Karkerê Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê Mehmed Mamûk yê ku ji aliyê qeyim ve ji kar hatiye derxistin hem betal maye hem jî nexweşiya penceşerê lê peyda bûye. Mehmet Mamûk alîkariyê dixwaze û dibêje; “Piştî kemoterapiya min bi dawî bû, ez ê emeliyat bibim. Ez alikariyê dixwazim.”
Li Wanê di 15ê Sibata 2025an de qeyim tayînî Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê atibû kirin û hevşaredar Neslîhan Şedal û Abdullah Zeydan ji kar hatibûn dûrxistin. Qeyim, di 29ê Tîrmeha 2025an de 223 karker ji kar derxist. Gelek ji van karkeran di dema qeyimê 2019an jî rastî heman pêkanînê hatibûn û piştre Neslîhan Şedal û Abdullah Zeydan ew careke din girtibûn kar. Qeyimê ku vîna gel desteser kir, bi heman awayî jî karker ji kar derxist. Karkerên ji kar hatine derxistin, piştî betaliyê bi gelek pirsgirêkên aborî re rû bi rû man.
Piştî ji kar hat derxistin nexweşiya pençeşerê lê peyda bû
Yek ji van karkeran Mehmed Mamûk e ku di Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê de di Gerînendetiya Karên AFADê de dixebitî. Ev bû du serdem ku ew ji ji kar tê derxistin û niha jî bi nexweşiyên giran re rû bi rû maye. Herî dawî 6 meh beriya niha bijîşkan teşhîsa penceşera mîzdankê ango mesanê danîn ser. Mehmet Mamûk, piştî demekê tedawî li Wanê dît, berê xwe da Enqereyê û niha ji bo tedawiyê tê û diçe. Ev yek ji aliyê aboriyê ve pirsgirêkên mezin ji bo Mehmet Mamûk û malbata wî derdixe holê û tedawiya wî asteng dike. Piştî tedawiya kemoterapiyê wê Mehmet Mamûk emeliyat bibe û ji bo emeliyata wî nêzî milyonek lîre pere lazim e.
Alîkariyê ji xêrxwazan xwest
Ji derxistina kar rewşa Memed Mamûk xerabtir kir û ji aliyê aboriyê de jî kete nav tengasiyê. Mehmed Mamûk ku ji ajansa me re behsa rewşa xwe kir û bangawaziya alîkariyê kir. Mehmed Madûk derbarê rewşa xwe de wiha dibêje; “Ez karkerê Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê me. Ez û tevî 220 hevalên xwe yên karker ji aliyê qeyimve ji kar hatin derxistin. Ev nêzî 6 meh in min nexweşiya pecneşerê li min peyda bûye. Ez ji bo tedawiya tendirûstiya xwe diçim Enqereyê, tedawiya kemoterapiyê dibînim. Ji bo vê hatin û çûna xwe ya ber bi Enqereyê ve gelek zehmetiyê dikşînim. Piştî kemoterapiya min bi dawî bû, ez ê emeliyat bibim. Ez alikariyê dixwazim.”
















