Colemêrg – Li Nexweşxaneya Dewletê ya Geverê kêmasiya bijîşk û personelan gelek in û gelek beşên girîng yên wekî Gastroenterolojî, Endoskopî û Kolonoskopî, Uniteya Anjiyoyê nîn in. Welatiyan bertek nîşanî vê rewşê dan û gotin: “Nexweşxane bûye navenda sewqkirinê.”
Navçeya Geverê ya Colemêrgê ku nifûsa wê bi gundan ve gihiştiye 120 hezarê, ji gelek xizmetan bêpar hatiye hiştin. Mînaka herî berbiçav jî pirsgirêka nexweşxaneyê ye. Nexweşxaneya Dewletê ya navçeyê têra welatiyan nake û ji nexweşiyan re nabe derman. Ji ber nebûna xizmeteke baş a tendirustiyê, xelkê Şemzînan, Rubarok û Bajêrgêh jî berê xwe didin Nexweşxaneya Dewletê ya Geverê. Li nexweşxaneyê gelek beşên girîng yên wekî Gastroenterolojî, Endoskopî û Kolonoskopî, Uniteya Anjiyoyê nîn in. Ji ber nebûna van beşan bi taybetî mudaxile li nexweşên krîza dil nayê kirin, êşnasiya rûvî û mîdeyê nayê kirin û welatî her tim sewqî nexweşxaneyên Colemêrg û Wanê tên kirin.
Welatî di girtina randevûyan de jî zehmetiyên mezin dikişînin. Ji xeynî van kêmasiyan nebûna bijîşk û karmendên pispor jî di nava pirsgirêkên heyî de ye. Ji bo nexweşiyên wekî felç û epîlepsiyê nexweş neçar dimînin ku biçin Wanê. Her wiha di nexweşxaneyê de kêmasiya cih û nivînan jî zêde ye. Li kêleka nexweşxaneyê beşek din ji bo xizmetê tê çêkirin. Lê belê ev du sal e înşaat berdewam e û li gorî çavkaniyan hêj du sal û nîv din jî mane ku bi temamî bikeve xizmetê. Wesayîtên şantiyê zêde tên û diçin û toza li erdê belavî derdorê nexweşxaneyê, dikan û dermanfiroşên derdorê dikin. Ev yek taybetî jî li ser nexweşên astengiya bêhnê/astim bandorek mezin dike û tenduristiya nexweşan xirabtir dike.
Welatiyan ji ber kêmasiyên bi salan e berdewam dikin nerazîbûnên xwe anîn ziman û xwestin tavilê kêmasiyên heyî bên çareserkirin.
‘Divê ji bo pirsgirêkek biçûk ez neçim bajareke din’
Welatiyê bi navê Îlyas Olmez anî ziman ku ew ji bo dermankirin û tedawiya diranên xwîşka xwe hatin nexweşxaneyê lê ji ber bê baldarbûnê neçar mane sewqa xwe ji bo nexweşxaneyên Wanê bixwazin. Îlyas Olmez axaftina xwe wiha domand: “Ji bo pirsgirêkek hêsan, ji bo tedawiya diranan ez diçim Wanê. Divê ji bo pirsgirêkek wisa biçûk ne pêwîst be ku ez biçim Wanê. Gever bajarek mezin e, heke ez îro ji bo tedawiya diranan biçim bajarek din, tê wê wateyê ku kêmasî gelek in. Ne tenê ji bo diranan, ji bo testek biçûk em mecbûr dimînin diçin bajarek din. Mînak vê rojê ez şahid bûm ku ji bo testa şekirê sewqa kesekî ji bo Colemêrgê dan. Ev kes diçe Colemêrgê testa digire û mecbûre vegere dîsa li ba bijîşkê li vir. Nexweşên wisa girîng hene, lê li ser nasekinin. Ev bi qasî deh sal e heman pirsgirêk tên jiyîn. Ez çûme gelek nexweşxaneyên deverên li Rojavayê Tirkiyê, li wan nexweşxaneyan hemû derfet hene.”
Ji ber nebûna unîteya anjiyoyê sewqa wî dane Colemêrgê
Nexweşê dil Ziyab Şen jî behsa rewşa xwe kir û da zanîn ku ew hatiye nexweşxaneyê lê ji ber tunebûna unîteya anjiyoyê sewqa wî ji bo nexweşxaneya Dewletê ya Colemêrgê dane. Ziyab Şen nerazîbûna xwe wiha anî ziman: “Ji ber bêderfetbûnê sewqa min dan Colemêrgê, lê derfetên aborî yên herkesî tuneye ku biçe Colemêrgê an jî cîhekî din. Bi hezaran kes li vir dijîn lê derfeta anjiyobûyînê tuneye û em mexdûr dibin. Ji ber tenduristiya xwe ez mecbûr im biçim. Ez dixwazim bijîşkên pispor bên û amûrên tedawîkirinê bînin nexweşxaneya me.”
Toza şantiyeyê dikandaran bêzar dike
Cilfiroş Seyîd Zahir ê xwediyê kona cilan a li kêleka neşxweşxaneyê jî nerazîbûnên xwe anî ziman û da zanîn ku ji ber toza înşaatê rewşa nexweşan xirabtir dibe û wiha bang li rayedarên dewletê kir: “Ev du sal in ev înşaat berdewam e, ji ber ku nexweşxaneya berê kêmas bû ev beş jî ji bo nexweşan tê çêkirin. Ji ber înşaata nexweşxaneya nû zêde toz radibe. Toza înşaatê ji bo nexweş, dermanfiroş û dikandaran zerer e, divê dewlet tedbîrek bigire. Ez di vê konê de kerê nanê xwe derdixînim lê ji ber toza înşaatê hem tenduristiya min xerab dibe hem jî cilên difiroşim zererê dibînin.”
Gelek nexweşên din jî heman pirsgirêk vegotin û xwestin ji bo Geverê xizmeteke baştir ya tendirustiyê bê kirin.

















