• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
02 MIJDAR 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Dayikên Aştiyê li ber meclisê bang kirin: Statuya Serokatî bi cih bînin HATE NÛKIRIN

    Dayikên Aştiyê li ber meclisê bang kirin: Statuya Serokatî bi cih bînin HATE NÛKIRIN

    Dayikên Aştiyê gihiştin Enqerê

    Dayikên Aştiyê gihiştin Enqerê

    Bi daxwaza ‘Ez ê Kurdistanê azad bikim’ çû û şehîd ket

    Bi daxwaza ‘Ez ê Kurdistanê azad bikim’ çû û şehîd ket

    Dayikên ji Îzmîrê çûn Enqereyê: Werin em destê aştiyê bilind bikin

    Dayikên ji Îzmîrê çûn Enqereyê: Werin em destê aştiyê bilind bikin

    ROJEVA 2yê MIJDARA 2026an

    Azadiya Welat bi manşeta ‘Guh bidin dayikan’ derket

    Azadiya Welat bi manşeta ‘Guh bidin dayikan’ derket

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Dayikên Aştiyê li ber meclisê bang kirin: Statuya Serokatî bi cih bînin HATE NÛKIRIN

    Dayikên Aştiyê li ber meclisê bang kirin: Statuya Serokatî bi cih bînin HATE NÛKIRIN

    Dayikên Aştiyê gihiştin Enqerê

    Dayikên Aştiyê gihiştin Enqerê

    Bi daxwaza ‘Ez ê Kurdistanê azad bikim’ çû û şehîd ket

    Bi daxwaza ‘Ez ê Kurdistanê azad bikim’ çû û şehîd ket

    Dayikên ji Îzmîrê çûn Enqereyê: Werin em destê aştiyê bilind bikin

    Dayikên ji Îzmîrê çûn Enqereyê: Werin em destê aştiyê bilind bikin

    ROJEVA 2yê MIJDARA 2026an

    Azadiya Welat bi manşeta ‘Guh bidin dayikan’ derket

    Azadiya Welat bi manşeta ‘Guh bidin dayikan’ derket

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Hilbijartinên Amerîkayê: Zexta li ser Trump zêde ye lê encam nediyar e

Navenda Nûçeyan / AW

2 MIJDAR 2026 - 11:35
Kategorî: CÎHAN, MANŞET
A A
Di hilbijartinên 3ê Mijdarê de dê ne tenê pêşeroja Partiya Komarî, lê di heman demê de hêza siyasî ya Donald Trump jî were pîvandin. Aboriya têkçûyî, şerê Îranê, polîtîkaya li hemberî Îsraîlê û nerazîbûna civakî dibin faktorên sereke yên diyarker ên vê hilbijartinê ne.

Sibê, dê hilbijartinên navîn (Midterm) li Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê bên lidarxistin. Di van hilbijartinan de dê hemû kursiyên Meclisa Nûneran û beşek ji kursiyên Senatoyê bên nûkirin. Ev hilbijartin dê ji bo rewşa Donald Trump û domdariya serokatiya wî ya dewletê diyarker be.

Komarparêz niha di her du meclîsan de xwedî piraniyê ne. Lê anketên dawî nîşan didin ku ev piraniya wan di bin xetereyê de ye. Li gorî anketên Maristê yên 27ê Cotmehê, namzetên Demokrat di pêşbaziya giştî ya Meclisa Nûneran de bi rêjeya ji sedî 52, li pêş in û rêjeya Komarparêzan jî ji sedî 44 e. Her wiha, ji sedî 44ê hilbijêr dibêjin ku ew ê dengê xwe li dijî Trump bi kar bînin.

Li gorî rewşa dawî di siyaseta Amerîkayê de rewşa Rewşa Trump ne baş e. Li gorî anketên cuda, rêjeya erêkirina karên wî di navbera ji sedî 30 û 40an de digere. Anketa Reuters/Ipsos ya 26ê Cotmehê jî nîşan dide ku rêjeya piştgiriya wî ji sedî 32 ye. Trump di vê bilbijartinê de bi nerazîbûneke mezin re rû bi rû ye.

Aboriya navxweyî û nerazîbûna civakî

Di vê hilbijartinê de pirsgirêka sereke ne tenê nakokiyên di navbera Komarparêz û Demokratan de ye. Jiyana rojane ya gelê Amerîkayê bandoreke mezin li ser biryara hilbijêrên Amerîkayê dike. Bilindbûna bihayê xurek, xanî, sotemenî û lêçûnên tenduristiyê bûne mijarên sereke yên nerazîbûnê. Li gorî anketeke AP-NORC, ji sedî 74ê gel ji awayê rêvebirina aboriyê ya Trump nerazî ne. Li gorî Gallupê jî, ji sedî 50ê hilbijêr dibêjin ku rewşa aboriyê ji bo dengdana wan pir girîng e.

Şerê Îranê û polîtîkaya Îsraîlê

Şerê ku di Sibata 2026an de bi êrîşên hevbeş ên Amerîka û Îsraîlê li dijî Îranê dest pê kiriye, êdî ne tenê mijareke derve ya Washingtonê ye. Astengkirina derbasbûna keştiyan a ji Tengava Hurmuzê, zêdebûna bihayê petrolê û bandora wê ya li ser bazara enerjiyê, rasterast bandor li ser jiyana rojane ya cîhanê û gelê Amerîkayê dike.

Li gorî anketeke Reuters/Ipsos a Cotmehê, ji sedî 54ê bersivdêran bawer dikin ku ev şer ne hêjayî lêdanê ye. Gallup jî di anketeke xwe de diyar dike ku ji sedî 47ê hilbijêran rewşa Îranê ji bo dengdana xwe pir girîng dibînin. Ev rêje ji ya rewşa Îsraîl û Filistînê, ku ji sedî 35an, bilindtir e.

Nakokiyên li Rojhilata Navîn bi awayekî rasterast bandorê li hilbijartinê dikin. Piraniya gelê Amerîkayê dixwaze ku hikûmet li şûna şer û lêçûnên leşkerî, zêdetir li ser pirsgirêkên navxweyî raweste. Lê ev nayê wê wateyê ku gel bi tevahî li dijî Îsraîlê ye an jî piştgiriyê dide Îranê. Nêrînên civakê cuda ne; lê lêçûnên şer û metirsiya berfirehbûna pevçûnê bûne mijarên girîng.

Hilbijartin dê hevsengiya hêzê çawa biguherîne?

Li gorî analîzên heyî, Demokrat xwedî şansek baş in ku di Meclisa Nûneran de piraniyê bi dest bixin. Lê di Senatoyê de rewş ji bo wan dijwartir e. Ji bo ku Demokrat di her du meclîsan de piraniyê bi dest bixin, divê her yekê çar kursiyên din bidest bixin. Ev yek dê ji bo Trump astengiyeke siyasî ya girîng biafirîne. Demokrat dikarin rêveberiya Trump bêtir kontrol bikin, lê wê demê jî nikarin rasterast polîtîkaya derve ya wî biguherînin.

Bandora hilbijartinê ya li ser Rojhilata Navîn û Kurdistanê

Di vê çarçoveyê de, hilbijartin ji bo civaka Kurd jî girîng e. Guhertina piraniya Kongreyê dikare bandorê li budceya leşkerî, alîkariyên derve û biryarên Amerîkayê yên li Rojhilata Navîn bike. Lê divê were zanîn ku her du partî jî di siyaseta xwe ya derve de xwedî berjewendiyên stratejîk in. Ji ber vê yekê, serkeftina Demokratan bi tena serê xwe nayê wateya guherîna siyaseta Washingtonê ya li hemberî gelên herêmê û gelê Kurd.

Her wiha, serkeftina hêzên çepgir û pêşverû di nav Demokratan de dikare nîqaşên li ser alîkariya bêşert û bêkontrol ya Amerîkayê ji bo Îsraîlê, mafên Filistîniyan, şer û budceya leşkerî zêdetir bike. Ev nîqaş ji bo gelên Rojhilata Navîn û tevahiya hêzên ku li dijî şer û dagirkeriyê ne girîng e.

Dema nerazîbûnê, lê ne dema guhertina bingehîn

Di rastiyê de civaka Amerîkayê di navbera du hêzên siyasî de tenê hilbijartinê nake. Pirsgirêka bingehîn ew e ku bê ka dê kîjan partî karibe bersiva daxwazên civakî bide. Nerazîbûna ji Trumpê mezin e, lê ev yek nayê wê wateyê ku hemû hilbijêrên nerazî, dê bibin piştgirên Demokratan. Hin beşên civakê hê jî piştgiriyê didin polîtîkayên Trump, bi taybetî di warê koçberiyê û ewlehiyê de.

Ji aliyekî din ve, bêbaweriya li hemberî saziyên siyasî, zêdebûna cudahiya di navbera dewlemend û xizan de û kêmbûna derfetên aborî nîşan dide ku qeyrana Amerîkayê tenê qeyraneke rêveberiyê nîne di heman demê de qeyraneke civakî û aborî ye.

Girîngiya hêza civakê û têkiliyên dîplomasiyê

Divê baş were şopandin bê ka Kongre dê li hemberî şeran, destwerdanên leşkerî, mafên gelan û polîtîkayên demokratîk çi helwestê nîşan bidin û kîjan gavan biavêjin. Ji ber guhertina kesên li ser desthilatê bêhtir guhertina bernameyên partiyan, berjewendiyan û têkiliyên dîplomatîk li ser gav û geşedanan bandorê dikin.

Etîket: AborîAmerîkademokratDonald TrumphevsengîHilbijartinên NavînKomarparêzşer
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Li Amedê 9emîn Sempozyûma Aborî Siyaset û Rêveberiyê ya Navneteweyî dest pê kir

Li Amedê 9emîn Sempozyûma Aborî Siyaset û Rêveberiyê ya Navneteweyî dest pê kir

27 COTMEH 2026
Aboriya gundewaran kêm dibe: Kapîtalîzm dixwaze çandiniyê bike sektoreke bazirganiyê

Aboriya gundewaran kêm dibe: Kapîtalîzm dixwaze çandiniyê bike sektoreke bazirganiyê

16 COTMEH 2026
Zeviyên li qûntara Kela Wanê bûye cihê berhemdayînê

Zeviyên li qûntara Kela Wanê bûye cihê berhemdayînê

13 COTMEH 2026
Muzaffer Ayata: Hevsengiyên hêzên herêmî û bandora wan a li ser Rojhilata Navîn

Muzaffer Ayata: Hevsengiyên hêzên herêmî û bandora wan a li ser Rojhilata Navîn

5 COTMEH 2026
Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

4 COTMEH 2026
Serokwezîrê Iraqê: Hêzên Hevpeymaniyê dawî li erka xwe anîn

Serokwezîrê Iraqê: Hêzên Hevpeymaniyê dawî li erka xwe anîn

30 ÎLON 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Ji helîkopterê tê avêtin û felc dibe: Serketina pêvajoyê bi azadiya fizîkî pêkan e

    Ji helîkopterê tê avêtin û felc dibe: Serketina pêvajoyê bi azadiya fizîkî pêkan e

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Meclisa Jinan a DEM Partiyê li Bûlamê bi jinan re civiya

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Nivîskar Şêrwî: Ez dixwazim li ser wêjeya Kurdî pirsan li Ocalan bikim

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Pîrozbahiyên 1ê Mijdarê: Li Kobanê azadî, wekhevî û jiyana hevpar hat parastin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Daxuyaniyên Kobanê: Divê îradeya Kobanê bibe hîma pêşeroja demokratîk a Rojhilata Navîn

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ji qadê rewşa Fransayê ragihand: Heke ev tundî li welatên din bûbûya dê şermezar bikira

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Kobanê: Destana gelan û fedakariyê 

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Dayîkên Aştiyê diçin Enqerê û ‘Konê Aştiyê’ vedidin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Fermandarê YBŞê: Entegrasyon ne teslîmbûn e, serkeftinek e

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Davût Avci: Eger daxwaz şaristaniya demokratîk be, têkoşîn şert e

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettin Kılıç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Mahmut Altıntaş

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne