MEBYA-DER û TUHAY-DER li Êlihê ya bi dirûşma “Di şopandariya şehîdan de ber bi Rêbertî û civaka azad ve” civîna gel li dar xistin. Beşdarên anî ziman ku gavên hatine avêtin gavên biçûk in û xwestin Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û hemû girtiyên siyasî bigihijin azadiya xwe ya fîzîkî.
Komeleya Piştevanî û Alîkariyê ya bi Malbatên di Dergûşa Şaristaniyê de Xizmên Xwe Winda Kirin re (MEBYA-DER) û Komeleya Piştevanî û Alîkariyê ya bi Malbatên Girtî û Hikumxwaran re (TUHAY-DER) yên Êlihê bi dirûşmeya “Di şopandariya şehîdan de ber bi Rêbertî û civaka azad ve” li eywaneke dawetê ya taxa Şafakê ya Êlihê civîna gel li dar xistin. Endamê Sekreteryê yê Girava Îmraliyê Çetîn Arkaş û Hevşaredara Êlihê Gulistan Sonuk a li şûna wê qeyim hatiye tayînkirin, wek axiver tev li civîna gel bûn.
Welatiyên Êlihê yên ku tev li civîna gel bûne derbarê pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de axivîn.
Leyla Gelîr a ku xwişka gerîlayan e anî ziman ku ger vê carê jî firsendên ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daye li pêşiya dewletê neyên nirxandin, dê gelek tiştên nexweş biqewimin û wiha axivî: “Ez xwişka gerîla me, dixwazim birayê min û hemû hevalên xwe bêne beratkirin. Em dixwazin aştiyeke meyînde ji bo hemû civakê çêbibe. Ji ber ku ev gav gaveke mezin e. Em dixwazin aştiyek çêbibe, ne gerîla û ne jî leşker bêne kuştin. Ger ku vê carê jî tiştek pêk neyê dê êdî baweriya me bi dewletê neyê. Êdî Kurd ne Kurdên berê ne û haya wan ji her tiştî heye. Heta niha gelek tiştan dîtine û rewşên wisa baş dizanin. Ger ku serokatî dernekeve derve dê tu wateya vê pêvajoyê jî tune be. Heke berdana wî neyê qebûlkirin em ê tu tiştek qebûl nekin.”
‘Em dixwazin serokê me azad be’
Gulten Batûr xwest Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan were berdan û tev li siyasetê bibe û ev tişt got: “Em pêşî ji bo vê pêvajoyê serkeftinê dixwazin. Em aştiyê, serkeftinê û xwişk-biratiyê dixwazin. Em îro ji bo şehîdan hatine vir. Şehîd ne şehîdên me bi tenê ne. Şehîdên vê dozê yên me hemûyan e. Şehîd namirin. Em hêvî dikin, dê hemû hevalên me yên girtî azad bibin. Serokatiya me û hemû hevalên me yên ku di zindanan de dimînin, em dixwazin rojek zûtir ji zindanan derbikevin. Me gelek zilmê dîtiye. Hêviya me ew e ku em ji îro pê ve heta dawiya pêvajoyê em xweşiyê bibînin. Em dixwazin serokê me azad bibe û bê nava gel û di meclisê de siyaset bike.”
‘Em dixwazin aştî pêk bê’
Melahat Orçûn jî derbarê qanûna çarçoveyî axivî û got: “Em dixwazin aştî pêk bê, em dixwazin serokê me bê berdan û zarokên me ji zindanan derên û kesên ku li çiya dimînin vegerin. Em vî tiştî dixwazin. Qanûnên ku hatine derxistin hinek be jî bi dilê me ye. Me bawer ne dikir ku ev qanûn jî bên derxistin. Hêviya me ew bû ku hê hinek gavên baştir jî bihatana avêtin.”
‘Em dixwazin gavên mezintir bên avêtin’
Melahat Salhan jî anî ziman ku ew ji qanûên hatine meclisê bi hêvî ne û wiha got: “Derxistina qanûnê hem ji bo wan û hem jî ji bo me gelek baş e. Dema ku zarokên kesî neyên kuştin tiştekî gelek xweş e. Bi sed salan e ku wisa şer didomin. Em zû ve li benda aştiyeke wisa ne. Her tim me destê xwe dirêjî wan dikir wan qebûl nedikir. Ev bû du sal in ku Serokatî pêvajoyek daye destpêkirin, hê nû qanûnan derxistin. Ev gaveke biçûk e, em dixwazin gavên mezintir bên avêtin. Em dixwazin ku ev aştî aştiyeke bi rastî be, ne weke carên çûyî be. Em ê êdî xapandinan qebûl nekin. Ji ewil de me gavên mezin ji bo aştiyê avêtine. Divê serokê me were meclisê û ji bo pêvajoyê hewce ye ku ew jî bi wan re li ser maseyê bûna. Diviya heta niha girtiyên zindanan tev bihatana berdan û di nava gel de bûna. Her gavên ku hatine avêtin ne gavên wisa şênber in. Hê jî di vê pêvajoyê de kesên ku cezayê wan qediyaye, nayên berdan û poşmaniyê li wan ferz dikin û înfazên wan tên şewitandin. Em dixwazin gerîlayên me vegerin û em dixwazin ev xwîn bê sekinandin. Divê em jî bibin weke tevahiya gelên li cîhanê.”












