“Hevdîtina Jin, Ked, Çand û Hunerê” ku ji aliyê Şaredariya Farqînê û KASEDê ve hate organîzekirin, bi konserê bi dawî bû. Di hevdîtina sê rojan de ruhê têkoşîna hevgirtî û hepvar a jinan derket pêş.
“Hevdîtina Jinan, Ked, Çand û Hunerê” ku Şaredariya Farqînê û Komeleya Jinan a Wêje, Çand û Hunerê (KASED) li Parka Rindêxan a navçeyê Farqînê ya Amedê li dar xist duh bi şev bi dawî bû. Bi taybetî jinan eleqeyeke mezin nîşanî hevdîtinê dan. Di festîvala ku 3 rojan dom kir de piştevaniya jinan û ruhê têkoşîna hevpar derket pêş. Jinan di hevdîtinê de berhem û keda destê xwe nîşan dan.
Hevşaredara Farqînê Sevîm Bîçîcî ku di hevdîtinê de axivî bal kişand ser yekîtî û hevgirtinê û diyar kir ku dê çalakiyên wiha li navçeyê berdewam bikin.
Piştre welatî li Koma Govendê ya Dîcle Fıratê temaşe kirin û bi govendê şanaz bûn. Di dawiyê de Koma JinMa derket ser dikê û strî û konser li ber stranên JinMayê bi dawî bû.


















