• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
20 TEBAX 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Ji hunera xwedawendan ber bi siberojê ve muzîka Kurdî – 2
Zeynep Yaş: Hebûna çandî bi naskirin, komkirin, dariştin û jiyînê dibe

Racî Abî - Ugur Dînler / AW

14 TEBAX 2026 - 09:43
Kategorî: ANALÎZ-DOSYE, MANŞET
A A
Amed – Arşîvkar û lêkolînera bîra muzîka Kurdî Zeynep Yaş bal kişand ser girîngiya xebatên lêkolînî yên çandî û got: “Hebûna Çandî bi naskirin, komkirin, dariştin û jiyankirinê dibe.”

Rîtmên xwezayê bû sirûşta muzîkê û xwedawend van dengan bi awayeke efsûnî li hev anîn. Lewre jî ji muzîkê re pênaseya ‘hunera xwedawendan’ hat kirin. Gel û netew jî vê hunerê ji xwedawendan girtin, hem rengê xwe yên herêmî li ser zêde kirin hem jî hemû serpêhatî, hest, raman û bendewariyên xwe li muzîka xwe bar kirin û kirin a xwe. Taybetî di gund û herêmên çiyayî bi awayeke rojane muzîk perçeyeke jiyanê bû û hat strandin. Muzîk ji rêwîtiya xwe ya dîrokê ber bi îro ve bû xwedî amûr, ziman û alfabe. Bi pêşketina teknîkê û afirandina radyoyê ve jî dengê muzîkê bi pelên radyoyê jî sînoran derbasî welatên cîhanê bû, piştre ev deng hat qeydkirin. Muzîka di kêliyê de tê hilberîn û guhdarkirin, nemir bû, her û her hat guhdarkirin.

Dema teknîka qeydkirinên dengan tê pêşxistin polîtîkayên herî nijadperest li dijî Kurdan tê sepandin. Her kasetek muzîka Kurdî bû keleheke çandî û di nava polîtîkayên helandin, tunehesibandin û talana çandê de mîna bombeyekê teqiya û dîroka bi darê zorê hatiye berovajîkirin vegerand ser rastiya xwe. Her kes bi hêsanî teyb û kaset bi dest xistin. Herçiwas dewletê hewl da ku bi mayîn, têlên direhî û sînoran têxe di nava Kurdan de jî derfeta qeyda dengan, dengê radyoyan ji sînoran û polîtîkayan derbas bûn û bûn bîra kolektîf ya çandî ya civakê. Muzîk bû hêviya herî xurt ya hişyarbûna Kurdayetiya û bi radyo û kasetan belavî çar aliyê Kurdistan û Kurdên li cîhanê bû. Muzîk bû dengê şoreşan, bîra çanda kolektîf ya herî xurt a civakên bêyî dewlet û statû mane.

Mevana me ya vê beşê lêkolîner, arşîvkar, xebatkara bîra mûzîka Kurdî û Seroka Daîreya Çand û Karên Civakî ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Zeynep Yaş e.

‘Qeydeke 3 hezar û 400 salî ya mezopotamyayî hat dîtin’

Zeynep Yaş di dîrokê de bal kişand ser yekem qeydên li ser deng hatine kirin, destnîşan kir ku qeydeke 3 hezar û 400 sal berê ya di dema Huriyan de maye. Derbarê qeydê de Zeynep Yaş diyar kir ku meqameke xêzkirî ya vê qeydê hatiye dîtin, derbarê girîngiya qeydkirin û tomarkirinê de wiha got: “Şiroveya wê hate kirin, denge wê hate tomarkirin. Qeyd qeydeke mezopotamyayê ye, Kurdistanî ye. Bingeha xwe ji vê axê girtiye. Bêguman muzîk ji wan rojan ber bi îro ve hat. Yek jiyandarî, jiyan ku xwe pê berdewam dike; ya din tiştên mîras mane, pê re jî ziman û çandê di dîroka muzîka de diyar dibe. Çanda Kurdî bi giştî li melodî, deng, zargotinê hatiye barkirin. Taybetmendiya muzîka Kurdî ew e ku çi dipêje wê dipêje, çi dijî pê re bi newayên xwezayî bi xwe re hilgirtiye. Muzîk hema bêje ji bo hemû neteweyên cîhanê bi van hêmayan ava dibe. Taybetmendiya me ji erdnîgariya me diqewime. Ji ber ax û warê ku em li ser sekinîne bûye herêmeke armanca dagirkeriyê. Di heman demê de bûye armanca guherîn û veguherînê.”

Zeynep Yaş da zanîn ku Kurdan bi giranî veguheztina çanda xwe bi muzikê kirine û wiha dirêjî da azaftina xwe: “Ji ber muzîk amûrek mirovî ye ku bi qeyda xwe ya deng ji hişmendî, sirûştî anku dengê, av, ax û bayê bigire; heta denge mirov, kar û bar, hîs û hestiyariya mirovî dihewîn. Taybetmendiyek wê wisa heye. Muzîk rêbaza wê ye ku dikare van tiştan tomar bike, qeyd bike û bi xwe re hilgire û bi rêbazeke taybet veguhezîne mirovan da ku bêyî têkçûnekê, nifş bi nifş çêdibe ku tu karibî tê de bijî. Ne wek dîrok, em dikarin serpêhatiya wê wisa pênase bikin.”

‘Dibe ku muzîk li gorî bajêr, herêm û gund jî biguhere’

Di nixandina xwe de Zeynep Yaş got ku Kurd bi gelek metew û civakan re bi awayeke hevpar jiyane û bi wan re heya îro bingeha çanda muzîka Kurdî amade kirine û domand: “Muzîk çandeke me ya devkî ye, zarkî ye. Çanda zarkî jî bi hebûna mirov re dest pê kiriye ji ber ne pêkan e ku dîrokek jê re were diyarkirin. Lê belê hinek karekterên wê hene wekî selîqe. Ev yek ji erdnîgariyê heya erdnîgariyê diguhere. Carna bajar bi bajar, carna herêm bi herêm, carna gund bi gund jî diguhere. Ji ber taybetmendiyên devok û zaravayên Kurdî di gelek aliyan de taybetmendiyên zimanî û muzîkê jî gihiştine hevdû. Bi vê re jî wan selîqeyên xwe ava kirine. Bi vê yekê re hem xwedî hêmaye hem jî xwedî selîqe ye. Anku bi şêwaz û lêkirina pêkanîna muzîkê ye. Pêkanîna muzîkê li gorî herêmê diguhere.”

‘Dengbêjî bi lorandina jinan dest pê dike’

Zeynep Yaş anî ziman ku dengbêjî çanda Kurdan a herî qedîm e û derbarê mijarê ev tişt gotin: “Çanda dengbêjiyê bi xwe re dîrokê radigire. Dema em bala xwe didin bingehê esasen ji newaya jinan ava bûye. Anku ji newaya şînê ava bûye. Şîn ne tenê bi mirinê çêdibe. Ji xemgîniyê jî, ji dûrketinê ye, ji bêrîkirinê ye, ji bo heskirineke kûr jî çêdibe. Ji ber gelek awayên wê hene ku dayik ewilê ji lorandinê dest pê kirine, tiştên di dilê xwe de ji bo zarokê xwe vedibêje, ji wê derê dest pê dike heya mezel. Herwiha dema yek jî dimire li ser jî tê gotin. Bingeha selîqeya dengbêjiyên jin tê zanîn. Lewre gelek stranên ku dengbêj dibêjin jî dema em zargotina Kurdan guhdar dikin, temaşe dikin, dixwînin bingehek berfireh ji ser zarê jinan hatiye dariştin, afirandin, pêkanîn û gotin. Taybetî di nav çanda Kurdan de ew kes ji hunermend bêhtir wek îcrakar tên pênasekirin. Wek profesyonel di nav ciwatan de jî geriyan e, ew jî dengbêjên me ne. Lê belê ew kesên bi amatorî jî çanda Kurdan berdewam kirine, em weke zarbêj bi nav dikin. Ji ber hem afirandine, jêde bi xwe ne hem jî di nav civakê de bi sirûştî berdewam kirine. Hem wek muzîka Kurdî hem jî wek çanda zarkî bi xwe re veguheztine.”

Di berfirehiya axaftina xwe de Zeynep Yaş bi bîr xist ku dîroka wêjeyê bi awayeke herî berfireh di çanda zarkî de ye û wiha pê de çû: “Ev yek heta sala 1900î wiha ye. Rêbaz û şawaza wêjeya devkî, bêguman ne tenê dengbêjî ye. Hêla herî girîng yek jî ya muzîka Kurdî rîtm e. Rîtma govendên Kurdî, çîrok, destan, serhatî û di heman demê de gelek efsene ji çanda me ya devkî hatine. Dema tu bala xwe didî wan teqez di nava wê de beşek jê muzîk e. Mînak di staranên klam û stranên dawetê de carna komek dibêje komek vedigerîne. Carnan yek dibêje komek lê vedigerîne. Carna yek dibêje yeke din lê vedigerîne. Rê û ristek xwezayî ya çanda me Kurdan heye û heya roja me ya îro hatiye gelek taybet e.

‘Muzîka Kurdî bala gerok, mîsyoner, zanist, bazirgan û hwd. dikişand’

Mîrateya çanda muzîka Kurdan bi nivîskî ji salên 1600 û pê de bala gerok, mîsyonerên olî, zanist, leşker, gerokên keşifkar û bazirgan kişandiye. Derbarê mijarê de hem çavdêriyên xwe nivîsandine hem jî piştî agahî tomar kirine ew qeydan jî li ber destên wan in. Mixabin notakariya çanda me kêm xuya dike. Em dibînin cara pêşî di sala 1903yan de Gomidas Vartabed li Kurdistanê digere, 11 stranên bi Kurdî nota dike û dinivîse. Kurdiya xwe jî gelek baş nebû. Yekî Ermen e, li gorî xwe Kurdiyeke xwe heye û ev stran wek nota nivîsandiye. Herwiha hin notayên ku ji aliyê mîsyoneran ve hatiye çêkirin û xistine di nav pirtûkên xwe de hene lê belê ne li ber destê me ne.

‘Deng ewilê li ser şemayên sîlîndîr tên qeydkirin’

Zeynep Yaş li ser dîroka qeydkirina deng jî sekinî û têkildarî wan deman ev agahî parve kirin: “Cara pêşî bi awayeke pergalî sala 1887an qeyda mûzîkê dest pê dike lê belê nikare were zêdekirin. Tu qeyd dikî tu nikarî guhdar bikî, tu guhdar bikî tu nikarî bi yekî din bidî guhdarkirin. Yanî ew pergal wê deme digotin plak gramafon. Zînograf tunebuna yekî nedikarî pê guhdar bikirana. Ew amûra qeydkirî slîndirên şemayî ye. 1877an hat pêşxistin, ji aliyê akademîsyenan ve jî ji sala 1890î de tê bikaranîn. Ji sala 1890 heya 1912an ew akademîsyenê ku hatiye Kurdistanê geriyane hem derbarê çanda Kurdan de hem jî derbarê çanda Mezopotamyayê de berhevkarî û lêkolînên xwe dikin, ew qeydên silîndîr ên şemayî bi kar tînin. Hinek qeydên me jî bi wî awayî çêbûne. Qeyda me ya ewil jî Felix von Luschan ve di sala 1902yan de li şûnwarê Zîncîrlî ya navçeya Îslahiye ya Dîlokê hatiye qeydkirin. Qeyd li ser zarê Yusif Beg, Elî Beg û Nazê Xanim hatine qeydkirin. 5 heb stran in. Her 5 stranên hatine qeydkirin îro jî di nav stranên me yên dengbêjiyê de berdewam dikin, tên strîn. Dema tomarkirina wan ji deqeyekê heya 2 deqe û nîvan bû.”

‘Qeydên ewil ji bo zanistê û bazirganiyê hatin qeydkirin’

Di berfirehiya axaftina xwe de Zeynep Yaş behsa salên 1900 û şûn ve qeyd bi zêdetir hatine girtin kir û derbarê wan deman de ev agahî parve kirin: “Piştre 1904an de şirketa Colombia New Georgia ji aliyê Edîson ve tê avakirin û plakên ji kevir û di nav de toza komir heye, tên çêkirin. Ewilê qeydan ji wan digirin û ji wan re dibêjin “Qeydên Kêmpeyda”. Ji sala 1904an hata 1909an qeydên kovan tên qeydkirin. 10 heb dewlik ên wekî kovanê bi hev re ne û tên qeydkirin. Ew jî hindik in û ji 10an pê ve nayê qeydkirin. Ji sala 1912an û şûn ve jî êdî plak tên qeydkirin ku plak li ber plakê tê qeydkirin. Qeydên muzîka Kurdî di sala 1904an de cara pêşî ji aliyê Kosrof Malool tê qeydkirin. Ji sala 1909 heta 1929an ji aliyê Ermen, Suryan û Ereban ve tên qeydkirin. Mixabin kesên berê xwe dane bajarê New Jersey ê Amerîkayê, Kurdî jî zanibûne, qeyda dengan girtine. Ne lihevhatinek bû kesên Kurdî dizanin jî li wê derê bûn. Ew bajêr bajareke ku ji hemû çand û zimanan di nava xwe de dihewand. Jixwe Edîson jî şirketa xwe ya plakê li wê derê vekir. Qeydên me yên hatine çêkirin dengbêjî û efsane ne. Carnan bi saetan û rojan tên gotin. Plak demkî qeydê dikin. 2.5-3,5 deqe. Hunermend herî hunera pêkhatî dikirin demek kin. Lê bi pêşketina plakan merhaleya muzîka Kurdî ber bi rêwîtiyek nû ve bi nivîskî, tomarkirî, jîndar û berdewam bû.

‘Qeydên hatine kirin lê ne bi destê Kurdan’

Tê gotin ku li Amedê katalogek ji 14 heb zarên muzîkê hene lê ne li ber deste me ne. Dibe ku qeydên hatine girtin taybet bin û heliya bin. Ev qeyd heya şerê cîhanê yê yekemîn belav dibin. Piştî welatê Kurdan di navbera 4 dewletan ve tê parvekirin, beşek Kurdan jî berê xwe didin Kafkasyayê, beşek li Anatoliya Navîn û berbelav bûn. Dema netewe dewlet ava dibin û desthilatên wek Ingilîz, Fransiz, Rûs û gelek neteweyên din, her yek ji wan li gorî polîtîkayên xwe wê deme li ser muzîka Kurd xebatan dikin. Li hin herêman berhavkarî li hin herêman qeyda muzîkê hatiye kirin lê ne di bin kontrola Kurdan de hatiye çêkirin. Hinek caran jî hatiye çêkirin, rê li ber hatiye vekirin lê tiştek xuya nake. Qeydên heya sala Şerê Cîhanê yê Duyemîn 1950an û pêş ketin jî yek bi deste Kurdan nehat tomarkirin.”

‘Radyo dibe çavkaniya qeydên defakto’

Derbarê şewazên qeydkirinê Zeynep Yaş anî ziman ku bi du awayan qeyd hatine girtin û wiha pê de çû: “Yek jê akademîk bûn, yek jê jî bazirganî bûn. Qeydên bi kovan plak yên bazirganiyê bûn, katalogên wan hebûn. Mafên wan yên telîfê hebûn. Hunermend ji bo wan distriyan. Stranên gelerî yên bi Kurdî ji bo wan werin qeydkirin ji nû ve şîrove dikirin. Ew qeyd û edîsyonên wan bûn. Yên dijî akademîk bûn. Beşên din jî yên di nava gel de bûn. Lê ber bêdewletbûne Kurd nekarin qeydên xwe bigirin. Heta sala 1950an. Di sala 1926an li Kurdistana Sor Radyoya ewil a bi Kurdî ya 5 deqeyan dest bi weşanê kir. Piştre ya 15 deqe hatiye avakirin û berhemek ji arşîva hatiye avakirin li ber destê me tuneye. Piştre 1939an Radyoya Bexdayê hat avakirin. Di 27 zimanan weşanê dikir ji bo xwe arşîvê dikir. Radyoya rasterast bû. Arşîv çêkiribin jî li ser plakan çêkirine û plakên arşîvî ne. Ne di deste me de ne. Dewleta Iraqê gelek caran bi kar anîn, dubare kirin û Kurdan bi vî awayî ji wan sûd girtin.

Piştre kasetên band hatin pêşxistin. Ji saetekê heya 3 saetan qeyd dihat çêkirin. Wê deme qeydên radyoyan herî zêde nîv saet bûn. Heya wê deme 15 deqe an jî nîv saet didan Kurdan û êdî çend stran bihatana gotin di weşanê de Kurdî ewqas cih didît. Ji ber hemû sazbend û muzîkjen ji heman kesan re lêdixist, bi heman qirikan deng dihat girtin. Bingeha wê radyoyê Erebî bû tê de bingeha Kurdî jî çêbû. Qeydên wê deme hatine girtin ji bo muzîka Kurdî qeydên nû bûn. Lê piştre dema kased derdikevin, Kurd defakto qeydan digirin. Taybetî Kurdên me yên li Kafkasyayê bi awayeke pergalî vê yekê dikin. Heciyê Cindî, Emîne Evdal, Casimê Celîl û gelek dilxwaz û heskirîyên Kurdî zargotinê qeyd kirin. Bi xwe re teyb û kasetan dibirin, qeydan digirtin, wan qeydan dinivîsandin û li ser bandê careke din qeydê dikirin.”

‘Li ber dengê radyoyan qeyd tên girtin’

Zeynep Yaş bi bîr xist ku qeydên Kurdan herî zêde di dema Radyoya Erîvanê de çêdibin û derbarê wan deman de ev agahî parve kirin: “Di nava Kurdan de radyo zêde dibin û li Hayfayê, li Urdunê li Kahîreyê li Mahabadê û Lubnanê çêdibe qeydên wan jî çêdibin, dema radyo tên guhdarkirin jî Kurd bi awayeke defokta ji xwe re qeydan digirin. Ew dem demê herî aloz û lihevketî ya qeydkirina muzîka Kurdî ye. Piştre taybet li Tirkiyeyê qeydên defakto pir kêm bûn. 1963yan cara pêşî dengê Mahmût Kizil û Eyşê Şan di haman salê de li ser plakên bazirganiyê tê qeydkirin. 1917an pê de Darul Erhan bingeha Konservatuara Tirkan tê avakirin. Hin qeyd bi nivîskî ji gel berhev dikin. Di nava qeydan de em dikarin rastî muzîka Kurdî werin. Piştî sala 1928an Komara Tirkiyeyê li ser sîlîndaran qeydan digire. Ev wek ‘Berhevkariyên 38an’ tê binavkirin. Lê belê beriya wê jî, yên ku me xwe gihandiye wan yên 1937 in. Ji wê demê heya salên 1950an li ser qeydên sîlîndîr qeydên muzîka Kurdî çêkirine piştî salên 1950an gerok, lêkolîner, müzikolog, kurdolog, sosyolog û antropologên Ewropî ku hatine li şûnwarên Kurdistanê Kurdistan di nav çar dewletan yên hatine jî di bin desthilata Îngilîz, Fransiz, Rûs û Îtalayê de bûn ew dihatin di nava gel de qeydên xwe çêdikirin. Dieter Christensen 1958an ji Sêrtê heya Kurdên Beluc geriyaye û qeydan girtiye. Ji ber Kurd gelek bala wî dikête di qeydên xwe de jî dibêje çanda Kurdan ji aliyê Muzîkê ve pir dewlemend e. Xwedî taybetiyeke ku kêmpeyda û tekane ye. Lewma bala wî kişandiye û li ser qeydên muzika Kurdan sekinî ye. Ev qeyd niha di nav arşîva cîhanê de ne. Mînak ev qeyd wek arşîva muzîka cîhanê di pirtûkxaneyekê de li ber destên wan e hinek ji wan arşîvan piştî lêkolînan min derxistin holê dan ber hev. Hinek şûnwarnas ku hatine Kurdistanê, li şikefta Şanîdar lêkolîn kirine mînak Dr. Ralph Solecki û hevjîna wî Rosa li herêmê gelek berhevkarî kirin, qeydên muzîka Kurdî girtin. 1955an pê de qeydên ku akademîsyenan girtine Unesco ji bo çanda cîhanê biparêze tê avakirin. Yek ji beşên ku werin parastin jî beşa Çanda Mezopotamyayê ye. Ew qeydên ji aliyê van kesan ve hatine çêkirin Unesco van wek koleksiyon li ser Long Playeran çêkir. Plaqên kevir 78, (plaqên 45) yên Long Player (plaqên 33) li Kurdistanê tên çêkirin, berbelav dibin. Qeydên me yên bi vî rengî jî hene.”

‘Hêj jî gelek qeydên Kurdan nehatine tomarkirin’

Zeynep Yaş diyar kir ku Kurd dema di salên 1970yî de koçî Ewropayê dibin, bi cih dibin jî di nava sazî û dezgehan de qeyd û arşîvan digirin û wiha behsa wan deman kir: “Kurdên li Radyoya Erîvanê, hunermendên distriyan dibirin li Ewropayê û di studyoyan de qeyda deng û stranan digirtin, hinek li qeydên Kurdên Kafkasyayê, li Kafkasyayê qeydan girtin. Hinek di nav Kurdên li Sûriyeyê a ku di bin desthilatdariya Fransayê bû, bi navê Unescoyê van xebatan kirin. Mînak Saîd Yusif û taybet ji herêma Efrînê gelek bergeheman didin ba hev. Ev qeyd jî li ser koleksiyanan tên çapkirin û belavkirin. Gelek qeydên bi vî rengî di nav Kurdan de nû hêj jî nehatine qeydkirin. Xemxurên folklor û mîrasa çanda Kurdî hinek hevalên me kirine karê xwe yê esasî kirine kare xwe yê jiyanî. Li vê derê jî hevalê Berekat Ozmen e ku emrê wî nêzî 90ye û bi kolan kolan, bajar bajar berhevkariyê dike. Hîlmî Akyol nêzî 120 pirtûk zargorina Kurdî berhev kir, dan ber hevdu hinek ji wan çap kir û li ser wan dixebite. Seyda Goyan li Kurdistanê taybet jî Çanda Botan berhevkariya wê dike. Dîsa Qahir Bateyî berhevkariyê dike. Hevala Gazin a ku karê wê yê arşîvê dikir. Dîsa Enstîtuya Almanan ya li Stenbolê gelek xebat kirine û niha ew xebat tên deşîfrekirin. Dîsa mala Celîlan, Mala Muradov ku berpirsên radyoya ewil bûn, Casimê Celîl, Heciyê Cindî û malbatên xwe ve gelek xebatên berhevkariyê kirine. Bi malbatên li başûr bi dehan kesên xemxuriya çanda devkî kirine, berhevkariya muzîka Kurdî kirine. Wek Bavê Mêvan, Hesenê Bîbo, Kamran Hirorî gelek kesên din van arşîvkariyê kirine. Li bakur jî gelek kes hene. Mustafa Gazî Seyda xebatên hêja kir û nota-nivîs kir. Rewşa muzîka Kurdî bi vî rengî hatiye roja me ya îro.”

Di dawiya axaftina xwe de Zeynep Yaş bal kişand ser dewlemendiya muzîkê û ev tişt gotin: “Muzîka Kurdî îro şablona nasnameya me ye. Çawa ku di nasnamayê de agahiyên kesan hene, muzîka Kurdan jî ji bo Kurdan heman tişt e. Çanda me ya devkî jî dibe muzîk esasen. Çîrokên me, destanên me, efsaneyêm me, serhatiyên me govendên me rîtma jiyana me hemû di binî de sîwana ziman e. Heke ev hemû bi hev re berdewam nebin em gelek kêm in, em ê herin û em ê têk biçin. Ji bo ku em bêjin zimanê me heye, berî her tiştî divê em vê mîrasa çandî, vê paşxaneya wê hem baş nas bikin, hem baş berhev bikin, hem bi hev re dariştînin ji bo îroyîn, hem bixin nav jiyana xwe û pê re berdewam bikin.”

Sibê: Cewad Merwanî: Me ji 45 hezar stranan 4 hezarê wan ji talanê rizgar kirin

Etîket: Arşîvkar û lêkolînera bîra muzîka KurdîarşîvkarîKASEDplakQeydên dengradyoteybZeybep Yaş
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Serlêdanên ji bo Kargehên KASEDê dê heta 16ê Tîrmehê bidomin

Serlêdanên ji bo Kargehên KASEDê dê heta 16ê Tîrmehê bidomin

20 HEZÎRAN 2026
KASEDê bi nasandina cil û bergên Kurdî Newroz pîroz kir

KASEDê bi nasandina cil û bergên Kurdî Newroz pîroz kir

18 ADAR 2026
Li Amedê konsera pirzimanî: Stranên netewan olan da

Li Amedê konsera pirzimanî: Stranên netewan olan da

21 SIBAT 2026
Festîvala Fîlman a Amedê dest pê kir: Em ji sînemaya heqîqetê re rê vedikin

Festîvala Fîlman a Amedê dest pê kir: Em ji sînemaya heqîqetê re rê vedikin

7 KANÛN 2025
Endamên Koma Amed serdana saziyên çand û ziman kir

Endamên Koma Amed serdana saziyên çand û ziman kir

24 COTMEH 2025
Sur-Fest 2 bi atolyeyên jin û zarokan berdewam kir

Sur-Fest 2 bi atolyeyên jin û zarokan berdewam kir

21 ÎLON 2025

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Qanûna çarçoveyî di rojnameya fermî de hat ragihandin

    Qanûna çarçoveyî di rojnameya fermî de hat ragihandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Koma Berxwedan: Em ê bi huner û muzîka xwe rola xwe bilîzin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Qanûna Çarçoveyî hat weşandin: Ji niha û şûn ve dê çi bibe?

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Ji bo avakirina civakeke demokratîk em dixwazin vegerin welatê xwe’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ji hunera xwedawendan ber bi siberojê ve muzîka Kurdî – 2
    Zeynep Yaş: Hebûna çandî bi naskirin, komkirin, dariştin û jiyînê dibe

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ji hunera xwedawendan ber bi siberojê ve muzîka Kurdî – 5
    Hîvron: Hişê çêkirî naafirîne, kom dike, tevlihev dike

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Erdogan: Bila ser xêrê be

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Qanûna çarçoveyê deriyek vekir, divê êdî em wî deriyê bi temamî vekin’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Divê êdî deriyên Îmraliyê ji rojnamegeran re bên vekirin’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne