• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

Sema Gezîcî - Onder Akbûlût / AW

4 COTMEH 2026 - 09:18
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Bedlîs – Remziye Canbey behsa jiyan, sekna li dijî zextan û rêwîtiya tevlibûna keça xwe Gulistan Canbey (Aso Dîren Têkoşîn) kir û wiha got: “Şeva dawet qediya û her kes belav bû, me dît ku Aso winda bûye. Em lê geriyan lê me nedît û min zanî ku wê rêya jê bawer dike hilbijartiye.”

Keç û xortên gelê Kurd di têkoşîna hebûn û azadiyê de bi sekna xwe ya biryardar gelek çîrokên lehengiyê nivîsandin. Yek ji van lehengan jî Aso Dîren Têkoşîn e ku li dijî feraseta kevneşopî û zextên civakî û zilma dewletê rêya berxwedanê hilbijart. Aso Dîren Têkoşîn di sala 1994an de li navçeya Tetwanê ya Bedlîsê di nav malbeteke welatparêz de çavên xwe li dinyayê vedike. Malbat, wê bi nirxên welatparêziyê mezin dike. Aso Diren Têkoşîn hê di zarokatiya xwe de şahidiya polîtîkayên dewletê yên înkar, îmha û bişaftinê dike, van polîtîkayan tu carî qebûl nake û di dilê wê de her tim li dijî van polîtîkayan kîn û nefretek mezin dibe. Aso Dîren Têkoşîn ku 18 salî bû, di şeva nîşaniya xwe de tev li Tevgera Azadiya Kurdistanê dibe.

Dayika Gulistanê, Canbey Remziye Canbey ji ajansa me re behsa zarokatî, ciwantî û kesayeta keça xwe kir.

‘Fikrên wê ji temenê wê mezintir bûn’

Remziye Canbey behsa zarokatiya keça xwe kir û bal kişand ser kesayeta wê û got: “Hevala Aso hevalên xwe her tim li dora xwe kom dikir û rêbertiya hevalên xwe yên li taxê dikir. Di ciwantiya xwe de jî fikrên wê li emrê wê mezintir bûn, di nav ciwan û hevalên xwe de yeke balkêş bû, pir dihate hezkirin. Dema diçûm mitîng û bernameyan, wê jî dixwest bi min re were. Bavê wê pirtûkên ku wê dixwendin didît û şaş dima. Pêşî Qur’an xwend û paşê dest bi pirtûkên cur bi cur kir. Keçeke pir zîrek bû û ji xwezayê pir hez dikir; li deşt û çiyayên welatê xwe digeriya û wêneyên wan dikişand. Piştî 17 saliya xwe zêdetir pirtûk dixwendin û hevaltî û hogirtiya xwe zêdetir bi pêşxist.”

‘Di şeva hineyê de cilên kesk, sor û zer li xwe kir’

Remziye Canbey da zanîn ku tevlibûna birayê wê Dîren û şehadeta gundiyê wan Karvan, bandoreke kûr li ser Aso kir û wiha berdewam kir: “Li ser vê yekê bavê wê dixwest wê bizewicîne ji bo ku ew jî tev li Partiyê nebe, lê Aso her tim li dijî vê ferasetê bû. Digot Serokatî zewacên wiha qebûl nake. Tevî ku nîşana wê hatibû birîn jî, Aso planek di hişê xwe de amade kiribû. Lê Aso zewac qebûl nedikir. Lê dawiyê bi pismamê xwe re nîşan kir. Nîşaniya wan qasî salekî dewam kir. Şeva hineyê çû Tetwanê, ji xwe re fistanekî bûkaniyê bi rengê kesk, sor û zer anî. Got ‘Ez cilên spî li xwe nakim û maqyajê nakim, ez ê bi rengê xwe bim.’ Gundî hemû şaş man. Paşê piştî ku dawet qediya û herkes belav bû, me dît ku Aso winda bûye. Em lê geriyan lê me nedît. Min dizanî ku wê rêya ku jê bawer dike hilbijartiye.”

‘Serê min bi keça min bilind e’

Piştî ku Aso Dirên Têkoşîn biryara tevlîbûnê dide, zext û zordariyên dewletê jî li ser malbatê zêde dibin. Remziye Canbey diyar kir ku mamê Aso li qereqolê giliyê wan dike û got: “Qasî mehekê polîsan gelekî em aciz kirin. Gotin ‘Here bîne, em ê hemû mesrefên te bidin.’ Lê min li ber xwe da û min got; ‘Ew zaroka min e, di şeva hineya xwe de ev jiyan qebûl nekir û rêya xwe hilbijart. Ez li pey wê nakevim, serê min bi keça min bilind e.’”

‘Min soz da ku ez li hember dijmin û xayînan nagirîm û wan şad nakim’

Aso Dîren Têkoşîn li dijî zilma dehaq û hêzên emperyalîst ên li ser gelê Kurd li Rojava, Başûr û Bakurê Kurdistanê têdikoşe û hewldide vê zilm û komkujiyên li ser gelê Kurd tên meşandin bi dawî bike. Remziye Canbey anî ziman ku piştî tevlîbûna wê 2-3 salan şûn de keça xwe dîtiye û wiha der çû: “Aso 3 salan li Rojava û paşê jî li Başûr dimîne û di vê demê de carna bi min re diaxivî. Keça min ji min re digot; ‘Ez qet poşman nînim’. Aso di dawiyê de derbasî herêma Geverê dibe û li Gundê Darê tevî hevala xwe Evîn Rêber Andok di encama pevçûnekê de, di 19ê Îloana 2022yan de şehîd dikeve. Me cenazeyê wê ji Wanê anî gund. Me xwest em cenaze bibin mizgeftê bişon lê polîsan li ber mizgeftê astengî derxistin, got ku ew nahêlin em cenaze têxin mizgefta wan, min jî bersiv da û got; ‘madem ku mizgeft ya we ye em cenazê xwe nabin mizgefta we.’ Me jî cenazeyê xwe bir malê û min bi keçên xwe re şûşt. Min ji xwe re soz da ku ez li hemberî dijmin û xayînan nagirîm û wan şad nakim. Me bi girseyî cenaze defin kir.”

‘Baweriya me heye’

Remziye Canber axaftina xwe bi van gotinan bi dawî kir. “Me serê xwe li ber wan netewand, em natewînin jî, em li ser şopa şehîdên xwe ne, rêya wan rêya me ye û serê me bi wan bilind e. Tu car jî baweriya me bi dewletê tune, baweriya me bi serokê me heye, gelê me heye, keç û lehengên me heye û siyasetmedarên me heye.”

Ji rojnivîska gerîlatiyê ya Aso Dîren Têkoşîn

Aso Dîren Têkoşîn di rojnivîska xwe ya gerîlatiyê de hest û fikrên xwe yên di derbarê jiyana gerîlatiyê de bi van hevokan tîne ziman: “Rêbaza jiyana azad û hevaltiya di qada têkoşînê de ez pir bandor kiribûm. Mîna zarokekî ku nû dest bi meşê dike, min jî dest bi rêwîtiya xwe ya şoreşê kir. Ez agahdar bûm ku destpêkirina rêwîtiyeke nû û meşîna di vê rêyê de ne hêsan e. Di vê meşa şoreşgerî de ez gelek caran ketim û rabûm, lê ew hêza ku ez dibir xeta asoyê, nehişt ku ez zehmetiyên xwe hîs bikim.”

Aso Dirên Têkojîn dilê xwe yê wek dilê zarokan pak û zilma ku zarokên Kurd kişandine di ristên rojnivîska xwe de him ji bo zarokên welêt him jî ji bo dîrokê dihêle û wiha dibêje: “Silav li zarokên welatê min ku çavên wan tije ronî ne. Îro zarokê di hundirê min de dîsa bi we re bû. Me li kolanên qedexe bi hev re dileyist. Lîstikokên me yên ji heriyê carinan dibûn çiyayên azad, carinan jî dibûn kolanên azad ku me dikaribû yariyên xwe bi serbestî lê bileyîstana. Me di rastiyê de xewnên xwe bi heriyê xemilandin. Bi dilê xwe yê pak û paqij, bi hestên ku tu xirabî di nav de tunebûn, me cihaneke bêguneh, kolanên bêtank û bêtop û rojên bi kulîlk afirandin. Vê yekê, di dijminê ku bi hovîtî êrişî cihana me dikir de tirseke mezin çêkir. Wan em bi guleyên ku ji bedenên me mezinthir û ji temenê me pirtir bûn qetil kirin. Dema em 12 salî bûn, wan 13 gule li ser me barandin. Wekî ku helandina bedenên me bi kîmyewiyan li kolanan têrê nekiribe, wan bedenên me yên bêcan di gorên komî de winda kirin. Me jî bi keviran bersiv dida van êrişan.”

Etîket: bîranîna şehîdên Kurdistanêcangorîcangoriyên têkoşîna azadiyêCangoriyên Tevgera Azadiyê
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Li pey azadiyê du bira: Têkoşîn û bîranîna wan di dilê xwe de parastiye

Li pey azadiyê du bira: Têkoşîn û bîranîna wan di dilê xwe de parastiye

1 COTMEH 2026
Dide pey rêç û şopa meta xwe û dibe ‘Şerzanê’ welatê xwe

Dide pey rêç û şopa meta xwe û dibe ‘Şerzanê’ welatê xwe

22 ÎLON 2026
Li gelek bajaran pakrewanên têkoşîna azadiyê tên bibîranîn

Li gelek bajaran pakrewanên têkoşîna azadiyê tên bibîranîn

10 ÎLON 2026
Ji Êlihê heta Qersê bernameyên bîranînê didomin

Ji Êlihê heta Qersê bernameyên bîranînê didomin

10 ÎLON 2026
Li Wanê şehîdên azadiyê tên bibîranîn: Ew rûmeta me ne

Li Wanê şehîdên azadiyê tên bibîranîn: Ew rûmeta me ne

10 ÎLON 2026
Li sê bajaran bîranînan dest pê kir: Em bi saya wan gihîştin van rojan

Li sê bajaran bîranînan dest pê kir: Em bi saya wan gihîştin van rojan

10 ÎLON 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne