Yekitiya Ciwanên Komunalîst Kurd (YCK-KURD), beriya kongreya xwe ya damezrêner a ku dê di 13ê Kanûnê de li Amedê pêk bîne, li navçeya Xelîliyeyê ya Rihayê konferansa herêma tolhildanê li dar xist.
Yekitiya Ciwanên Komûnalîst Kurd (YCK-KURD), li Salona Konferansê ya Tahîr Elçî ya li navçeya Xelîliyeyê ya Rihayê bi ciwanan re hat cem hev. Di konferansa ku li ser pêvajoya beriya kongreya damezrêner a 13ê Kanûnê ya li Amedê bê lidarxistin de, posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û pankarta bi nivîsa “Me bi ciwantî dest pê kir em ê bi ciwantî serbikevin”, “Ji Rêbertiya azad, dema serkeftinê ye”, “Li zaningehên komînal bi rihê ciwantî dema serkeftinê ye”, “Li axa ku roj lê hiltê, em banga aştiyê dikin” hatin daliqandin.

Konferans bi rêzgirtinê dest pê kir û sirûda “Çarxa Şoreşê” hat xwendin. Di nava bernameyê de ciwanan gelek caran dirûşmeyên “Bijî Serok Apo”, “Bê Serok jiyan nabe” û “Şehîd namirin” berz kirin.
‘Rêbertî bi xwe û gelê xwe bawer kir û dara hişk şîn kir’
Di Konferansê de perspektîfa Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji aliyê endamê YCK-KURD Serhat Demîr ve hat xwendin.
Paşê Aktîvîsta TJAyê Xecê Kaymak axivî û destnîşan kir ku di her zîhniyeta ku ew ava dikin de şehîdên Tevgera Azadiyê dê bijîn û wiha got: “Rêbertî got, ‘Me ciwan dest pê kirin, em ê ciwan bi dawî serbikevin.’ Garantiya bi serkeftinê di vê salonê de ye. Rêbertî bi xwe û gelê xwe bawer kir, dara hişk şîn kir û hebûna Kurdan li hemû cîhanê da qebûlkirin û îspat kir. Niha jî birina vê hebûnê ya ber bi azadiyê ve di destê ciwanan de ye. Heger em civaka demokratîk bi pêşengiya ciwanan ava bikin, em ê bigihêjin serkeftinê. Mîmarê vê demê dê ciwan bin.”

‘Divê ciwan bibin kirdeya pêvajoyê’
Piştre endamê YCK-KURDê Huseyîn Aslan axivî û destnîşan kir ku divê ciwan bibin kirdeya pêvajoyê. Her wiha li ser sedemên avakirina YCK-KURDê û pêvajoya rêxistinbûnê nirxandin kirin.
Piştî axaftinan sînevîzyoneke li ser dîroka têkoşîna ciwanan hat nîşandan.
Di dawiya konferansê de banga beşdarbûna kongreya damezrêner a ku dê di 13ê Kanûnê de li Amedê bê lidarxistin hat kirin. Bername piştî beşa pirs û bersivan bi dawî bû.




















