• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
30 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Şandeya DEM Partiyê li Herêma Egeyê çû serdana girtiyan

    Şandeya DEM Partiyê li Herêma Egeyê çû serdana girtiyan

    Mamosteyê Çepemeniya Azad Kadrî Kaya hat bîranîn

    Mamosteyê Çepemeniya Azad Kadrî Kaya hat bîranîn

    Dayîkên Aştiyê diçin Enqerê û ‘Konê Aştiyê’ vedidin

    Dayîkên Aştiyê diçin Enqerê û ‘Konê Aştiyê’ vedidin

    ‘Ji Osmaniyan ve eşîretan ji bo perçekirina Kurdan bi kar tînin’

    ‘Ji Osmaniyan ve eşîretan ji bo perçekirina Kurdan bi kar tînin’

    Aborînas Şîrîn: Heta rewşa siyasî baş nebe pirsgirêka aboriyê jî çareser nabe 

    Aborînas Şîrîn: Heta rewşa siyasî baş nebe pirsgirêka aboriyê jî çareser nabe 

    Tevî xeteriya jiyanî Felem Aker nayê berdan

    Tevî xeteriya jiyanî Felem Aker nayê berdan

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

Bîranîna şehîdên Amedê: Şehîdên me ji bo me canê xwe feda kirin

Ugur Dînler - Esra Polat / AW

12 ÎLON 2026 - 08:59
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Amed – Bîranîna şehîdên Tevgera Azadiyê yên Amedê di roja sêyemîn de didome. Kesên ku tev li merasîma bîranînê bûn hestên xwe ji ajansa me re parve kirin û wiha gotin: “Ji bo ku aştiyeke mayînde ava bibe divê hemû alî bi berpirsiyarî nêzî pêvajoyê bibin û daxwaza gel a ji bo jiyaneke bi aramî bibihîzin.”

Di pêşengtiya Komeleya Yekîtî Çand Piştevanî û Alîkariyê ya bi Malbatên ku di Dergûşa Şaristaniyê de Xizmên Xwe Winda Kirine re (MEBYA-DER) ya Amedê de ji bo cangoriyên Tevgera Azadiyê ya Kurd ên di dîrokên cuda de jiyana xwe ji dest dane, li eywana dawetê ya Geterler a li navçeya Rezan a Amedê bernameya bîranînê tê lidarxistin. Bernameya bîranînê di roja sêyemîn de berdewam dike. Di bîranîna ku hate lidarxistin de malbatên şehîdan li ber wêneyên cangoriya rûniştin, sersaxî qebûl kirin. Bi hezaran kes tev li bîranîna cangoriyan bûn û bi hevkariyeke kolektîf bîranîn meşandin û bûn şirîkê şîn û hestên malbatan.

Welatiyên ku tev li merasîmê bûn daxwaz û hestên xwe ji ajansa me re parve kirin.

‘Pêdiviya me bi yekîtiyê heye’

Welatiyan bal kişand ser bihabûna bedela ku di vê rêyê de hatiye danîn û anîn ziman ku êdî daxwaza wan a herî mezin aştiyeke bi rûmet, edalet û rawestandina her êş û xwînê ye. Welatiyan destnîşan kir ku şehîd rûmeta hevpar a hemû civakê ne û wiha gotin: “Pêdiviya me ya herî mezin bi yekîtî û piştevaniyê heye. Ji bo ku aştiyeke mayînde ava bibe û tu malbat êşên nû nebîne, divê hemû alî bi berpirsiyarî nêzî pêvajoyê bibin û daxwaza gel a ji bo jiyaneke bi aram bibihîzin.”

‘Şehîdên me ji bo me canê xwe feda kirine’

Her wiha welatiyan anîn ziman ku şehîdên Tevgera Azadiyê rûmeta wan in û diyar kirin ku divê gel xwedî şehîdan derbikeve û ev tişt gotin: “Divê Amed rabe, xwedî li şehîdên xwe derkeve. Şehîd ne şehîdên malbatê tenê ne. Şehîd ê tevahiya civakê ne. Şehîdan, ji bo dayika xwe, ji bo bavê xwe, xwişk û birayên xwe, malbata xwe canê xwe feda nekiriye. Şehîdên me ji bo me canê xwe feda kirine.”

Etîket: bîranîna şehîdanşehîdên Amedê
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Li Sêrtê ji bo cangoriyên azadiya Kurdistanê mewlûd hat dayîn

Li Sêrtê ji bo cangoriyên azadiya Kurdistanê mewlûd hat dayîn

27 COTMEH 2026
Li Dêrikê ji bo cangoriyên tevgera azadiyê merasîma bîranînê

Li Dêrikê ji bo cangoriyên tevgera azadiyê merasîma bîranînê

6 COTMEH 2026
Bi girseyî serdana şîna Delîl Nergîs kirin

Bi girseyî serdana şîna Delîl Nergîs kirin

4 COTMEH 2026
Li Stenbolê şehîdên têkoşîna azadiyê hatin bibîranîn

Li Stenbolê şehîdên têkoşîna azadiyê hatin bibîranîn

20 ÎLON 2026
Sekna azadiyê, serbilindî û evîna Kurdistanê

Sekna azadiyê, serbilindî û evîna Kurdistanê

14 ÎLON 2026
Du bira, du şehîd: Agir Adar

Du bira, du şehîd: Agir Adar

14 ÎLON 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Ji helîkopterê tê avêtin û felc dibe: Serketina pêvajoyê bi azadiya fizîkî pêkan e

    Ji helîkopterê tê avêtin û felc dibe: Serketina pêvajoyê bi azadiya fizîkî pêkan e

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Meclisa Jinan a DEM Partiyê li Bûlamê bi jinan re civiya

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ji qadê rewşa Fransayê ragihand: Heke ev tundî li welatên din bûbûya dê şermezar bikira

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Li Sêwregê bûyera revandin û destdirêjiyê: Dixwazin sûcên xwe meşrû bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Rêvebera Amedsporê: Em dixwazin jinan tev li hemû beşên sporê bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Li Semsûrê ji bo şehîdan mewlîd: Dê ev rê bi aştî û statuyê bi encam bibe

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Rojnamegerî ne li cem desthilatdar û sermayeyê ye, li cem gel e

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettin Kılıç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Mahmut Altıntaş

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne