Mazlûm Ebdî bi malbatên şehîdên girtîgeha Kobanê re hevdîtin pêk anî û destnîşan kir ku ji bo derxistina rastiya bûyerê komîteyeke taybet a lêpirsînê hatiye avakirin û dê berpirsyarên bûyerê werin cezakirin.
Şêwirmendê Serokkomariya Sûriyeyê Mazlûm Ebdî li bajarê Kobanê ji bo nîqaşkirina bûyera 12yê Îlonê ya li girtîgeha Kobanê rû dabû, bi malbatên şehîdên girtîgehê re hevdîtin pêk anî.
Mazlûm Ebdî li daxwazên malbatên şehîdan guhdarî kir û piştgiriya xwe ji bo wan da nîşan da.
Mazlûm Ebdî da zanîn ku komîteyeke lêpirsînê ya taybet ji bo derxistin rastiya bûyerê hatiye avakirin, ew ê bi rêya komîteyê berpirsyar werin dîtin û li gorî qanûnê kesên ku bûne sedema vê bûyerê bêne cezakirin.
Çi qewimî bû
Berbanga 12yê Îlonê li bajarê Kobanê piştî şehîdxistina şervanê Wezareta Parastinê ya Sûriyeyê yê li Parêzgeha Hesekê Sîpan Hiznî xwepêşandan hatin lidarxistin. Piştî xwepêşandanê hejmareke ciwan hatin girtin. Paşê ji ber gefên ku ew ê hemû girtî sewqî Helebê bên kirin, di girtîgehê de rageşî derket, di encamê de 9 girtî şehîd bûn û 17 jî birîndar bûn.













