• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
14 ÎLON 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Li Suriyeyê li dijî bihabûna petrolê çalakiyên gel

    Li Suriyeyê li dijî bihabûna petrolê çalakiyên gel

    Li Kobanê komîsyona lêkolînê hat avakirin

    Li Kobanê komîsyona lêkolînê hat avakirin

    Malbatên Şehîdan: Şehîd ji bo paşeroja me dibin ronahî

    Malbatên Şehîdan: Şehîd ji bo paşeroja me dibin ronahî

    Sînan Şahîn: Jiyana komînal tekane rêya rizgariya ji ferdperestî û kapîtalîzmê ye

    Sînan Şahîn: Jiyana komînal tekane rêya rizgariya ji ferdperestî û kapîtalîzmê ye

    Du bira, du şehîd: Agir Adar

    Du bira, du şehîd: Agir Adar

    ROJEVA 14ê ÎLONA 2026an

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Li Suriyeyê li dijî bihabûna petrolê çalakiyên gel

    Li Suriyeyê li dijî bihabûna petrolê çalakiyên gel

    Li Kobanê komîsyona lêkolînê hat avakirin

    Li Kobanê komîsyona lêkolînê hat avakirin

    Malbatên Şehîdan: Şehîd ji bo paşeroja me dibin ronahî

    Malbatên Şehîdan: Şehîd ji bo paşeroja me dibin ronahî

    Sînan Şahîn: Jiyana komînal tekane rêya rizgariya ji ferdperestî û kapîtalîzmê ye

    Sînan Şahîn: Jiyana komînal tekane rêya rizgariya ji ferdperestî û kapîtalîzmê ye

    Du bira, du şehîd: Agir Adar

    Du bira, du şehîd: Agir Adar

    ROJEVA 14ê ÎLONA 2026an

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Bîranînên li Wan û Mûşê bi dawî bûn: Em ê xwedî li xeyalên şehîdan derbikevin

Navenda Nûçeyan / AW

12 ÎLON 2026 - 15:20
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Bernameya bîranînan ên li Wan û Mûşê ku ev 3 roj bûn berdewam dikir, bi tevlibûna deh hezaran kesan bi dawî bûn. Hevserokê MEBYA-DERê yê Wanê Yusuf Dundar ku di bernameya bîranînê ya Rêya Armûşê de axivî, bal kişand ser girîngiya xwedîderketina şehîdan û wiha got: “Xeyalên şehîdan ziman, nasname û welateke azad bû, lewma divê em xwedî li xeyalên wan derbikevin.”

Bi pêşengiya Komeleya Yekitî, Çand, Piştevanî û Alikariya ya bi Malbatên ku di Dergûşa Şaristaniyê de Xizmên Xwe Winda Kirine re (MEYAB-DER) ya Wanê ji bo şehîdên Tevgera Azadiya Kurdistanê yên ku di dem û dîrokên cuda de jiyana xwe ji dest dane li navçeya Rêya Armûşê û Erdîşê bîranînên bi girseyî hatin lidarxistin. Bi deh hezaran welatî tev li bernameyên bîranînê bûn û dilsoziya xwe ji bo şehîdan anî ziman. Her wiha ji bo şehîdan mewlûd hat xwendin û dia hatin kirin.

Rêya Armûşê

Li Eywana Vexwendinê ya Radû ya li Taxa Karşiyaka ya navçeya Rêya Armûşê di roja sêyemîn de bi tevlibûna navçeyên Qelqelî, Serav, Mîks, Şax, Gevaş, Elbak û Payîzava ji bo şehîdan mewlûd hat xwendin û bernameyeke giştî ya bîranînê hat lidarxistin. Li eywanê bi wêneyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan wêneyên hemû şehîdan li cem hev hatin danîn û qûrnefîl danîn ber wêneyan.

Piştî xwendina mewlûdê, bernameya bîranînê bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir. Di rêzgirtinê de beşdaran bi hev re sirûda “Çerxa Şoreşê” xwend û dirûşmên “Şehîd Namirin” û “Bijî Serok Apo” berz kirin.

‘Em xwedî li xeyalên şehîdan derbikevin’

Hevserokê MEBYA-DERê yê Wanê Yusuf Dundar ku di bernameya bîranînê de axivî, sersaxî ji malbatan re xwest. Yusuf Dundar anî ziman ku divê hemû malbatên şehîdan mil bi mil bin û wiha got: “Heke bi saya şehîdan nebûya, em niha li vir nedibûn. Niha hemû dinya behsa me dike, dewlet diçe ber pêyê Serok. Ev hemû keda şehîdan e, lewma divê em xwedî li şehîdan û xeyalên wan derbikevin. Xeyalên wan ziman, nasname û welateke azad bû. Em jî dê vê deynê bigirin ser milên xwe û erka xwe bînin cih. Çi dibe bila bibe divê em girêdayî rêya şehîdan bin û li ser rêya wan bimeşin. Em hêvî dikin ew pêvajoya Serokatî di 27ê Sibatê daye destpêkirin, bibe wesîle ku careke din agahiyên şehîdan neyên û xwîn neyê rijandin.”

‘Bila êdî ciwanên me nemirin’

Piştre parlamentera DEM Partiyê ya Wanê û hevberdevka Înisiyatîfa Yekitiya Demokratîk Gulcan Kaçmaz Sayyîgît axivî û diyar kir ku şehîdan ji bo aştiyekê berê xwe dana heqîqetê û ev tişt anî ziman: “Xwezî qet hewceyî bi çekê nehatiba, kes nemiriba. Lê belê ev derfet nehatin avakirin, lewma şer çêbû û gelek kesan canê xwe ji dest da. 50 salan egîd û kezîzeran li ber xwe da û em anîn roja me ya îro. Tenê gotin têra vê yekê nake, divê di her qadê jiyanê de têkoşîna wan bê bîra me. Van şehîdan ji bo Kurdistaneke azad û yek canê xwe dan. Bila êdî ciwanên me nemirin, em hemû ji vê yekê berpirsiyar in.”

Dû re sînevîzyona derbarê jiyana şehîdan de hat temaşekirin û welatiyan kêliyên hestiyar jiyan. Piştî nîşandana sînevîzyonê bîranîn bi dirûşma “Şehîd namirin” bi dawî bû.

Erdîş

Li navçeya Erdîşê jî bernameya bîranînê di roja 3yemîn de bi dawî bû. Malbatên şehîdan ên li navçeya Ebexê û Bêgiriyê jî tev li bîranîna li Erdîşê bûn. Bîranîna ku li Eywana Dawetê ya Karnavalê hat lidarxistin, bi posterê mezin ê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û pankartên “Em şehîdên azadiyê bi bîr tînin”, “Şehîdên me rûmeta me ne”, “Şehîd namirin” û “Şehîd ronahiya me ne” hate xemilandin. Di nava eywana bîranînê de ciwan, bi wêneyên kesên jiyana xwe ji dest dane meşiyan. Ciwanan di dema meşê de dirûşmên “Rêya şehîdan rêya me ye, Apo Serokê me” û “Şehîd namirin” berz kirin. Malbat û beşdarvanan jî bi tilîlî û dirûşmeyan piştgirî dan meşa ciwanan.

Rêvebera MEBYA-DERa Wanê Mevlûde Aza di bîranînê de axivî û wiha got: “Li Kurdistanê bi mehan e rojên bi êş û azar tên jiyîn. Wan ji me re mîraseke gelekî mezin hişt. Ev mîras birikînek e ku dê bi salan besî me bike. Em ji wan re minnetdar in û em ê têkoşîna wan mezintir bikin. Ev soza me ya ji bo wan e.”

Piştre Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Wanê Abdullah Zeydan bal kişand ser dîroka berxwedanê û diyar kir ku gelê Kurdistanê bi sedsalan di nav komkujiyên gelekî mezin re derbas bû û wiha axivî: “Şehîd, ew kes bûn ku ev qedera komkujiyan qebûl nekirin. Li dijî vê derketin û qedera gelê Kurd ji nû ve nivîsandin. Gelê Kurd bi saya wan dîroka xwe dinivîsîne. Hevalên ku em îro wan bi bîr tînin, zarokên malbatên ku Komkujiya Zîlanê jiyabûn bûn. Wan qedera Kurdan guhart.”

Di dawiyê de Parlamentera Partiya DEMê ya Wanê Gulderen Varli anî ziman ku kesên jiyana xwe ji dest dane ji bo mafên gelê Kurd têkoşîn dane û da zanîn ku ew ê têkoşîna wan bi biryardarî berdewam bikin.

Nîşandana sînevîzyonê

Piştî axaftinan bername bi nîşandana sînevîzyonê ya ku wêne û axaftinên şehîdan tê de cih digirt berdewam kir. Sînevîzyon bi çepikan û dirûşman bi dawî bû.

Bernameya bîranînê piştî xwendina duayan û qebûlkirina sersaxiyan bi dawî bû.

Mûş

Li navçeya Milazgirê ya Mûşê jî ji bo kesên di dîrokên cuda de di têkoşîna azadiya Kurd de jiyana xwe ji dest dane bîranîneke komî pêk hat. Li gel malbatên kesên jiyana xwe ji dest dane yên ji navenda bajêr, ji navçeyên Gimgim û Kopê, gelek welatî beşdarî bîranînê bûn. Her wiha Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Çîgdem Kiliçgun Uçar jî beşdarî bernameyê bû.

Li eywana ku bîranîn lê hat kirin, wêneyên kesên jiyana xwe ji dest dane, posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û pankartên “Em şehîdên azadiyê bi bîr tînin”, “Şehîd ronahiya rêya me ne” hatin daliqandin. Di bîranîna ku bi rêzgirtinê dest pê kir de sirûda “Çerxa Şoreşê” hat xwendin û dirûşmeyên “Şehîd namirin” û “Bijî Serok Apo” hatin berzkirin.

Di bernameyê de ewilî ji bo şehîdan mewlûd hat xwendin. Piştî duayên mewlûdê, bername bi axaftinan berdewam kir.

‘Zarokên we Kurd li cîhanê dan nasandin’

Di bîranînê de ewilî Çîgdem Kiliçgun Uçar axivî û da zanîn ku ciwanên Kurd, li dijî înkarê ji bo azadiyê bînin ser axa xwe dest bi têkoşînê kirine. Çîgdem Kiliçgun Ûçar anî ziman ku şehîd hertim bi wan re dijîn û wiha got: “Bila malbatên me bizanibin ku zarokên we Kurd li cîhanê dan nasandin. Êdî kes nikare bibêje ‘Kurd nîn in’. Zarokên we azadî diyarî me kirin. Pêwîst e em jî xwedî li diyariya wan derkevin. Divê em çand, nasname û zimanê xwe biparêzin.”

‘Em di pêvajoyeke dîrokî re derbas dibin’

Piştre Parlementera DEM Partiyê ya Mûşê Sumeyye Boz di bîranînê de axivî û da zanîn ku Kurd di pêvajoyeke dîrokî re derbas dibin. Sumeyye Boz da zanîn ku ew li ber şehîdan bejna xwe ditewînin û ev tişt got: “Li hemberî kesên ku ev jiyana birûmet diyarî me kirine, ji bo bîranîna têkoşîna wan a şoreşgerî em bi rêzdarî bejna xwe ditewînin. Heke em çand û zimanê xwe bijîn, ev bi saya wan e. Bi saya têkoşîna malbatan, welatparêzan û kesên ku ev rêya şoreşê ji bo xwe pejirandine em îro li vir in. Ev pêvajoya ku Rêber Apo daye destpêkirin dê aştiyê diyarî me bike. Em deyndarê kesên ku ev pêvajo dane destpêkirin in. Di vê pêvajoya aştiya birûmet de êdî hemû berpirsiyarî li ser milê me ye. Ji ber ku xwedî li vê pêvajoyê derketin, em spasiya hemû malbatên xwe û gelê Kurd dikin.”

Piştî axaftinan bîranîn bi dirûşman bi dawî bû.

Etîket: bîranîna şehîdan
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Sekna azadiyê, serbilindî û evîna Kurdistanê

Sekna azadiyê, serbilindî û evîna Kurdistanê

14 ÎLON 2026
Du bira, du şehîd: Agir Adar

Du bira, du şehîd: Agir Adar

14 ÎLON 2026
Li Rihayê bîranîna şehîdan: Têkoşîna wan wê rêya me ronî bike

Li Rihayê bîranîna şehîdan: Têkoşîna wan wê rêya me ronî bike

13 ÎLON 2026
Ji bo şehîdên azadiyê li Şirnex û navçeyên wê mewlûd hat dayîn

Ji bo şehîdên azadiyê li Şirnex û navçeyên wê mewlûd hat dayîn

13 ÎLON 2026
Li Stenbolê bernameyên bîranînê bi dawî bûn

Li Stenbolê bernameyên bîranînê bi dawî bûn

13 ÎLON 2026
Bîranîna cangoriyên Amedê bi dawî bû: Şehîdên me pêşengên me ne

Bîranîna cangoriyên Amedê bi dawî bû: Şehîdên me pêşengên me ne

12 ÎLON 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Onen: Divê her kes xwe tev li xebatên avakirina civaka demokratîk bike

    Onen: Divê her kes xwe tev li xebatên avakirina civaka demokratîk bike

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şehîdên tevgera azadiyê bi girseyî têne bibîranîn

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Bila daxwazên şehîdan neyên jibîrkirin’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Li Wanê şehîdên azadiyê tên bibîranîn: Ew rûmeta me ne

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Selçûk Mizrakli ji girtîgehê derket

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Li gelek bajaran roja yekem a bîranînên şehîdan bi dawî bûn

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Li sê bajaran bîranînan dest pê kir: Em bi saya wan gihîştin van rojan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Li Kobanê çalakiya gel: 9 mirî, 17 birîndar hene

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Selçûk Mizrakli: Divê Ocalan, Demîrtaş û hemû girtî bên berdan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Bîranîna şehîdan a li Îzmîrê bi dawî bû: Em ê doza aştî û azadiyê bidomînin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne