Wan – Rêveberiya qeyim a li Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê, 19 milkên neguhêzbar ên li navçeyên Artemêtan û Rêya Armûşê daye ber firotinê. Di îlana îhaleyê de bihayê firotina van milkan texmînî digehije 1 milyar û 210 milyon û 483 hezar û 584 lîreyan.
Rêveberiya qeyim a li ser Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê, ji bo firotina 19 milkên şaredariyê, îhale vekir. Li gorî lîsteyê dê 17 milken li taxa Kiyicakê ya navçeya Artemêtan û 2 milkên li taxa Şerefîyeyê ya navçeya Rêya Armûşê bên firotin. Hate ragihandin ku ev îhale texmînî wê 1 milyar û 210 milyon û 483 hezar û 584 lîre bigire.
Bihayê herî zêde ji bo milkê li Taxa Şerefiyeyê hat diyarkirin
Di lîsteya îhaleyê de bihayê texmînî ya herî bilind, ji bo milkê li Taxa Şerefiyeyê ya navçeya Rêya Armûşê ku mezinahîya wê 5 hezar û 383,11 metreqare hat diyarkirin. Bihayê vî milkî ku xwedî taybetmendiya bazarganiyê ye, wekî 260 mîlyon TL hat ragihandin. Bihayê temînata demkî jî 7 mîlyon û 800 hezar TL ye.
Milkê din ê ku li Taxa Şerefîyeyê derxistine firotinê, wekî qada pişkdar-hîsedar 2 hezar û 688,96 di lîsteyê de cih girt. Texmînî bihayê qadê 140 mîlyon TL ye û bihayê temînata demkî jî weke 4 mîlyon û 200 hezar TL hate ragihandin.
Li Taxa Kiyicakê ya navçeya Artemêtanê 17 milk dê bêne firotin
Beşa mezin a lîsteya firotinê ji qada ji bo xaniyan ya li Taxa Kiyicakê ya ser bi navçeya Artemêtanê pêk tê. Bihayê texmînî yê 17 milkên li vê taxê di navbera 44,8 mîlyon TL û 78,5 mîlyon TL de diguhere.
Li Kiyicakê bihayê herî bilind ji bo parsela 3yemîn a bi hejmara 10420 ku mezinahiya wê 24 hezar û 150 metrekare ye, hatiye diyarkirin. Ji bo vê derê bihayeke weke 78 mîlyon û 487 hezar û 500 TL hatiye diyarkirin. Piştre parsela 2yemîn a bi hejmara 10420 ku mezinahiya wê 24 hezar û 59,14 metrekare ye, weke bi 78 milyon û 192 hezar û 205 TL hatiye diyarkirin.


















