Navenda Çanda Baharê (BKM) ya Êlihê bernameya şevbihêrka dengbêjiyê li dar xist. Di bernameyê de gelek kilam û stran hatin gotin û helbest hatin xwendin.
Navenda Çanda Baharê (BKM) ya Êlihê li navenda avahiya xwe bernameya şevbihêrka dengbêjiyê li dar xist. Nûnerên saziyên civakî û gelek kes beşdarî şevbihêrkê bûn. Eywan bi gelek amûrên dîrokî yên kevin hatibûn xemilandin û li gelek deverên wê gulên sor li ser maseyan hatin danîn. Beşdaran bi kilam û stranan gelek kêfxweş bûn.
Hunermendên ku li ser dikê bûn kilamên dengbêjiyê yên weke; Nêçîrvano, Xêliyayê, Lê lê metê, Were lo de erê lê, Sarê rabe dereng e û hwd. hatin gotin. Beşdaran li ber stranan govendê gerandin. Piştî kilam û stranan, nivîskar Onder Kirmizitaş û Abdullah Yilmaz ên ku 30 salan di zindanê de man, helbestên xwe xwendin.
Bername bi kilam, stranên û gerandina govendê bi dawî bû.






















