Wan – Hunermendê navdar Delîl Dîlanar bal kişand ser girîngiya mîrateya dengbêjiyê, bandora Radyoya Êrîvanê û berpirsiyariya parastina çanda resen a Kurdî û got: “Armanca me ew e ku em çanda dengbêjiyê bi muzîkeke nûjen re bikin yek û bidin hezkirin. ”
Radyoya Êrîvanê di dîroka çand û muzîka Kurdî de bû bîr û girîngiyeke bêhempa ku bi dengê klam û destanan sînorên welatan derbas kirin. Bi vê dibistana ku Egîdê Cimo wekî Mîrê Bilûrê bi mey û bilûra xwe bû bêhn û giyanê klamên dengbêjên mezin û keser û hesreta gelê xwe bi hostatî neqişand ser awazan. Delîl Dîlanar jî şopdarê vê rêyê, ev mîrateya dewlemend hem ji ber kaniya radyoyê û hem jî rasterast ji Egîdê Cimo wergirt, dengbêjiya klasîk bi qirikeke xurt û enstrûmanan didomîne. Bi vî awayî, radyoyê ev mîrate parast, Egîdê Cimo rûh da wê û Delîl Dîlanar jî dibe pireke zindî ya ber bi pêşerojê ve.
Hunermendê Delîl Dîlanar li ser mîrateya dengbêjî, rêwîtiya xwe ya hunerî û di vê rêwîtiyê de li ser girîngiya Radyoya Erîvanê axivî.
‘Radyoya Êrîvanê û Egîdê Cimo dibistan bûn’
Delîl Dîlanar bal kişand ser dema çûna xwe ya Rûsya û Ermenîstanê, ji bo Kurdan girîngiya Radyoya Êrîvanê û anî ziman ku Radyoya Êrîvanê di hişê her kurdekî de ciheke taybet digire. Delîl Dîlanar diyar kir ku dema Radyoya Erînê weşanê dikir Kurdî qedexe bû; ne televîzyon hebûn û ne jî radyoyên bi Kurdî û wiha got: “Mezinên me, dengbêjên me mîrasek mezin hiştin. Wexta ez çûm Rûsya û Ermenistanê, min Egîdê Cimo nas kir û bû mamosteyê min. Ew tecrûbe û keda wî bandoreke mezin li ser me çêkir.”
‘Divê dengbêjî û mûzîka nûjen werin gel hev’
Di berdewama axaftina xwe de Delîl Dîlanar destnîşan kir ku divê ciwan û nifşên nû xwedî li vê mîrateya dengbêjiyê derkevin û got ku ew bi salan e hewl didin vê çandê modernîze bikin. Delîl Dîlanar axaftina xwe wiha domand: “Miletê Kurd û bi taybetî ciwanên me divê di vê zanebûnê de bin ku bingeha hunera muzîka Kurdî dengbêjî ye. Armanca me ew e ku em vê çanda dengbêjiyê bi muzîkeke nûjen re bikin yek û bidin hezkirin. Lê ev nabe ku bibe karekî amator. Heke dengê mirovekî xweş be jî, eger ew muzîkê nizanibe û nikaribe aranje bike, nikare pêş bixe.”
‘Di konserên me de ji zarokên 6 salî heta kal û pîrên 80 salî hene’
Delîl Dîlanar anî ziman ku gava mirov muzîkê bi awayekî profesyonel û nûjen pêşkêş dike, hemû beşên civakê tevlî dibin û got: “Beriya çend rojan li Stenbolê û Amedê me konser dan, bi hezaran kes hatin. Li konserên me zarokên şeş-heft salî û dayik û bavên heftê-heştê salî bi hev re amade ne. Ev jî nîşan dide ku berpirsiyariyeke mezin li ser milê me heye. Em qet poşman nînin ku me ev kar kiriye û em ê ji vir şûnde hêj bêtir ji bo hunera Kurdî bixebitin.”












