• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
21 MIJDAR 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    TOHAV parêzerên Kurd ên hatine qetilkirin bi bîr anî

    TOHAV parêzerên Kurd ên hatine qetilkirin bi bîr anî

    Zarokan ji bo Ocalan wêne xêz kirin

    Zarokan ji bo Ocalan wêne xêz kirin

    YNK û PDKê li Hewlêrê hevdîtin pêk anîn

    YNK û PDKê li Hewlêrê hevdîtin pêk anîn

    Tulay Hatîmogullari: Ji bo pêvajoyê piştgiriya herî xurt berdana girtiyên nexweş e

    Tulay Hatîmogullari: Ji bo pêvajoyê piştgiriya herî xurt berdana girtiyên nexweş e

    Aqûbeta jinên ku hatine qetilkirin û windakirin pirsîn

    Aqûbeta jinên ku hatine qetilkirin û windakirin pirsîn

    ‘Bi avakirina komînan em ê di vê pêvajoyê de bigihijin serkeftinê’

    ‘Bi avakirina komînan em ê di vê pêvajoyê de bigihijin serkeftinê’

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    TOHAV parêzerên Kurd ên hatine qetilkirin bi bîr anî

    TOHAV parêzerên Kurd ên hatine qetilkirin bi bîr anî

    Zarokan ji bo Ocalan wêne xêz kirin

    Zarokan ji bo Ocalan wêne xêz kirin

    YNK û PDKê li Hewlêrê hevdîtin pêk anîn

    YNK û PDKê li Hewlêrê hevdîtin pêk anîn

    Tulay Hatîmogullari: Ji bo pêvajoyê piştgiriya herî xurt berdana girtiyên nexweş e

    Tulay Hatîmogullari: Ji bo pêvajoyê piştgiriya herî xurt berdana girtiyên nexweş e

    Aqûbeta jinên ku hatine qetilkirin û windakirin pirsîn

    Aqûbeta jinên ku hatine qetilkirin û windakirin pirsîn

    ‘Bi avakirina komînan em ê di vê pêvajoyê de bigihijin serkeftinê’

    ‘Bi avakirina komînan em ê di vê pêvajoyê de bigihijin serkeftinê’

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

ARSÎSA 11 mamosteyên Kurdî mezûn kirin

Wan / AW

21 MIJDAR 2026 - 14:49
Kategorî: ÇAND Û HUNER, MANŞET
A A
Wan – Komeleya Lêkolînên Ziman, Çand û Hunerê (ARSÎSA) bi merasîmeke bi coş sertifîka da şagirtên xwe yên ku asta mamostetiyê xelas kirine.

Bernameya sertîfîkadayînê a Komeleya Lêkolînên Ziman, Çand û Hunerê (ARSÎSA) ya li navçeya Erdîşê ya Wanê, li salona konferansê a Şaredariya Erdîşê pêk hat. Hevserokê Partîya Herêmên Demokratîk (DBP) ê Wanê Cemal Demîr, rêveberên DEM Partiyê, hevserok û endamên Komeleya Pêşvebirina Çand û Ziman (KURDIGEH) û ARSÎSAyê, Dayîkên Aştiyê, nûnerên saziyên sivîl û demokratîk û gelek welatî tev li bernameyê bûn.

Bername, ji bo cangoriyên azadiyê bi deqeyekê rêzgirtinê dest pê kir. Piştî rêzgirtinê sînevîzyon hat nîşandan û Hevserokê Komeleya ARSÎSAyê Tûncay Taştan axaftina destpêkê kir.

Tûncay Taştan diyar kir ku xebata zimanê Kurdî xebatekî pîroz e û got “Li bajarê Wanê ev cara duyemîn e belge tên dayîn, ji ber vê yekê ev xebateke girîng e. Mamosteyên Kurdî pîroz dikim û serkeftinê ji wan re dixwazim.”

‘Îcazeta Kurdî ji îcazeta pergalê qîmettir e’

Cemal DemîrHevserokê DBPa Wanê Cemal Demîr jî di bernameyê de axivî û da zanîn ku di bernameyê de 11 kesan sertîfîkayên dê hilgirin û bibin mamosteyên Kurdî. Cemal Demîr mamosteyên Kurdî pîroz kir û got: “Zimanê Kurdî dema ev dewlete hate damezrandin tune hat hesibandin û hat qedexekirin. Wê demê serê peyvê ceza dihat dayîn. Îro em gihîştine asteke bilind, lê mixabin hê jî zimanê Kurdî di belgeyên meclisê de weke zimanekî nenas tê pênasekirin. Ziman di nava xwe de gelek tiştan dihewîne, wekî; dîrok, nasname, wêje û çandê. Ji ber vê yekê gelek zimanê xwe winda bike hebûna xwe jî winda dike. Mixabin îro zimanê Kurdî di bin xetereya winda bûyînê de ye. Divê em bi xwe zimanê xwe biparêzin. Rêberê gelê Kurd jî dibêje ‘ew kesê parastina zimanê xwe neke, nikare parastina tu tiştî bike’. Ji ber vê yekê ew kesên ku di qada ziman de xebat dikin kesên pîroz in. Divê em zimanê xwe bikin zimanê saziyên xwe jî, li saziyên xwe jî her tim Kurdî bipeyvin. Îcazeta zankoyên me, ji îcazeta saziyên pergalê qîmettir e. Ji ber vê yekê ez mamosteyên xwe ên mezûn dibin pîroz dikim.”

‘Dayika min zimanê min ji kesê nedizî ye’

Dayîka Aştiyê Muzeyyen Butun jî mamosteyên Kurdî pîroz kir û wiha axivî: “Ev roj ji bo me rojeke dîrokî ye. Ez di destpêkê de ew kesên ku têkoşîna zimanê Kurdî meşandin e û bi xwîna xwe, keda xwe dest ji vî zimanî bernedane silav dikim. Ev ziman wê ji me re bibe pêşerojeke nû û ev gel wê bigihîje welateke azad. Ziman, zimanê dayika min e, dayika min ji kesê nedizî ye û bi zordariyê ji kesê nestandî ye. Xweda ew ziman daye wê, ew ê dayikê bi vî zimanî bi me re giriya, bi me re keniya, bi vî zimanî şîret dane me, bi wî zimanî lorand û bi wî zimanî em mezin kirin. Em Kurd in, zimanê me Kurdi ye.”

Piştî axaftinan bername bi lêdana bilûrê, dayîna sertîfîkayan û bi şahiya Koma ARSÎSAyê berdewam kir.

Etîket: 11 mamosteARSÎSAbelgenameCemal DemîrmezûnkirinMuzeyyen ButunTuncay Taştanzimanê dayikê
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Cemal Demîr: Divê feraseta li dijî siyaseta demokratîk were guhertin

Cemal Demîr: Divê feraseta li dijî siyaseta demokratîk were guhertin

19 COTMEH 2026
‘Divê Kurdî ne derseke bijarte, lê zimanê perwerdehiyê be’

‘Divê Kurdî ne derseke bijarte, lê zimanê perwerdehiyê be’

16 ÎLON 2026
Newroz Uysal Aslan: Bila astengiyên li pêşiya Kurdî bên lêkolînkirin

Newroz Uysal Aslan: Bila astengiyên li pêşiya Kurdî bên lêkolînkirin

15 ÎLON 2026
Ji Wanê bang kirin: Mafê zimanê dayikê mafekî mirovî ye

Ji Wanê bang kirin: Mafê zimanê dayikê mafekî mirovî ye

14 ÎLON 2026
Abdullah Ocalan: Armanca pêvajoyê jiyana wekhev û azad a gel e

DEM Partî: Divê perwerde bêpere û bi zimanê dayikê be

14 ÎLON 2026
‘Daxwaza xizmetên tenduristiyê ya bi zimanê dayikê mafekî jiyanî ye’

‘Daxwaza xizmetên tenduristiyê ya bi zimanê dayikê mafekî jiyanî ye’

12 ÎLON 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Ezîzê Mûso koça dawî kir

    Ezîzê Mûso koça dawî kir

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Rûken Kilinç: Divê gorên Seîd Riza û hevalên wî bê eşkerekirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ji zaroktiya xwe heta girtîgehê evîna hunerê: Divê Kurd afirîner bin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Bi îşkenceyê tê girtin û niha nexweş e!

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Keskîn Bayindir: Guhertina cihê birêz Ocalan nabe şert û mercên azad

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Dayika girtiyê nexweş: Kurê min nexweş e û 8 sal in min ew nedîtiye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ji Wezareta Çandê bersivek sosret: Medreseya Feqiyê Teyran ne aîdî me ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Polîsan bi ser avahiya Weşanxaneya Belkiyê de girt

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Dayika Aştiyê: Ez hêza têkoşînê ji şehîdên xwe digirim

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Budçeya tendirustiyê ne li gor pêwîstiyên gel tê amadekirin’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettin Kılıç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Mahmut Altıntaş

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne