• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Uçar: Divê jin xwedî li banga birêz Abdullah Ocalan derbikevin

Şirnex / AW

7 ADAR 2025 - 14:58
Kategorî: JIN, MANŞET
A A
Hevseroka Giştî ya DBPê Çîgdem Kiliçgun Uçar li Silopiya di mitîng 8ê Adarê de axivî û anî ziman ku banga dîrokî ya “Aştî û Civaka Demokratîk” a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan azadiya jinan esas digire û got: “Em bang li hemû jinan dikin ku xwedî li vê bangê derbikevin.”

Tevgera Jinên Azad (TJA), mitînga 8ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê bi dirûşmeya, “Em li dijî qîrkirinê radibin û ber bi azadiyê ve dimeşin” li Qada Newrozê ya navçeya Silopiya ya Şirnexê mitîng li dar dixe. Jinên Botanê bi cil û bergên Kurdî û xemla xwe tev li mitîngê bûn. Jin berzkirina dirûşmeya, “Jin jiyan azadî” hatin qada mitîngê. Qada mitîngê bi flamayên TJA hatiye xemilandin. Her wiha li qadê pankartên ku li ser, “Xwebûn mîsogeriya azadiyê ye”, “Em banga aştî û civaka demokratîk silav dikin, helbet rewşa me bi heybet e” nivîsandî hatin daliqandin. Her wiha polîsan flamayên kesk, sor û zer jî bi hinceta “Qedexe” ye desteser kirin.

Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratik (DBP) Çîgdem Kiliçgun Uçar û parlamenterên DEM Partî jî beşdarî mitîngê bûn. Jinan li qadê bi cil û bergên Kurdî li ber stranan govend gerandin û bê navber dirûşmeya “Jin jiyan azadî” berz kirin.

Di mitînge de ewilî Hevseroka DEM Partiya Şirnexê Taybet Bîlgîn axivî. Taybet Bîlgîn anî ziman ku ew 8ê Adarê li hemû jinên li qadan li ber xwe didin pîroz dike û got: “Hêvî dikim ew roj bibe bingeha jiyaneke azad.”

Piştre jî parlamentera DEM Partiyê ya Şirnexê Newroz Uysal Aslan axivî. Newroz Uysal Aslan bi lêv kir ku 8ê Adarê herî zêde ji bo yên aştiyê li ber xwe didin li Girava Îmraliyê heta qada Silopiyayê pîroz be. Uysal got: “Bila çavê wê li deklerasyona birêz Abdullah Ocalan be. Em ji xwe bawer bin. Hêviyên me zêde ne.”

‘Silav ji birêz Abdullah Ocalan re’

Aktivîsta TJAyê Fatma Ablay jî diyar kir ku jin li qadan dîrokî dinivisînin û wiha got: “Di 8ê Adarê de jî li qadan in. Îsal 8ê Adarê bêhtir watedar e. Bi pêşengiya jinan daxwaza azadî û banga civaka demokratî heye. Em li vir silaveke germ li Îmraliyê re dişînin. Hezar silav ji birêz Abdullah Ocalan re ku wî felsefeya azadiya jinan ava kiriye. Em 8ê Adarê hemû jinên ku dixebitin û nekarînê werin li vir jî pîroz dikin. Têkoşîna jinan wê her dem bidome. Dem dema azadiya jinan e. Di 27ê Sibatê de bangawaziyeke dîrokî hat dayîn. Çavê hemû dinyayê jî li bangawaziya birêz Abdullah Ocalan bû. Divê ji bo têkoşîna çareserkirina pirsgirêka Kurd di pêşengiya jinan de pêk were. Em jin li dijî şer û şerê taybet divê bi rola xwe rabin. Îro li bajarên Kurdistanê bi şerê taybet ve dixwazin jinan bixînin. Bi destê çawişên pîspor û polîsan dixwazin jinên Kurd têrî tiryakê bikin û bi kuştinê re rû bi rû bihêlin. Divê li dijî vê şerî taybet têkoşîna xwe mezintir bibe. Birêz Abdullah Ocalan berpirsyariyeke pir mezin daye ser milê jinan. Dibêje ‘Heta jin azad nebe civak azad nabe’. Ji ber wê divê jin di vê pêvajoyê de rolê bigirin ser xwe. Heke aştî û azadî were wê bi destê jinan were. Em bi Serokê Gelê Kurd birêz Abdullah Ocalan û hêza xwe bawerin. Dîroka me di têkoşîna jinên azad de derbas dibe. Hezar silav jî ji jinên di heps û zindanan de ne.”

Uçar: Nikarin pêşiya jinan bigirin

Piştrê jî Hevseroka Giştî ya DBPê Çîgdem Kiliçgun Uçar axivî. Çîgdem Kiliçgun Uçar bi zaravayê Kirmanckî dest bi axaftina xwe kir û ev yek anîn ziman: “Îro dengê me yê li vir dengê dayika Taybet, Fatma Yuksel û Sêvêyan e. Em bi qirkirina jinan re rû bi rû ne. Her roj li Kurdistan û Tirkiyeyê jin tên qetilkirin. Jin ji aliyê pergala mêrperest û hişê netew dewletê ve tên qetilkirin. Em li dijî vê yekê bi felsefeya ‘Jin jiyan azadî’ li qadan in. Li Kurdistanê yek ji polîtîkaya desthilatê ew ku tunehesibandina vîna jinan e. Li Kurdistanê jin bîra têkoşîna civakê ye. Li Şirnexê zarokek 15 salî ji aliyê parêzvanê Walî vê rastî destdirêjayiyê hat. Lê ew kes nehat girtin. Li Kurdistanê desthilat ji bo jinan ji têkoşînê dûr bixe wan bêbîr dihêle. Lê Botan jinên têkoşer ji bîr nekir û ji bîr nake. Hemû jinên ciwan ên li vir yek jî pêşeroja vê têkoşînê ne. Nikarin pêşiya van jinan bigrin.

Encama têkoşîna 50 salî ye

Di 27 Sibatê de banga birêz Abdullah Ocalan li hemû dinyayê deng veda. Birêz Abdullah Ocalan li dijî înkarina gelan a pergala netewa demokratîk bang li civaka demokratîk kir. Em li Botanê bang li jinên Botanê dikin; vaye hûn hene em dixwazin hûn piştgiriya banga aştî û civaka demokratîk bikin. Azadiya jinan bi civaka demokratîk pêkan e. Ji ber wê jî ev bang ji bo azadiya jinan e jî. Ev bang di rojekê de nehatiye kirin. Ew bang encama têkoşîna 50 salî ya gelê Kurd e. Em bang li hemû jinan dikin ku xwedî li vê bangê derbikevin. Di vê bangê de ji bo hemû gelan başî û aştî heye. Çareseriya krîzên heyî ye. Muxatabe vê bangê ne tenê gelê Kurd e. Muxatabê vê hemû kes e. Divê em jî li her derê vê bangê ji gel re taybet ji jinan re vêbibêjin. Birêz Abdullah Ocalan banga pêşengiya siyasetê ji jinan re dike. Me bi siyaseta demokratîk pirr tişt bi dest xist. Lê hemû destkêftiyên me ji aliyê dewleta mêrperest ve dibin hedef. Em li dijî qirkirina jinan ber bi azadiyê ve diçin. Şerê ku li ser Kurdistanê tê ferzkirin bi banga birêz Abdullah Ocalan hat pûçkirin. Jinên ku li Rojava destan nivisîsandin, dîrokeke nû dinivisînin. Bijî 8ê Adarê, bijî jin jiyan azadî.”

Piştî axaftinan hunermend Xecê derket ser dikê û stran gotin. Mitîng li ber stran û bi gerandina govendê bi dawî bû.

Etîket: 8ê Adarê Roja Jinan a CîhanêÇigdem kiliçgun UçarDBPDEM PartîSîlopiyaTJA
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Numan Kurtulmuş: Pêdivî bi destûreke bingehîn a demokratîk heye

Numan Kurtulmuş: Pêdivî bi destûreke bingehîn a demokratîk heye

1 COTMEH 2026
Vaye tabloya Zazakî di xizmeta DEM Partî, DBP û şaredariyên Amedê de

Vaye tabloya Zazakî di xizmeta DEM Partî, DBP û şaredariyên Amedê de

29 ÎLON 2026
Rêveberiya Navendî ya DEM Partiyê piştî kongreyê civiya

Rêveberiya Navendî ya DEM Partiyê piştî kongreyê civiya

21 ÎLON 2026
‘Jîna di dirûşma Jin, Jiyan, Azadî û têkoşîna hevpar a jinan de dijî’

‘Jîna di dirûşma Jin, Jiyan, Azadî û têkoşîna hevpar a jinan de dijî’

19 ÎLON 2026
Abdullah Ocalan: Divê provakasyona li Rojava demildest bê rawestandin

Abdullah Ocalan: Divê provakasyona li Rojava demildest bê rawestandin

16 ÎLON 2026
Abdullah Ocalan: Rewş veguheriye kişika yek kesî

Abdullah Ocalan: Armanca pêvajoyê jiyana wekhev û azad a gel e

14 ÎLON 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne