• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
25 November 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Evîn Zapsû ji girtîgehê derket

    Evîn Zapsû ji girtîgehê derket

    ‘Ger hûn mafê tenduristiya Şoreşgerên Kurdistanê nas nekin em ê qala kîjan hiqûqê bikin’

    ‘Ger hûn mafê tenduristiya Şoreşgerên Kurdistanê nas nekin em ê qala kîjan hiqûqê bikin’

    Tuncer Bakirhan: Heke hûn jidil bin girtiyên nexweş berdin

    Tuncer Bakirhan: Heke hûn jidil bin girtiyên nexweş berdin

    Li Zanîngeha Dîcleyê panela aştî û dadê

    Li Zanîngeha Dîcleyê panela aştî û dadê

    Şûraya Dewletê biryara betalkirina diplomaya Îmamoglû pejirand

    Şûraya Dewletê biryara betalkirina diplomaya Îmamoglû pejirand

    Amnesty International: Îsraîlê welîdîna li Xezeyê asteng kir

    Amnesty International: Îsraîlê welîdîna li Xezeyê asteng kir

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Evîn Zapsû ji girtîgehê derket

    Evîn Zapsû ji girtîgehê derket

    ‘Ger hûn mafê tenduristiya Şoreşgerên Kurdistanê nas nekin em ê qala kîjan hiqûqê bikin’

    ‘Ger hûn mafê tenduristiya Şoreşgerên Kurdistanê nas nekin em ê qala kîjan hiqûqê bikin’

    Tuncer Bakirhan: Heke hûn jidil bin girtiyên nexweş berdin

    Tuncer Bakirhan: Heke hûn jidil bin girtiyên nexweş berdin

    Li Zanîngeha Dîcleyê panela aştî û dadê

    Li Zanîngeha Dîcleyê panela aştî û dadê

    Şûraya Dewletê biryara betalkirina diplomaya Îmamoglû pejirand

    Şûraya Dewletê biryara betalkirina diplomaya Îmamoglû pejirand

    Amnesty International: Îsraîlê welîdîna li Xezeyê asteng kir

    Amnesty International: Îsraîlê welîdîna li Xezeyê asteng kir

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

‘Pergala ku jinan ji jiyanê bêpar dihêle, hêza xwe ji biryarên dadgehê digire’

Êlih /AW

25 November 2026 - 16:15
Kategorî: JIN
A A
TJAyê li Êlihê têkildarî 25ê Mijdarê Roja Têkoşîna Navneteweyî ya Li Dijî Tundiya li ser Jinan meş li dar xistin û daxuyanî da. Di meşê de hat gotin ku pergala ku jinan ji jiyanê bêpar dihêle hêza xwe ji biryarên dadgehê digire û hat diyarkirin ku dê mal bi mal kolan bi kolan dê dengê xwe bilind bikin. 

Tevgera Jinên Azad (TJA) li Êlihê têkildarî 25ê Mijdarê Roja Têkoşîna Navneteweyî ya Li Dijî Tundiya li ser Jinan ji ber Nexweşxaneya Farabî yê heta Parka Yilmaz Guney meşiyan û daxuyanî dan. Di çalakiyê de Parlamentera Êlihê Zeynep Odûncû Kûtevî, rêveber û endamên partiyên siyasî, Aktîvîstên TJAyê, Dayikên Aştiyê û gelek endamên saziyên sivîl ên civakî yên jin tev li bûn. Jinan dowîzên “Jin Jiyan Azadî”, “Bi jina azad re ber bi jiyana azad ve”, “Em têkoşîna xwe bi hev re mezin bikin” û “Bi Serokatiya azad re dema hevdîtinê ye” û pankarta “Bi hêza cewherî û bi vîna azad, dem dema jinan e” bilindkirin. Jinan di meşê de bênavber dirûşmên “Bijî berxwedana jinan”, “Jin Jiyan Azadî” û “Jin Jiyan Azadî, azad bike Rêbertî” hatin berzkirin. Metna daxuyaniyê ji hêla Aktîvîstan TJAyê ya Êlihê Elîf Kivircik ve hate xwendin.

Metna daxuyaniyê bi vî rengî ye:

“Di çarçoveya 25ê Mijdarê Roja Têkoşîna Navneteweyî ya Li Dijî Tundiya Li Ser Jinan de em hemû jinên ku di têkoşîna azadiyê de hatine qetilkirin an jî bi rêya tundiya mêr û dewletê ji nava me hatine standin di şexse xwişkên Mîrabel de bi evîn, rêz û minetdarî bi bîr tînin. Em îro li vir wekî jinan kom bûne jinên ku bûne hedefa kuştinê di malên xwe de hatine girtin, hatine nedîtin û wekî kelûpelan hatine dîtin lê dîsa jî tu carî dest ji biryardariya xwe ya ji bo bedewtirkirina jiyanê û parastina aştiyê û dadmendiyê bernedane. Di vê 25ê Mijdarê de bi hêrsa ji her demê zêdetir, bi biryardariyek herî xurt û bi berxwedaniyek bi heybet pêşwazî dikin. Lewre em dizanin; Bi hêza cewherî û vîna Azad niha dema jinan e. Li dinyayê her roj bi sedan jin tên qetilkirin. Bi milyonan jin mexdûrê tundiya derûnî û fîzîkî ne. Ev rewş ne encama bûyerên ji hev qutbûyînê ye ev encama hişmendiyeke serdestiya mêr a ku bûye sazî û polîtîkayên bêcezahiştinê ye ku vê hişmendiyê diparêzin. Ev pergal a ku jinan ji jiyana wan bêpar dike hêza xwe di serî de ji biryarên dadgehê digire. Biryarên ku sûcdaran ji sûc paqij dikin û di heman demê de sûc barê jinan dikin.

Em ji vir cardin dipirsin; çi hat serê Rojwelat?

Ne hewce ye em herin dûr mînakên vê tabloya bi sotîner em li bajarê xwe Êlihê dijîn. Di rojên borî de çawişê pispor ê berê Mûsa Orhan ê ku li navçeya Qubînê ji ber êrîşa cinsî ya li ser Îpek Er a 18 salî, cezayê 10 salan girtîgehê lê hatibû birîn û di wê dozê de ku bi tohmeta ‘teşwîqkirina xwekuştinê’ dihat darizandin, beraet kirin. Ev biryara ku faîlê bûye sedema mirina jineke ciwan xelat dike careke din eşkere kir ku daraza di bin serdestiya mêran de alîgirê kî ye? Heta ku ji bo Îpek Er edalet pêk neyê tu jin li vê axê nikare xwe di ewlehiyê de hîs bike. Dîsa li vî bajarî Rojwelat Kizmaz a piştî 9ê Sibata 2024an winda bû û piştî 3 rojan bedena wê ya bê can di nav bendava Ilisû yê de dîtin vê mirina bi guman jî nehat zelalkirin. Wekî mijara Gulîstan Dokû û Rojîn Kabaîş. Dixwazin ser dosyayên mirina jinan ên biguman bigirin û bidin jibîrkirin. Em ji vir cardin dipirsin; çi hat serê Rojwelat? Em ê bêdeng nemînin heta ku rastiya li pişt mirina her jineka ku niha wekî gumanbar tê binavkirin, derkeve holê.

Tundiya ku em dijîn bi êrîşan sînordar nîne

Ev bê cezabûyîn ev bê wijdanî tenê li sokaka nîne. Ev yek heta di nava dîwarên saziyên ku bê çavdêrî mane de jî berdewam dike. Îşkence, muameleya xirab, destdirêjî û binpêkirinên cidî yên mafên mirovan ên li dijî kesên astengdar li Navenda Lênêrînê ya Taybet a Şîfa ya Êlihê hê jî bi temamî nehatine zelalkirin. Hewldana veşartina vê hovîtiya ku li hember welatiyên astengdar ên ku nikarin xwe biparêzin hatiye kirin. Parastina sûcdaran, nîşaneya herî zelal a rewşa rizî ya vê pergalê ye. Ne ferdên astengdar ne jî jinan em radestî vê tarîtiyê nakin. Heta ku berpirsyarê vê wahşetê li pêş darazî hesap nede em dev jê bernadin. Şideta ku em dijîn bi êrîşan sînordar nîne. Em her roj rû bi rûyê kûrbûna xizaniyê, nedîtîbûyîna keda xwe û bêçaretiya jinên ku hewcedarê nanê xwe yê rojane mane dibin. Civaka me rastî siyasetên wiha tê ku ciwan û zarokên me ji çand, zimanê dayikê û ji dîroka wan qut dikin û di heman demê de wan ber bi madeyên hişbir û bêrêtiyê ve dikişînin. Bi talankirina xwezayê bi qedexekirina zimanê dayikê di şexsê jinan de dixwazin gelekî mezin bê nefes bihêlin.

Em bê çareserî nîn in, qet bê çare nîn in

Lê em bê çareserî nîn in, qet bê çare nîn in. Di vê erdnîgariya kevnar de em ew jin in ku me karîbû ji êşên hevpar ji nû ve ji dayik bibin bi hev re biafirînin û bi hev re li ber xwe bidin. Jiyanek bê tundî, aştiya civakî ya rast bi avakirina civaka demokratîk û bi bingeha wekhevîyê re gengaz e em bi ve baweriyê re ne. Têkoşîna me ya birêxistinkirî, xwe parastina me ya herî mezin e. Em ê qet dev ji warbûyîna ji bo hevûdin û ji mezinkirina hevgirtina jinan bernedin. Di vê 25ê Mijdarê de, ji bo Îpek Er, ji bo Rojwelat Kizmaz û ji bo canên me yên ku di navendên lênêrînê de îşkence li wan hat kirin, jinên hatine qetilkirin û bêdeng hiştine em ji bo wan li qadan in. Ez bang li hemû jinan dikim ku em mal bi mal, kolan bi kolan dengê xwe bilind bikin û bi hev re jiyaneke azad, wekhev û dûrî tundiyê ava bikin. Li dijî tundiya niha dema jinan e! Jin Jiyan Azadî dengê xwe bilind bikin.”

‘Ew gelek caran ji nedîtî û tune tên hesibandin’

Piştî daxuyaniyê Parlamentera DEM Partiyê ya Êlihê Zeynep Odûncû Kûtevî jî ev tişt vegot: “Ji Gulîstan Tarayan bigire heta Rojwelat Kizmazan, ji xwişkên Mîraber bigire heta Rojîn Kabaîşan, em hemû jinên ku hatine qetilkirin, windakirin û tune hatin hesibandin,bi minet bi bîr tînin. Ev jin tenê ew jin in ku em navên wan dizanin û em dikarin li pey dozên wan biçin. Mixabin bi dehan û bi sedan jin hene, lê bi dehan, bi sedan jinên din jî hene ku navên wan di çapemeniyê de cih nagirin. Li pişt deriyên girtî dimînin, nikarin dengê xwe bilind bikin û bi tenê û bêçare dimînin. Em van dizanin; dibe ku neyên gotin, neyên axaftin û nav lê neyên kirin. Lê em wan jinan dizanin û nas dikin. Îro jin li ku derê bin jî li cihên kar, di nava malê de, li kolanê, li qadê, li taxê pêşî ew jin in ku tên windakirin. Ew gelek caran ji nedîtî û tune tên hesibandin.”

Bername bi dirûşma “Jin Jiyan Azadî” bi dawî bû.

Etîket: meşa jinanTJA
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

‘Em ne tenê ji bo xwe ji bo siberoja hemû jinan li qadan in’

‘Em ne tenê ji bo xwe ji bo siberoja hemû jinan li qadan in’

25 November 2026
Ji TJAyê ji bo 25ê Mijdarê xebata hastegê

Ji TJAyê ji bo 25ê Mijdarê xebata hastegê

24 November 2026
Li Peyas û Sûrê xebatên 25ê Mijdarê

Li Peyas û Sûrê xebatên 25ê Mijdarê

23 November 2026
Zarokan ji bo Ocalan wêne xêz kirin

Zarokan ji bo Ocalan wêne xêz kirin

21 November 2026
‘Armanca me jina azad û civaka azad e’

‘Armanca me jina azad û civaka azad e’

21 November 2026
Têkoşîna TJAyê 10 salî ye: Heta azadiya jinan dê ev têkoşîn bidome

Têkoşîna TJAyê 10 salî ye: Heta azadiya jinan dê ev têkoşîn bidome

20 November 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Ezîzê Mûso koça dawî kir

    Ezîzê Mûso koça dawî kir

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Keskîn Bayindir: Guhertina cihê birêz Ocalan nabe şert û mercên azad

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Bi îşkenceyê tê girtin û niha nexweş e!

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Li Farqînê şikeftek tijî hestî hate dîtin: Gelo ev hovîtiya JÎTEMê û Hîzbullahê ye?

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Dayika Aştiyê: Ez hêza têkoşînê ji şehîdên xwe digirim

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Dosye-1: 25ê Mijdarê rastiya qadê, hiqûq û rêxistinbûnê
    Li qadê heqîqeta jinan û berpirsyariya çapemeniyê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Birîna ku di wijdana civakê de nehatiye jibîrkirin: Ugur Kaymaz

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • JINNEWS û NûJINHA pêşengtiya zimanê wekheviya zayendî dikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ARSÎSA 11 mamosteyên Kurdî mezûn kirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Abdullah Ocalan: Avakirina Civaka Demokratîk ne tenê ji bo Kurdan ji bo her kesî misogeriya pêşeroja azad e

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettin Kılıç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Mahmut Altıntaş

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne