TJAyê li Sêrtê têkildarî 25ê Mijdarê Roja Têkoşîna Navneteweyî ya Li Dijî Tundiya li ser Jinan meş li dar xistin û daxuyanî da. Di daxuyaniyê de hat gotin ku ew ne tenê ji bo xwe ji bo siberoja hemû jinan li qadan in.
Li Sêrtê bi pêşengiya Tevgera Jinên Azad (TJA) û Meclisa Jinan a DEM Partiyê têkildarî 25ê Mijdarê Roja Têkoşîna Navneteweyî ya Li Dijî Tundiya li ser Jinan ji pêşiya avahiya DEM Partiyê heta Dibistana Navîn a Sancaklarê meşek hat lidarxistin û daxuyanî hate dayîn. Di çalakiyê de Parlamentera Sêrtê Sabahat Erdogan Saritaş, rêveber û endamên partiyên siyasî, Aktîvîstên TJAyê, Dayikên Aştiyê û gelek endamên saziyên civakî yên jin tev li bûn. Di meşê de jinan pankarta “Bi hêza xweser û îradeya azad niha dema jinan e” û wêneyên jinên ku di demên cuda de di encama tundiya mêran de jiyana xwe ji dest dane, hatin hildan. Her wiha jinan di meşê de tilîlî û dirûşmeyên “Bijî berxwedana jinan”, “Kuştina jinan polîtîk e” û “Jin, jiyan, azadî” berz kirin.
Piştî ku meş bi dawî bû, Hevseroka Rêxistina Bajêr a DEM Partiyê ya Sêrtê Rewşan Arslan axivî û anî ziman ku tundiya li ser jinan polîtîkaya sîstema serdestiya mêran e û wiha got: “Em ê qebûl nekin ku tu jin bê kuştin û tu mirin di tariyê de bê hiştin. Divê jin di pêvajoya ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ de bibin kirdeya damezrîner û banga têkoşîna rêxistinê kir.”
‘Em ne tenê ji bo pêşeroja xwe li vir in’
Piştre Parlamentera DEM Partiyê ya Sêrtê Sebahat Erdogan Saritaş jî axivî û ev tişt anî ziman: “Bi hezaran jin li dijî hişmendiya mêr-dewletê, baviksalarî, jenosîda jinan, xizanî û newekheviyê dengê xwe bilind dikin. Ne tenê jinên Kurd, li çar aliyên cîhanê jin li dijî vê hişmendiya mêrsalariyê li ser piyan in. Îro em ne tenê ji bo bîranîna jinên ku jiyana xwe ji dest dane derketine qadan, em ji bo parastina paşeroja xwe li vir in. Em ji bo paşerojeke wekhev, azad, bê krîz, bê mêtingerî û bê tundî li qadan in.”
Daxuyanî bi çepik û tilîliyan û dirûşmeya “Jin Jiyan Azadî” bi dawî bû.

















