• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

‘Bila jin werin ji aliyê hunerî ve xwe li pêş bixin’

Esra Polat / AW

2 COTMEH 2026 - 08:37
Kategorî: JIN, MANŞET
A A
Amed-KASED dê di serdema nû de bi gelek xebatên çandî û hunerî derdikeve pêşberî gel. Endama KASEDê Neşe Toprak da zanîn ku gava jin tên KASEDê, pir kêfxweş û kelecan dibin ku qadek tenê ji bo wan hatiye avakirin û wiha got: “Di heman demê de em dixwazin zarokên Amedê her dem werin KASEDê.”

Komeleya Çand, Huner û Wêjeyê ya Jinan (KASED) di sala 2019an de bi dirûşma “Huner ji bo her kesî ye” ji aliye komek hunermendên jin ve li Amedê hate avakirin. KASED, bi armanca pêşxistina çand, huner û parastina zimanê dayikê hat vekirin. KASED li avahiya xwe ya navçeya Sûrê ya Amedê xebatên xwe bênavber dimeşîne. Di serdema nû de kursên KASEDê yên hunerî dê berdewam bikin. Her wiha KASED dê di 13,14 û 15ê Cotmehê de bi hevkariya Şaredariya Farqînê beşdarî Festîvala Jinan bibe. Di 23, 24 û 25ê Cotmehê de jî dê wekî Koma Muzîkê ya KASEDê beşdarî Festîvala Keda Jinan ya Şaredariya Peyasê bibe.

Endama KASEDê Neşe Toprak derbarê xebatên KASEDê yên hunerî û çandî yên serdema nû de ji ajansa me re axivî.

‘Qeydên heyama nû ji bo kargeh û kursan dest pê dikin’

Neşe Toprak anî ziman ku KASED heft sal in ji bo jin û zarokan kar û xebatên pir girîng dimeşîne û da zanîn ku mîsyona KASEDê ew e ku ji bo jinan qadekê veke, çand û hunera Kurdî pêş bixe, zimanê Kurdî biparêze û wiha got: “KASED her sal festîvalên xwe pêk tîne. Di salên dawî de û par em hem bi Şaredariya Sûrê re, hem bi Şaredariya Peyasê re û hem jî bi Şaredariya Bajarê Mezin re di nava hevkariyê de bûn. Di heyama havînê de KASEDê sê mehan xebatên xwe yên hunerî meşandin û ji bo jin û zarokan kargeh çêkirin. Di beşa muzîkê, beşa wêneyê û beşa amûran de ku di nav de piyano, erbane û sêtar hene mamosteyên me yên muzîk û wêneyê kursên havînê ji bo zarok û jinan pêk anîn. Niha ev kurs bi dawî bûn û qeydên heyama nû ji bo van kargeh û kursan dest pê dikin. Kursên me her dem berdewam dikin. Ji bilî van, projeyên KASEDê yên girîng hene. Di van salên dawî de projeyên xurt ên mîna nasandina cil û bergên çandî û konser hatin çêkirin. Di beşa muzîkê de komek, di beşa govendê de komek hat avakirin û bi navê KASED-JINê di pir festîvalan de cih girtin.”

‘Em ê wek Koma Muzîkê ya KASEDê konserekê pêşkêş bikin’

Neşe Toprak da zanîn ku di qonaxa li pêşiya wan de hem kursên wan dê berdewam dikin, hem ji bo jinan kargehên hunerî dê dest pê dikin û hem jî dê tev li festîvalan bibin û wiha domand: “Festîvala Govendê heye ku em ê bi Komeleya Çand û Hunerê ya Dîcleyê re bi rê ve bibin û amadekariyên me hene. Di heman demê de di 13, 14 û 15ê Cotmehê de em ê bi Şaredariya Farqînê re beşdarî Festîvala Keda Jinan bibin ku di vê hêlê de nasîn û pêşkêşkirina cil û bergan pir tê xwestin û KASED amadekariya wê dike. Piştî wê jî di 23, 24 û 25ê Cotmehê de Şaredariya Peyasê ku sê sal in Festîvala Keda Jinan çêdike, KASED di vê hêlê de piştgiriyê dide û wekî Koma Muzîkê ya KASEDê em ê konserekê pêşkêş bikin. KASED, pir şaredariyan re alîkar dibe û xebatên pir xweş û xurt çêdike.”

‘KASED gihiştiye armanca xwe’

Her wiha Neşe Toprakê da zanîn ku dema KASED hatiye avakirin dîtine ku di warê xebatên çand û hunerî yên ji bo jinnan de kêmasî hene û diyar kir ku armanca wan ew bû ku qadeke jin bikaribin tê de azad bifikirin û di alliyê çand û hunera Kurdî de xwe pêş bixin avabikin û axaftina xwe bi van gotinan bi dawî kir: “Gava jin tên KASEDê, pir kêfxweş dibin ku qadeke tenê ji bo wan hatiye avakirin heye û kelecaneke mezin nîşan didin. Kursiyerên me pir kêfxweş in. Her çend kargeh carna demkî bin jî, kursiyerên me yên demdirêj bi me re ne, dixwazin di vê hêlê de xwe pêş bixin û bi me re bixebitin. Îro ne tenê li Kurdistanê, li Ewropayê jî KASED pir tê naskirin û meraq dikin ka em kî ne, çi dikin û çawa ji bo jinan xebatên serkeftî û girîng dimeşînin. Gava heyet tên Amedê, dixwazin KASEDê bibînin û karên hevpar bi me re bimeşînin. Di vê hêlê de em dibînin ku gihiştiye armanca xwe. Şiyara me her dem ew bû ‘Bila jin werin, di vê qadê de cih bigirin û di warê hunerî de xwe pêş bixin.’ Deriyê me ji wan re vekirî ye. Di heman demê de em dixwazin zarokên Kurdistanê û zarokên Amedê her dem werin KASEDê û bi çand û hunera xwe di vê qadê de xwe pêş bixin.”

Etîket: Çand û HunerKASEDNeşe Toprakxebatên çand û hunerî
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Yilmaz Guneş: Em dixwazin hejmara Zarokîstanan zêde bikin

Yilmaz Guneş: Em dixwazin hejmara Zarokîstanan zêde bikin

23 ÎLON 2026
Ji hunera xwedawendan ber bi siberojê ve muzîka Kurdî – 2  Zeynep Yaş: Hebûna çandî bi naskirin, komkirin, dariştin û jiyînê dibe

Ji hunera xwedawendan ber bi siberojê ve muzîka Kurdî – 2
Zeynep Yaş: Hebûna çandî bi naskirin, komkirin, dariştin û jiyînê dibe

14 TEBAX 2026
Hem hîn bûn û hem jî konser li dar xistin

Hem hîn bûn û hem jî konser li dar xistin

1 TEBAX 2026
Serlêdanên ji bo Kargehên KASEDê dê heta 16ê Tîrmehê bidomin

Serlêdanên ji bo Kargehên KASEDê dê heta 16ê Tîrmehê bidomin

20 HEZÎRAN 2026

Jinan li Amedê hevdîtina kedê li dar xistin

3 GULAN 2026
Li Şengalê Mîhrîcana Çand û Hunerê: Em ê birînên çanda xwe derman bikin

Li Şengalê Mîhrîcana Çand û Hunerê: Em ê birînên çanda xwe derman bikin

26 NÎSAN 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne