Xwaringeha Gel a ku bi hevkariya Şaredariya Farqînê û Kooperatîfa Jinan a Tohûmê hate sazkirin, bi merasîmekê hate vekirin. Welatiyan eleqeyeke mezin nîşanî bernameya vekirinê xwaringehê dan.
Xwaringeha Gel a ku bi hevkariya Şaredariya Farqînê û Kooperatîfa Jinan a Tohûmê hate sazkirin, bi merasîmekê hate vekirin. Hevseroka DEM Partiyê ya Amedê Gulşen Ozer, hevserok û rêveberên DEM Partiyê yên navçeya Farqînê, Hevşaredarên Hênê û Erxeniyê, endamên meclisa jinan, Komeleya Muxtaran û gelek welatî beşdarî merasîma vekirinê bûn.
‘Projeyên ku rê didin jinan dê zêde bibin’
Hevseroka DEM Partiyê ya Amedê Gulşen Ozer di merasîma vekirinê de axivî û diyar kir ku şaredariyên DEM Partiyê bi feraseta şaredariya civakî ya ku pêdiviyên gel pêk tînin xebatên xwe bi rê ve dibin. Gulşen Ozer anî ziman ku pêkanîna projeyên ku îstihdama jinan xurt dikin giring e û bi lêv kir ku projeyên ku rê didin jinan di pêvajoyên hilberînê de bi hêztir cih bigirin dê zêde bibin û berdewam bikin.
Hevşaredara Farqînê Sevîm Bîçîcî jî destnîşan kir ku Xwaringeha Gel berhemeke giring a piştevanî û hevkariya bi Kooperatîfa Jinan a Tohûmê re ye û spasiya her kesê ku keda wan di projeyê de heye kir. Sevîm Biçîcî di berdewama axaftina xwe de wiha got: “Xuyakirina keda jinan û mezinkirina vê kedê êdî berpirsiyariya hevpar a gelê Farqînê ye. Em bawer dikin ku ev piştevanî dê mezin bibe û berdewam bike.”
Tê armanckirin ku ev Xwaringeha Gel ji bilî pêşkêşkirina xizmeta xwarina bitendurist û bi bihayê guncav, dê tevkariyê li îstîhdama jinan jî bike.

















