• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
25 November 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Evîn Zapsû ji girtîgehê derket

    Evîn Zapsû ji girtîgehê derket

    ‘Ger hûn mafê tenduristiya Şoreşgerên Kurdistanê nas nekin em ê qala kîjan hiqûqê bikin’

    ‘Ger hûn mafê tenduristiya Şoreşgerên Kurdistanê nas nekin em ê qala kîjan hiqûqê bikin’

    Tuncer Bakirhan: Heke hûn jidil bin girtiyên nexweş berdin

    Tuncer Bakirhan: Heke hûn jidil bin girtiyên nexweş berdin

    Li Zanîngeha Dîcleyê panela aştî û dadê

    Li Zanîngeha Dîcleyê panela aştî û dadê

    Şûraya Dewletê biryara betalkirina diplomaya Îmamoglû pejirand

    Şûraya Dewletê biryara betalkirina diplomaya Îmamoglû pejirand

    Amnesty International: Îsraîlê welîdîna li Xezeyê asteng kir

    Amnesty International: Îsraîlê welîdîna li Xezeyê asteng kir

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Evîn Zapsû ji girtîgehê derket

    Evîn Zapsû ji girtîgehê derket

    ‘Ger hûn mafê tenduristiya Şoreşgerên Kurdistanê nas nekin em ê qala kîjan hiqûqê bikin’

    ‘Ger hûn mafê tenduristiya Şoreşgerên Kurdistanê nas nekin em ê qala kîjan hiqûqê bikin’

    Tuncer Bakirhan: Heke hûn jidil bin girtiyên nexweş berdin

    Tuncer Bakirhan: Heke hûn jidil bin girtiyên nexweş berdin

    Li Zanîngeha Dîcleyê panela aştî û dadê

    Li Zanîngeha Dîcleyê panela aştî û dadê

    Şûraya Dewletê biryara betalkirina diplomaya Îmamoglû pejirand

    Şûraya Dewletê biryara betalkirina diplomaya Îmamoglû pejirand

    Amnesty International: Îsraîlê welîdîna li Xezeyê asteng kir

    Amnesty International: Îsraîlê welîdîna li Xezeyê asteng kir

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Jinan li Serhedê dengê xwe bilind kir: Jin jiyan azadî

Wan / AW

25 November 2026 - 19:44
Kategorî: JIN, MANŞET
A A

Bi pêşengiya TJAyê jinan li bajarên Wan, Colemêrg, Mûş, Qers, Îdir û Agirî yên Serhedê bi boneya 25ê Mijdarê meş li dar xistin û daxuyanî dan. Bi hezaran jin tev li çalakiyan bûn û li dijî tundiyê dengê xwe bilind kirin.

Bi pêşengiya Tevgera Jinên Azad (TJA), jinan li bajarên Wan, Colemêrg, Mûş, Qers, Îdir û Agirî yên Serhedê bi boneya 25ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li Ser Jinan a Navneteweyî çalakî li dar xist û xwestekên xwe anî ziman. Gelek jinan piştgirî dan van çalakiyan û li dijî tundiyê dengê xwe bilind kirin.

Wan

Li Wanê bi pêşengiya Tevgera Jinên Azad (TJA)yê, bi boneya 25ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li Ser Jinan a Navneteweyî meşek hat lidarxistin. Meş li ber Van AVMê dest pê kir û li qada bajêr a Wanê qediya. Di meşê de dirûşmên “Jin, jiyan, azadî azad bike rêbertî” hat berzkirin û dowîzên “kuştina jinan polîtîk e”, “tundiya li ser jinê qirkirina civakê ye” hatin rakirin. Gelek welatî û rêxistinên jinan tev li meşê bûn.

Metna daxuyaniyê ji aliyê rêvebera Komeleya Jinan a Star Meryema Aslan ve hate xwendin. Meryema Aslan anî ziman ku tundiya li ser jinê sîstematîk e, bê ceza tê hiştin û wiha got: “Tundiya li malê, kolanê, kargehan û qadên dîjîtal ne bûyerên yekane ne; encama pergala mêrserwer in ku dixwaze li ser jiyan û azadiya jinan kontrolê ava bike. Tenê di mehekê de 20 jin hatin kuştin û 39 jinan jî bi awayekî biguman jiyana xwe ji dest dan. Divê Qanûna Hejmar 6284an bi bandor bê cîbicîkirin, stargeh bên zêdekirin û li dijî vekişîna ji Peymana Stenbolê têkoşîn bidome.”

‘Dem dema rêxistinbûnê ye’

Meryema Aslan bal kişand ser rola jinan a di pêvajoya “Aşti û civaka demokratîk” de û wiha bi dawî kir: “Wekî ezmûna jinan a li Rojava, divê di pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de jî jin wekî kirdeyên wekhev û damezrîner cih bigirin. Aştiya mayînde bêyî vîn, ziman û nasnameya jinan pêk nayê. Niha ne tenê dema li hember tundiyê li jiyanê mayînê ye; dema axaftin, biryardan, rêxistinbûn û avakirina jiyaneke azad û wekhev e.”

‘Em jin piştgirê pêvajoyê ne’

Piştî daxuyaniyê Parlementera DEM Partiyê Gulcan Kaçmaz Sayyîgît a ku bi bîranîna Gulbahar Komî dest bi axaftina xwe kir û wiha got: “Jin şîdetê heta hemû şaneyên xwe dijîn. Ev pirsgirêk ne tenê ya jinan e, di heman demê de pirsgirêka her kesî ye. Ev serhildanek e ku ji berxwedana Xwişkên Mîrabel ve tê. Tundiyeke ku pergala kapîtalîst her roj ta bi ta dihûne. Her cureyê tundiyê li her derê zêde bûye. Bila kes li bendê nebe ku em jin li hember vê bêdeng bimînin. Ger li her derê tundî hebe, li her derê têkoşîna me jinan jî heye. Em polîtîkayên şerê taybet li girtîgehan dibînin û em li dijî vê tundiyê têdikoşin. Şêwazê herî mezin ê tundiyê li hember zarokan heye, lê polîtîkayên dewletê di vê mijarê de têrê nekirin. Em ê têkoşîna xwe ya ji bo Peymana Stenbolê jî bidomînin. Îro em jin piştgirên pêvajoya heyî ne. Em jin xwedî hêza cewherî û vîna cewherî ne. Ger em bixwazin ji vî şêwaza tundiyê rizgar bibin, divê em jiyana azad ava bikin.”

Jinan çalakî bi dirûşma “Jin, jiyan,azadî” bi dawi kir.

Colemêrg

Li Colemêrgê bi pêşengiya Tevgera Jinên Azad (TJA) bi boneya 25ê Mijdara Roja Têkoşîna Navneteweyî ya li Dijî Tundiya Li Ser Jinan meşek hate lidarxistin û daxuyaniyek hat dayîn. Dayîkên Aştiyê, Parlementera Colemêrgê ya DEM Partiyê Oznur Bartin, aktivîstên TJAyê, endamên ZIMAN-DERê, Platforma Saziyên Demokratîk û bi sedan welatî tev li meşê bûn. Girse ji Otela Şenlerê heta meydana navendê meşiya û di meşê de dirûşmên “Jin Jiyan Azadî”, “Mêr Dikuje Dewlet Diparêze” berz kirin.

Metna daxuyanî ji aliyê rêvebera DBPê ya Colemêrgê Hîlal Orhan ve hate xwendin. Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku bingeha tundiya li ser jinê bîrdozî û pergala mêrane ye û li hember baviksalariya bi hezar salan dê têkoşîna jinan berdewam bike.

‘Têkoşîna me vê berdewam bike’

Piştî daxuyaniyê parlementera Colemêrgê Oznur Bartin axivî. Oznur Bartin di destpêka axaftina xwe de hemû jinên bi destê pergala ve hatine kuştin bi bîr anî û got: “Ji sala 1981an heta niha 25ê Mijdarê wekî roja têkoşîna navneteweyî ya li dijî tundiyê tê pîroz kirin. Bi giringiya vê rojê dengê jinan belav dibe her qadê. Li Kurdistanê aniha şerekê taybet li ser jinan tê meşandin. Li Bismilê heta Geverê êrişên li ser jinan berdewam dikin. Çima ev bûyer diqewimin? Ji ber ku dewlet sûcên mêran diveşêre, ceza nade. Li hember van polîtîkayan têkoşîna me wê berdewam bike.”

Daxuyanî bi dirûşman bi dawî bû.

Mûş

Jin bi pêşengiya TJAyê li binê Fîdanlik a Yeşilce ya Navenda Mûşê kom bûn û meşek li dar xistin. Di meşa ku pankartên “Bi hêza cewherî û bi vîna azad niha dema jinê ye” û “Bijî têkoşîna rêxistinkirî ya jinan” hatin vekirin de, jinan dirûşmeyên “Bijî berxwedana jinan”, “Jin, jîyan, azadî” û “Girtiyên jin rûmeta me ne” berz kirin. Gelek jin tev li meşê bûn.

Di meşa ku dovîzên jinên hatine qetilkirin dihatin hilgirtin de, polîsan xwest wêneyên Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez bên rakirin. Hevseroka DEM Partiyê ya Mûşê Çîçek Tûtûş bertek nîşanî vê rewşê da, dovîz girt destê xwe û got: “Ev jin hatin qetilkirin. Wê demê derbarê min de lêpirsîn bidin destpêkirin. Bi hinceta van jinan 17 sal ceza li min hat birîn. Dîsa cezayê bidin wê demê.” Di encama muzakereyên dirêj de jin derbasî meşê bûn.

Piştî meşê daxuyanî hat dayîn û metna hevpar a daxuyaniyê ji aliyê aktivîsta TJAyê Muşerref Dag ve hat xwendin.

Piştre aktivîsta TJAyê Çaglar Demîrel bal kişand ser girîngiya 25ê Mijdarê û da zanîn ku ji xwişkên Mîrabal ve jin li qadan in. Çaglar Demîrel da zanîn ku li her derê dinyayê jin tên qetilkirin û bi bîr xist ku dixwazin di her qadê de jinan bixin bin dorpêça tundiyê. Çaglar Demîrelê wiha axivî: “Ev 3 jinên ku hûn di vê pankarta di destê min de dibînin li Parîsê hatin qetilkirin. Ev jin ji ber ku li dijî têkoşîna azadiya jinê û sîstema serdestiya mêr serî hildan hatin qetilkirin. Em bi hişmendiyekê re rû bi rû ne ku bedena Ekîn Wan a ku gelê Mûşê gelekî baş nas dike teşhîr dike. Vîna jinê bi teşhîrkirina bedenan nayê şikandin.”

Çalakî piştî axaftinê bi dawî bû.

Qers

Li Qersê jî rêxistinên jinan û nûnerên sendîkayan li avahiya Egîtîm Senê daxuyaniyek dan. Endama Lijneya Rêveberiya Navendî (MYK) ya KESK Yapı-Yol Senê Pinar Aydin ku metna çapemeniyê xwend, diyar kir ku darazên nirxan ên baviksalar, mîlîtarîst û feodal bi îdeolojiya fermî ya dewletê re bûne yek û jinan dikin hedef. Pinar Aydin anî ziman ku qirkirin, komkujî, tundiya li dijî jinan û gorên komî di bîra wan de hîn jî cihê xwe diparêzin û got: “Li erdnîgariyeke ku êşên wiha mezin lê hatine jiyîn, em pir baş dizanin ku barê herî giran ê van êşan jin hildigirin.”

Daxuyanî bi dirûşma “Jin, jiyan, azadî” bi dawî bû.

Îdir

Li Îdirê jinan ji Kolana Av. Îbrahîm Bozyel heta avahiya DEM Partiyê ya bajêr meşek li dar xistin. Di meşa ku gelek jin beşdar bûn de wêneyên jinên di dîrokên cuda de hatine qetilkirin û pankarta “Bi hêza cewherî û bi vîna azad niha dema jinan e” hatin vekirin.

Parlamentera DEM Partiyê Sumeyye Boz ku li ser navê jinên bi dirûşma “Jin, jiyan, azadî” dimeşiyan axivî, diyar kir ku heta jin azad nebin civak jî azad nabe û got: “Dema ku civak azad bibe jî hemû pêkhate û saziyên ku heta îro li pêşiya azadiya jinan bûne asteng dê ji holê rabin. Em jî ji bo vê yekê li hemû qadan meşên xwe li dar dixin. Em azadiya jinan, jiyana jinan û hebûna jinan diparêzin.”

Agirî

Li Agiriyê bi pêşengiya TJAyê meşek hat lidarxistin û daxuyanî hat dayîn. Rêxistinên sivîl ên li bajêr û gelek kes beşdarî meşê bûn. Di meşa ku wêneyên jinên di dîrokên cuda de hatine qetilkirin hatin hilgirtin de pankarta “Bi hêza cewherî û bi vîna azad niha dema jinan e” hat vekirin û di meşê de dirûşmên “Jin, jiyan, azadî”, “Girtiyên siyasî rûmeta me ne” û “Bijî Serok Apo” hatin berzkirin.

Aktîvîsta TJAyê Dîlan Başboga ku metna hevpar a çapemeniyê xwend, bal kişand ser têkoşîna jinan.

Daxuyaniya çapemeniyê bi dirûşm û çepikan bi dawî bû.

Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Evîn Zapsû ji girtîgehê derket

Evîn Zapsû ji girtîgehê derket

25 November 2026
Li Enqereyê bi hezaran jin li dijî tundiyê meşiya

Li Enqereyê bi hezaran jin li dijî tundiyê meşiya

25 November 2026
Meclisa Ked û Demokrasiyê ya Jinan a Êlihê: Em ê dest ji têkoşîna xwe bernedin

Meclisa Ked û Demokrasiyê ya Jinan a Êlihê: Em ê dest ji têkoşîna xwe bernedin

25 November 2026
Çîgdem Kiliçgun Uçar: Li cihê ku jin ne azad bin, kes ne azad e

Çîgdem Kiliçgun Uçar: Li cihê ku jin ne azad bin, kes ne azad e

25 November 2026
Ayla Akat Ata: Jin ne temaşevanên pêvajoyê ne, kirdeyên wê ne

Ayla Akat Ata: Jin ne temaşevanên pêvajoyê ne, kirdeyên wê ne

25 November 2026
Li Silêmaniyê li dijî tundiya li ser jinê kampanyaya îmzeyan hate destpêkirin

Li Silêmaniyê li dijî tundiya li ser jinê kampanyaya îmzeyan hate destpêkirin

25 November 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Ezîzê Mûso koça dawî kir

    Ezîzê Mûso koça dawî kir

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Keskîn Bayindir: Guhertina cihê birêz Ocalan nabe şert û mercên azad

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Bi îşkenceyê tê girtin û niha nexweş e!

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Li Farqînê şikeftek tijî hestî hate dîtin: Gelo ev hovîtiya JÎTEMê û Hîzbullahê ye?

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Dayika Aştiyê: Ez hêza têkoşînê ji şehîdên xwe digirim

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Dosye-1: 25ê Mijdarê rastiya qadê, hiqûq û rêxistinbûnê
    Li qadê heqîqeta jinan û berpirsyariya çapemeniyê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Birîna ku di wijdana civakê de nehatiye jibîrkirin: Ugur Kaymaz

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • JINNEWS û NûJINHA pêşengtiya zimanê wekheviya zayendî dikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ARSÎSA 11 mamosteyên Kurdî mezûn kirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Abdullah Ocalan: Avakirina Civaka Demokratîk ne tenê ji bo Kurdan ji bo her kesî misogeriya pêşeroja azad e

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettin Kılıç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Mahmut Altıntaş

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne