• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
25 November 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Evîn Zapsû ji girtîgehê derket

    Evîn Zapsû ji girtîgehê derket

    ‘Ger hûn mafê tenduristiya Şoreşgerên Kurdistanê nas nekin em ê qala kîjan hiqûqê bikin’

    ‘Ger hûn mafê tenduristiya Şoreşgerên Kurdistanê nas nekin em ê qala kîjan hiqûqê bikin’

    Tuncer Bakirhan: Heke hûn jidil bin girtiyên nexweş berdin

    Tuncer Bakirhan: Heke hûn jidil bin girtiyên nexweş berdin

    Li Zanîngeha Dîcleyê panela aştî û dadê

    Li Zanîngeha Dîcleyê panela aştî û dadê

    Şûraya Dewletê biryara betalkirina diplomaya Îmamoglû pejirand

    Şûraya Dewletê biryara betalkirina diplomaya Îmamoglû pejirand

    Amnesty International: Îsraîlê welîdîna li Xezeyê asteng kir

    Amnesty International: Îsraîlê welîdîna li Xezeyê asteng kir

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

Li Silêmaniyê li dijî tundiya li ser jinê kampanyaya îmzeyan hate destpêkirin

Navenda Nûçeyan / AW

25 November 2026 - 19:14
Kategorî: JIN, MANŞET
A A

Tora 8’ê Adarê û Hevpeymaniya Jinên Kurdistanê li dijî kuştin û xweşewitandina jinan li Silêmaniyê kampanya da destpêkirin. Starta kampanyayê ji bo zext xistina ser desthilatdaran ji bo cîbicîkirina yasa û cezakirina sûcdaran bi komkirina îmzeyan hate dayîn.

Di çarçoveya çalakiyên 25’ê Mijdarê, Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li Ser Jinê li ber Parka Baxê Giştî ya Silêmaniyê Tora 8ê Adarê û Hevpeymaniya Jinên Kurdistanê bi dirûşmeya “Bêdeng Nebin, bi Me re Bin” bi daxuyaniyeke çapemeniyê kampanyaya li dijî qetilkirin û xweşewitandina jinan da destpêkirin.

Endama Komîteya Amadekar ya Kampanyaya li Dijî Kuştin û Xweşewitandina Jinan Şede Beşîd di daxuyaniya çapemeniyê de axivî û wiha got; “Zêdebûna kuştin û tundiya sîstematîk a li dijî jinan bi hinceta ‘namûs’ û kontrolê nêrînek muhafezekar û mêrsalare. Berpirsiyarên sereke yên vê rewşê çanda newekhev, minber, qanûn û dadgehin ku tundiyê teşwîq dikin û sûcdaran bê ceza dihêlin.”

Di dewamê de bal kişand ser daneyên tundiya li ser jinan û wiha axivî; “Li gorî daneyên nefermî yên Tora 8’ê Adarê, li Herêma Kurdistanê di sala 2024’an de 48 û di sala 2025’an de jî 69 jin hatine qetilkirin. Ji destpêka sala 2026’an vir ve, 57 jin hatine qetilkirin û sê jinan jî xwe kuştine; Ev rewş ji bo nirxandina rast a diyardeyê tedbîrên lezgîn û peydakirina daneyên fermî hewce dike.”

Şede Beşîr di dewamê de daxwazên sereke yên kampanyayê bi vî awayî rêz kir;

“1. Tomarkirina dozên qetilkirina jinan.

2. Nirxandina qanûnan (rewşa kesî, têkoşîna li dijî tundiya navmalê, cezakirin û bicîhanîna qanûnên Iraqê).

3. Cezakirina sûcdaran bê cudakarî.

4. Avakirina dadgeheke taybet ji bo qetilkirina jinan.

5. Peydakirina cihekî ewle, alîkariya hiqûqî, ji bo jinên ku rastî gefan tên.

6. Perwerdehiya saziyan, perwerdehiya taybet ji bo polîs, dadweran.

7. Redkirina hemû hincetên rûmet, kevneşopî an ol.

8. Beşdariya medyayê, saziyên perwerdehiyê û civaka sivîl.”

Her wisa Berpirsa Rêxistina Azadbûn û Endama Tora 8’ê Adarê, Geşe Dara Hefîd jî axivî û wiha got; “Em kampanyayek ya îmzeyan didin destpêkirn. Daxwaznameyek fermî ya Tora 8ê Adarê û Hevpeymaniya Jinên Kurdistanê arasteyî desthilatdarên Herêma Kurdisatnê, aliyên navneteweyî û raya giştî dikin.”

Geşe Dara Hefîd got; “Ew daxwaza pêkanîna bêalî ya qanûnê, cezakirina demildest ya sûcdaran, redkirina hincetên ‘namûsê’, dabînkirina stargeh û parastinê ji bo jinên ku rastî gefan hatine, hesabpirsîna ji bo paşguhkariya saziyan û hişyarkirina civakê dike. Li ser vî bingehî welatiyan vedixwînin ku daxwaznameyê îmze bikin.”

Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Evîn Zapsû ji girtîgehê derket

Evîn Zapsû ji girtîgehê derket

25 November 2026
Li Enqereyê bi hezaran jin li dijî tundiyê meşiya

Li Enqereyê bi hezaran jin li dijî tundiyê meşiya

25 November 2026
Meclisa Ked û Demokrasiyê ya Jinan a Êlihê: Em ê dest ji têkoşîna xwe bernedin

Meclisa Ked û Demokrasiyê ya Jinan a Êlihê: Em ê dest ji têkoşîna xwe bernedin

25 November 2026
Çîgdem Kiliçgun Uçar: Li cihê ku jin ne azad bin, kes ne azad e

Çîgdem Kiliçgun Uçar: Li cihê ku jin ne azad bin, kes ne azad e

25 November 2026
Ayla Akat Ata: Jin ne temaşevanên pêvajoyê ne, kirdeyên wê ne

Ayla Akat Ata: Jin ne temaşevanên pêvajoyê ne, kirdeyên wê ne

25 November 2026
Jinan li Serhedê dengê xwe bilind kir: Jin jiyan azadî

Jinan li Serhedê dengê xwe bilind kir: Jin jiyan azadî

25 November 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Ezîzê Mûso koça dawî kir

    Ezîzê Mûso koça dawî kir

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Keskîn Bayindir: Guhertina cihê birêz Ocalan nabe şert û mercên azad

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Bi îşkenceyê tê girtin û niha nexweş e!

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Li Farqînê şikeftek tijî hestî hate dîtin: Gelo ev hovîtiya JÎTEMê û Hîzbullahê ye?

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Dayika Aştiyê: Ez hêza têkoşînê ji şehîdên xwe digirim

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Dosye-1: 25ê Mijdarê rastiya qadê, hiqûq û rêxistinbûnê
    Li qadê heqîqeta jinan û berpirsyariya çapemeniyê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Birîna ku di wijdana civakê de nehatiye jibîrkirin: Ugur Kaymaz

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • JINNEWS û NûJINHA pêşengtiya zimanê wekheviya zayendî dikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ARSÎSA 11 mamosteyên Kurdî mezûn kirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Abdullah Ocalan: Avakirina Civaka Demokratîk ne tenê ji bo Kurdan ji bo her kesî misogeriya pêşeroja azad e

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettin Kılıç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Mahmut Altıntaş

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne