Dengbêj Selahattîn Guçtekîn anî ziman ku bi saya dengbêjiyê gelek bûyer, serborî û bîranînên di dîroka Kurdan de qewîmine winda nebûne û dengbêjiyê ev nirx di hişê Kurdan de bi cîh kiriye û got: “Dengbêjî sureta hemû dinyayê ye.”
Gelê Kurd di nav gelên cîhanê de bi çanda xwe ya qedîm û rengîn tê nasîn. Wekî her gel û çandekê resenî û xweseriya çanda Kurdan jî bi nav û deng e. Dengbêjî beşeke resen e a çanda Kurdan e û heta roja me ya îro li ber xwe daye, bi xwe re daneheveke dîrokî aniye. Li hemû bajarên Kurdan dengbêj vê çanda kevnar diparêzin û fêrî nifşê nû dikin.
Ji bajarê Mûşê ya herêma Serhedê dengbêj Selahattîn Guçtekîn ê bi salan e dengbêjiyê dike derbarê dengbêjiya xwe, rol û rista dengbêjiyê axivî.
Selahattîn Guçtekîn bal kişand ser têkiliya di navbera dîrok, bîr û dengbêjiyê û anî ziman ku bi saya dengbêjiyê gelek bûyer, serborî û bîranînên ên di dîroka Kurdan de qewîmine winda nebûne, dengbêj ev nirx di hişê Kurdan de bi cîh kirine. Selahattîn Guçtekîn li ser bandora pêşketina nivîsê ya ser dengbêjiyê jî axivî û diyar kir ku Evdalê Zeynikê, Huseynê Orgunusê, Ehmedê Zahir, Ehmedê Bêrtî, Mihemedê Beyro, Mustafa Cangoran heta Reşo û Şakiro di bîra dengbêjiyê de cîh girtine. Selahattîn Guçtekîn anî ziman ku ji wextê wan heta îro nivîskarî hêdî hêdî pêş ketiye û zelaliyek daye dengbêjiyê, jiyan û kilamên dengbêjan bûne pirtûk û navê dengbêjan di pirtûkan de cîh girtiye.
Rewşa dengbêjiyê

Selahattîn Guçtekîn da zanîn ku şopandina dengbêjiyê wekî berê nayê domandin, lewaz maye û wiha got: “Berê rewşa dengbêjiyê baş bû lê ez îro ronahiya vê nabînim. Ji ber ku ciwanên me yên îro mûzîkên qirqirinê esas digirin. Bê civat, şahî û xweşiyê dengbêjî nabe. Ez îro xwediyê 4 zarok û 16 neviyan im, û dixwazim ew jî ser rêça dengbêjiyê bimeşin. Wexta saz û sazbend derketin, ciwan piranî bala xwe didin li ser wê, ji ber vê yekê dengbêjî paş ve çû. Ciwan zêdeyî li ser govend û dîlanê disekinin. Ez û birayê xwe Ferxedîn em karê dengbêjiyê dikin, heta em hebin jî em ê xwedî dengbêjiyê derkevin. Dengbêjî sureta tevahiya dinyayê ye.”
Bandora jin û dayîkê ya li ser dengbêjiyê
Selahattîn Guçtekîn dayîka xwe bi bîr anî anî ziman ku ew û birayê xwe dengbêjtiyê ji dayîka xwe girtine û wiha behsa çîroka xwe û dayika xwe kir: “Ez 15 salî bûm û dema li gel dayîka diçûm nav pez û bêrîtiyê dikir, dema komkirina pancarê biharê û nav zeviyan, dayîka mîn bi dengê xwe yê wekî qaz û qulingê dengbêjiyê dikir. Dengê dayîka min wisa li ser min bandor kir û ez jî ser rêça vê dimeşim.”














