehiya herî girîng exlaq e

25 ÎLON 2026
‘Ev gaveke biçûk e, em dixwazin gavên mezintir bên avêtin’

‘Ev gaveke biçûk e, em dixwazin gavên mezintir bên avêtin’

17 TEBAX 2026
Li Wanê Parka Mehmet Uzun hat vekirin: Ev park bila bibe wesîleya aştiyê

Li Wanê Parka Mehmet Uzun hat vekirin: Ev park bila bibe wesîleya aştiyê

12 TEBAX 2026
Li Cizîrê kesek din hat binçavkirin

Li Cizîrê kesek din hat binçavkirin

23 TÎRMEH 2026
Welatiyên Wanî: Divê statuya Kurdan bê qebûlkirin

Welatiyên Wanî: Divê statuya Kurdan bê qebûlkirin

16 TÎRMEH 2026
1emîn Hevdîtinên Peyasê li taxa Hûzûrevlerî domiya

1emîn Hevdîtinên Peyasê li taxa Hûzûrevlerî domiya

1 TÎRMEH 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne