Komeleya Çand û Hunerê ya Demhat bi boneya salvegera 34emîn kuştina Apê Mûsa bernameyeke bîranînê li dar xist.
Rojnameger û nivîskar Apê Mûsa (Mûsa Anter) di 20ê îlona 1992yan de li Kolana Hejmar 442 ya Taxa Cumhuriyetê ya semta Seyrantepeyê Amedê hatibû kuştin. Bi boneya salvegera 34yemîn a kuştina Apê Mûsa, bi pêşengtiya Komeleya Çand û Hunerê ya Demhat bernameyeke bîranînê pêk hat. Gelek rojnameger û ciwan beşdarî bîranînê bûn.
Bîranîn bi deqeyekê rêzgirtina ji bo hemû şehîdên Çapemeniya Azad û demokrasiyê dest pê kir. Endamên meclîsa ciwanan helbest xwedin û sînevîzyonek dan nîşandan.
Bername bi dirûşma ‘Şehîd namirin’ bidawî bû.

















