Cenazeyên endamên tevgera azadiyê Zehra Kisaoglu (Raperîn) û Suheyka Kaya (Zîlan) ên ku ji Goristana Xerzanê hatibûn derxistin û li Kîlyosê hatibûn definkirin, piştî 9 salan ji aliyê malbatan hatin wergirtin û bi girseyî hatin definkirin.
Di sala 2017an de Goristana Xerzanê ya li Bedlîsê ji aliyê leşkerên Artêşa Tirk ve hatibû xerabkirin û cenazeyên endamên tevgera azadiyê biribûn Goristana Kîlyosê ya Stenbolê. Piştî 9 salan malbatên Kaya û Kisaoglu cenazeyên zarokên xwe ji Stenbolê wergirtin û îro li navçeya Kanîreşê ya Çewligê definkirin. Cenazeyên her du endamên tevgera azadiyê li gundê Çataxê yê Kanîreşê bi awayek girseyî hatin pêşwazîkirin.
Piştî pêşwazîkirina li gundê Çataxê destpêkê cenazeyê Suheyla Kaya (Zîlan) birin ber mala malbatê ya gundê Qerxebazariyê yê ser bi Kanîreşê û li vir darbesta Suheyla Kaya li ser milê ji heya goristana gund hat hilgirtin. Cenazeyê Suheyla Kara bi dirûşma ‘Şehîd namirin’ hat definkirin.
Girseyê piştre cenazeyê Zehra Kisaoglu (Raperîn) birin gundê Çira Jorî. Jinên gund cenazeyê Zehra Kisaoglu hilgirtin ser milê xwe bi diruşma û tilîliyan birin heya ser goristana gund.
Di definkirina cenazeyan de ji bo hemû pakrewanên Tevgera Azadiya Kurdistanê rêz hat girtin û peyama girêdana bi cangoriyên azadiyê re hat dayîn.

































