• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
21 TEBAX 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

Gundên dîrokî Şaxa û Hebler di bin xetereya bendavê de ne

Mahmût Altintaş / AW

3 ADAR 2025 - 08:33
Kategorî: EKOLOJÎ, MANŞET
A A
Şirnex – DSÎ li ser çemê Nerdûşê dest bi çêkirina bendaveke nû dike. Bi çêkirina bendavê re gundê Şax û Hebler ku gelek cihên dîrokî li wir hene, dê di bin avê de bimînin. Şêniyan bertekên xwe anîn ziman û destnîşan kirin ku ew bendavê li gundê xwe naxwazin.

Li Bakurê Kurdistanê ji ber polîtikayên şer ên dewletê gelek gund di salên 90î de bi hinceta “Ewlehiyê” hatin xirakirin û valakirin. Yek jî ji van gundan gundê Şax û Heblerê yên giredayî navçeya Cizîrê ya Şirnexê bûn. Gundê Şax û Heblerê ku gundên herî kevnar ên Şirnexê ne gelek cihên dîrokî jî li gund hene. Gundên Şax û Heblerê ku ji aliyê dewletê ve di salên 90î de hatin valakirin niha jî têketina gund bi hinceta “Ewlehiyê” qedexe ye. Miduriyeta 10emîn a Karên Avê ya Dewletê (DSÎ), ji bo bendaveke nû li ser çemê Nerdûşê çêbike xebat dan destpêkirin. Bi çêkirina bendavê re gundên dîrokî Şax û Hebler dê di bin avê de bimînin.

Li gor lêkolînan dîroka gundê Şax û Heblerê digehejê dema Asûran. Li gund 7 kalehên dîrokî hene. Gundê Şax û Heblerê piştî hatin valakirin şeniyên wan jî koçberî bajarên Bakurê Kurdistanê û metropolên Tirkiyeyê bûn. Şêniyên gund, piştre bi destûr vêgeriyan gund. Lê di 24ê Hezîrana 2024an de gund weke cihe arkeolojîk hat ragihandin. Bi vê yekê re ketina gund bi temamî hat qedexekirin. Gundê ku têketina wê ji welatiyan re qedexe ye, niha di bin xetereya bendavê de ye. Şeniyên gund naxwazin gundê wan di bin avê de bimîne. Dixwazin rojekê dîsa vegerin gundê xwe. Gundî li dijî çêkirina bendavê di têketina gund de daxuyanî dan. Welatiyan bertek nîşanî çêkirina bendavê dan û ji bo projeya bendavê bê batalkirin bang li parazvanên xwezayê kirin.

‘Em dixwazin vegerin gundê xwe’

Welatî Xanzade Bedîrhanoglu, piştî gundê wan hat valakirin, neçar ma ku ji gundê xwe koçber bibe. Xanzade Bedirhanoglu li dijî çêkirina bendavê tevlî daxuyaniyê bû û bertekên xwe anî ziman. Xanzade Bedirhanoglu anî ziman ku piştî çêkirina bendavê dê gundê wan bi temamî di bin avê de bimîne û got: “Gorên pîr û kalên me li vir in. Bendav bê çêkirin gorên pîr û kalên me jî wê di bin avê de bimînin. Edî gundekî bi navê Şax namîne wê ji holê rabe. Ji ber wê em naxwazin gundê me di bin avê de bimîne. Em dixwazin gundê xwe ji nû vê ava bikin û vêgerin gundê xwe. Em dixwazin li gundê xwe bijîn. Gundê me gundekî dîrokî ye. Ji aliyê xwezayê ve jî cihekî pir xweş e. Em bang li hemû kesan dikin ku piştgiriyê bidin me. Em bi hev re projeya bendavê rawestînin.”

‘Em bendavê naxwazin’

Welatî Ramazan Elçî jî ji gundê Heblerê ye. Li vir ji dayik bûye. Piştî gundê wan hat valakirin û xerakirin, neçar ma ku koç bike. Ketina gundê wan ji salên 92an heta niha xedexe ye. Ramazan Elçî têkildarî rewşa gund wiha got: “Rayedarên dewletê niha dixwazin bendavê çêbikin. Heke bendav bê çêkirin gundê me wê di bin avê de bimîne. Em naxwazin bendavê çêbikin. Em naxwazin gundê me di bin avê de bimîne. Em dixwazin gundê me ji nû ve bê ava kirin û karibin vêgerin gundê xwe. Divê gelê me jî li dijî vê bendavê derbikeve û dengê xwe derxîne ku gund di bin avê de nemîne. Em bendavê naxwazin.”

Etîket: bendavekolojîgund
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Xebatên Şaredariya Tuşbayê yên li gundan didomin

Xebatên Şaredariya Tuşbayê yên li gundan didomin

13 TEBAX 2026
Qereqola Makîtan herêm di bin dûkêla tekeran de hişt

Qereqola Makîtan herêm di bin dûkêla tekeran de hişt

12 TEBAX 2026
Li Geliyê Periyê berteka li dijî bendavê

Li Geliyê Periyê berteka li dijî bendavê

1 TEBAX 2026
Efrîniyek piştî vegeriya gundê xwe kuştî hat dîtin

Efrîniyek piştî vegeriya gundê xwe kuştî hat dîtin

28 TÎRMEH 2026
Li Kanîreşê berteka li dijî talana xwezayê: Em ê bêdeng nemînin

Li Kanîreşê berteka li dijî talana xwezayê: Em ê bêdeng nemînin

24 TÎRMEH 2026
Festîvala Kanîreşê: Dê hem aştiya civakî û hem jî eko-aştî pêk bê

Festîvala Kanîreşê: Dê hem aştiya civakî û hem jî eko-aştî pêk bê

23 TÎRMEH 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Qanûna çarçoveyî di rojnameya fermî de hat ragihandin

    Qanûna çarçoveyî di rojnameya fermî de hat ragihandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Koma Berxwedan: Em ê bi huner û muzîka xwe rola xwe bilîzin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Qanûna Çarçoveyî hat weşandin: Ji niha û şûn ve dê çi bibe?

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Ji bo avakirina civakeke demokratîk em dixwazin vegerin welatê xwe’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ji hunera xwedawendan ber bi siberojê ve muzîka Kurdî – 5
    Hîvron: Hişê çêkirî naafirîne, kom dike, tevlihev dike

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Erdogan: Bila ser xêrê be

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Qanûna çarçoveyê deriyek vekir, divê êdî em wî deriyê bi temamî vekin’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Abdullah Zeydan: Girêdayî pêvajoyê dê polîtîkayên qeyim ji holê rabin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne